Êrisên li ser Kobanîyê bêyî sebeb nînin. Kobanî di berxwedan û serkevtina 19ê Tîrmeha 2012ê da bû dergehê serhildana Rojavaya Kurdistanê. Pistî rizgarîya Kobanîyê, Efrîn û Cizîr li dûv hatin û rê li ber avabûna xweserîya demokratîk ya Rojavaya Kurdistranê vebû û pasê jî Kanton hatin ava kirin. Kobanî çiriska ewil ya berxwedana Rojavaya Kurdistanê ye û agirê gur yê soresa Rojavaya Kurdistanê ji vî derîyê azadîyê ges bû û ronahîya xwe da bajêrên dî yên Rojavaya Kurdistanê. Kobanî çeperê destpêkê yê soresa Rojavaya Kurdistanê ye. Kobanî sengera berxwedana dastanî ya xelkê me ye li Rojavaya Kurdistanê. Bi navê xelkê Kobanîyê Yêkîneyên Parastina Gel [YPG] û YPJ ji serî were dijî êrisên islam cîhadist yên DAISê parastineke xurt nîsan dan û rê nedane van hêzên çepel. Eve hemleya sêyemîn e ku DAIS êrisê tîne ser Kobanîyê. Dewleta Tirkîyeyê dîrekt û dagîrkerên dî yên Kurdistanê jî îndîrekt pistevanîya DAISê dikin ku rizgarîya Rojavaya Kurdistanê biskênin.
DAISê pistî Mûsilê dagîrîya Sengalê bi hêz û hevkarîya van dagîrkeran pêkîna. DAIS destkevtên Kurdan û bi gistî pêskevtina Kurdistanê û bi taybetî rizgarîya Rojavaya Kurdistanê bo hedefên xwe yên nemirovî astengeke mezin dibîne. Lewma berê xwe daye Kurdistanê ku dagîrîyeke mezintir pêkbîne. Bi van êrisên dawîyê gelek askeraye ku digel dewleta Tirkîyeyê li hev hatine ku di destkevtên Rojavaya Kurdistanê da dabirîneke fireh çêbikin û kantonan ji hev biqetînin û pasê jî têkbibin.
Ji ber vê yêkê parastina Kobanîyê karekî jîyanî ye û berxwedana man û nemanê ye. Kurd û Kurdistanî pêkve divêt parastina Kobanîyê wekî çeperê li ser pêya manê bibînin û li goreyî wê pozisyonê werbigirin. Kobanî divêt nebe Sengala duyemîn. Xemsarîya di vî warî da dê digel xwe felaketeke mezin bîne ku pêkve Kurd û Kurdistanî dê ji encameke wisa zerarê bibînin. Mûsîbeta Sengalê dîvêt bo hemû dînamîkên neteweyî û nistimanî yên Kurdistanê dersdêr be û di parastina Kobanîyê da bibe nimûneya berxwedanê.
Parastina Kobanîyê, parastina Rojavaya Kurdistanê ye, parastina destkevtên Kurdan e, parastina Basûra Kurdistanê ye ku hêj jî gefa DAISê ya li ser Basûra Kurdistanê kêm nebûye. Parastina Kobanîyê parastina giyanê Kurdî û Kurdistanîyê ye. Li ber rika dagîrîya DAISê ya li ser Kobanîyê xelkê me jî divêt rika berxwedan û parastinê di dereceya herî bilind da nîsan bide û ji bo parastina Kobanîyê seferber bibe.
KNK bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku karê parastina Kobanîyê wekî erkekî neteweyî û nistimanî bibînin, imkan, hêz û siyanên xwe bi rengekî koordîne bi kar bînin û bibine hevçeper li dora Kobanîyê.

kobane
KNK herwisa bangî cîhana humanîter û demokratîk jî dike ku trajedîya Sengalê ya gelek taze ji bîr nekin û bi lez biçin hawara xelkê Kobanîyê û ji her alî ve destekê bidinê. Parastina Kobanîyê herweha parastina jîyaneke sekular û demokratîk e. Aqîbeta Kobanîyê divêt wekî ya Sengalê nebe û Kobanî divêt bête parastin. Parastina Kobanîyê dê bi xwe ra hêz û enerjîya rizgarîya Sengalê jî bîne.
Konseya Rêvebir ya KNKê
18 Îlon [9] 2014, Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K