Yek ji wan gundê Baedrê, wargeha Mîrîtiyê ye. Xerabeya Qesra Elî Begê li bilindayiya gund heta niha mîna nobedar dimîne. Li eynî bilindayiyê, di derdorê xerabeya Qesra Eli Begê de qesrên din avabûne û heta niha jî dimînin. Di her qesrekê de hin ji nebiyan dimînin. Her Qesrek ji ya din bedewtir.
Kî dizanê çend êl û kom li wan qesran bûne mêhvan? Kî dizane di wan lîwanan de çi hatine axaftin û biryar stendine? Kî dizane çend shahî û dîlan di wan qesran de pêk hatine?
Lê te digo îro ew dil bi kul in. Hezîn in. Birîndarên bê deng û bê ziman in. Ji vî gundî jî bi sedan kes pishta xwe dane gund û berê xwe dane Ewropa. Yê çû cardin naxwaze berepash vegere. Tirs ew e ku Êzîdî hêdî hêdî warê bav û kalên xwe vala bihêlin û ew bibin kavil. Ne hemû Kurdê misilman ji birayê xwe yê Êzîdî re di warê olê de mafnas e. Birîn û hezna wan qesran ew e.

Du roj pash re em berê xwe didine gundê Heso Hurmê, Sharia. Bêhna eyni hezn û tirsê ji wira jî tê. Di nava civakê de nerehetiyek heye? Meriv dibê ka çi qewimî ye? Pash bêhnvedanê em dibihîzin. Gundî di navbera xwe de koçkirina 350 Êzîdiyên ji derdorê Musulê diaxivin.
Jin, mêr, zaro, pîr û kal, hemû hebûna xwe bi cî hishtine û berê xwe dane ber bi Shêxan de. Koç kirine. Xwe avêtine ber bextên birayên xwe li Shêxan.
Misilmanên derdorê Musulê ti mecal ji bo jiyana wan nehishtiye. Li Musula ku di bin îdara Bexdayê de ye mafê hebûnê li wan zêde tê dîtin. Her roja diçe tirsa talan û qirkirinê zêde dibe. Tevayiya Êzîdiyan li wê derdorê di nava tirseke mezin de dijîn.
Ji bo wan 350 kesan jî derman nemabû. Chare tenha rev bû.
Lê dîsa em tishtekî pîroz jî li gundê Sharia dijîn. Du xort dixwazin destê xwe ji bo hemû jiyanê bidin hev. Malbata xort nasê min e. Li gora orf û adedên bav û kalan em diçine xwazgîniyê! Malbata keçikê ciwanmêriyê dikin û xwazgîniyan nashkînin. Zava jî ji eynî gund e. Nîshan bi xêr û silamet dibihure. Klîlî shahiyê bi rengtir dikin.
Bi vê minasebetê beshdariya xwazgîniya keç û xortekî Êzîdî jî bû nesîbê me.

Mîna her car dilê min dixwaze seredanekê bide Babe Shêx. Û em berê xwe didin Shêxanê. Chend kilometerkî din li Bashûr Lalesha Nûranî ye. Li devê derî em têne pêshwazîkirin.
Babe Shêx, serkarê ola Êzdiyan ya tevahiya cîhanê ye. Rûsipî, bi emr, di hewsha Qesra xwe de, li ser kursî, li benda me ye. Ronahî ji rûdêna wî diçirise. Lê ji çavên xwe gazinan dike. Xuya ye çavên wî hew bi ya wî dikin!
Pash sohbeteke xwesh, ji rewsha Êzîdiyan diaxivin. Babe Shêx, bi gotinên xwe yên pîvandî dibêje. “Emanetê min li Êzîdiyan. Bi tifaq bin.”
Rewsha li Herêma Kurdistanê ber bi bashiyê diçe. Lê dîsa pirsgirêk hene. Êzîdî ji rewshê ne pirr geshbîn in. Misilmantîya tund (tûj) mîna her cî, li vira jî her diçe xeterti dibe.
Li herêmên din rewsh hê xirab e. Civak ditirse. Her roj hêrîsh û talan. Hin ji cîranên dehsalan, mixabin Kurd, hatine wê derecê ku êrîshî malên êzîdiyan dikin, wan talan dikin û heqaretê li wan dikin. Rih û canê wan ne di emniyetê de ye. 

Xeyrî Bozanî, rêberê gishtî ya kar û barên Êzîdiyan di Wezareta Kar û Barên Ayînan de li Hewlêr weha dibêje: “Li tevahiya Iraqê 500 000 Êzîdî tên zanîn. Pirraniya wan li wîlayeta Musul in. Kêm zêde 100 000 kes ji wan li herêma Kurdistan dijîn. Ew jî li derdorê Dihokê dimînin.
Tishtekî ecêb e. Bi sedsalan Êzîdayetiyê xwe di nava parastinê de jiyan kir. Kushtin, talan, tirs û shuphe ji nav me ne qediya. Orf û aded, ola me li me qedexe bû. Hebûna me qaçax bû. Hînbûna ola me ji me re bû pirsgirêkeke mezin.
Îro, bi saya Herêma Kurdistan ev pirsgirêk hêdî hêdî dirabin. Herçend e Shêxan, Lalesh û derdora wan ne di bin îdareya Kurdistan de bin jî hêzên Pêshmerge emniyetê dikin. Û ev cî jî biqasî Herêma Kurdistan bi emniyet e.  
Ji sala 1996ê heya niha Êzdayetî di xwendegehan de heta 18 salî tê xwendin. Ciyê civaka Êzîdî hene ev perwerde heye. Tishtekî girîng e ku di Herêma Kurdistan de fermî Êzdayetî tê qebûlkirin.
Eger misilmantiya tund me rehet bihêle rewsh ber bi bashiyê diçe. Lê eger ew siyaseta tûj bimeshîne ji her kesî re zerer e. Taqeta civakê hêdî hêdî diqede. Hew tehamûlî dijwariyan dike. Eger rewsh bash nebe civaka me Êzîdiyan di xetera hundabûnê de ye
Dulayen; bashbûn û îstîkrara her du civakên Kurd, Misilman û Êzîdî ji hev qebûlkirin u têgihishtinê pê de nîne. ”
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1134&yazar=71

 

F
E
E
D

B
A
C
K