Siyaseta ziman a Dewleta Sûriyeyê ya berê li ser hîmê neteweyî bû. Tenê zimanê erebî li Sûriyeyê zimanê fermî bû. Siyaseta Sûriyeyê ya ziman yekzimanî bû, zimanê erebî tenê zimanê fermî û dewletê bû. Di dema Rêjîma Beisê de bikaranîna zimanê kurdî di deverên fermî de qedexe bû û weke tawan dihesibî. Dema ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dever bi rê ve dibir, zimanên kurdî, erebî û siryanî zimanên fermî yên herêmê bûn. Rêveberiya Xweser li herêmên xwe modela pirzimanî bingeh girt. Wê cihêrengiya ziman wekî gencîne û dewlemendiya herêmê didît. Piştî rûxandina Rêjîma Beisê êdî Sûriye ji hêla Hikumeta Demkî ya bi serokatiya Ehmed El-Şeri ve bi rê ve diçe. Ehmed El-Şeri Serokê Hikumeta Demkê yê Sûriyeyê ye di 29’ê Çileyê  2026’an de rêkeftin bi nûnerên kurdên li Sûriyeyê re girê da. Di nav rêkeftinê de mijara zimanê kurdî hebû ku tê de xwe dispart mersûma 13’an. Di mersûmê de di madeya sêyem de zimanê kurdî li seranserî Sûriyeyê wekî zimanekî niştîmanî yê Sûriyeyê hat naskirin. Siyaseta ziman a hikumeta demkî jî neteweyî ye, lê bi rengekî nerimtir e. Wê bi rêya vê mersûma xwe nîşan da ku siyaseta wê ya ziman ne yekzimanî ye û ne pirzimanî ye. Lê belê parastina zimanê kurdî bi rêya vê mersûmê tenê têrê nake. Divê neyê jibîrkirin ku gelê kurd li kêleka gelên ereb, siryan û hwd şoreşek pêk anî, têkoşiya û heta niha jî ew têkoşîn berdewam e heta ku mafê xwe yê hebûn û nasnameyê bi dest bixe, jixwe mafê nasname û hebûnê bi ziman ve peywendîdar e. Ji bo vê yekê pêwîst e statuya kurdan a zimanê kurdî were misogerkirin. Ji bo ku were parastin û pêşxistin, divê ev made di destûrê de were bicihkirin.

Li Sûriyeyê gelek ziman hene, plansaziya statuya ziman li Sûryeye dikare çawa be, herwiha ev cihêrengiya ziman dikare çawa were birêvebirin?

Plansaziya statuya ziman beşeke sereke ye ji siyaseta giştî ya welatekî pirzimanî. Ji ber ku bi rêya palnsaziya statuyê, cihê ziman di hemû warên jiyanê de tê diyarkirin, herwekî perwerde, ragihandin, çand, dîplomasî, siyasî û hwd. Plansaziya statuyê girêdayî rewşa civakê ya ziman e; ew li ser bikaranîna ziman a civakê radiweste. Plansaziya statuyê li rewşa civakeke pirzimanî dikole û armanca wê ew e ku li gor pêwîstiya civakê guhertinê di rewşa peywirî û bikarînî ya ziman de çêke. Ango bijartina zimanê fermî, sînor û awayê bikaranîna her zimanekî ye. Jixwe di mijara fermîkirinê de, ev yek dikeve çarçoveya siyaseta ziman (makezagon-destûr û hwd).  Sûriye mînakeke zelal e ji pirzimaniyê re. Ji ber ku li kêleka zimanê erebî gelek zimanên din hene ku ji hêla gelê wê ve tên axaftin û bikaranîn, mîna kurdî, siryanî-asûrî-kildanî, ermenî, çerkezî û tirkmenî.

Zagonên fermî û bandora wan di plansaziya statuya zimanê kurdî li Sûriyeyê de:

Siyaseta ziman bi armanca peydakirina statuya zimanekî yan çend zimanan li welatekî çarçoveya zagonî û amadekirina ziman e. Pêwîst e ew statu jî di çarçoveya zagonî (siyaseta ziman) a wê deverê de be.

Berî 2011’an zimanê kurdî ne zimanekî fermî bû û bikaranîna wî qedexe bû. Piştî 2011’an  li herêmên Rêvebriya Xweser zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî û siryanî bû yek ji zimanên fermî. Niha zimanê erebî zimanê fermî ye û zimanê kurdî weke zimanê niştîmanî dihesibe. Li herêmên kurdan zimanê kurdî hîn zimanê fermî ye, lê danpêdana pê xwecihî ye, ji hêla dewletê ve weke zimanekî fermî danpêdan pê nebûye, tenê weke zimanê niştîmanî dihesibe. Lewma ji hêla zagonî ve li ser asta Sûriyeyê statuya wê ne xurt e. Li vir çend nêrîn derketin:

  • Danpêdana bi zimanê kurdî bi rêya mersûmekê, biryareke demkî û nabe palpiştiyeke xurt di parastina zimanê kurdî de. Divê were bibîrxistin ku mijara zimanê kurdî ne mijarek e ku di çarçoeveyeke sînordarkirî de were bikaranîn lê belê mijara ziman bi hebûn û nasnameya kurdî ve girêdayî ye. Divê ev dewleta ku xwe li ser hîmê parastina mafên pêkhateyên herêmê bi rê dixe, cihêrengiya herêmê vehewîne, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê biparêze.
  • Eger zimanê kurdî tenê li Rojava were bikaranîn, gelo dê rewşa kurdên ku li Şam, Heleb û deverên din dijîn, çi be, dê çarenûsa zimanê kurdî li wan deveran çawa be?

Li vir çend pêşniyaz:

  1. Zimanê erebî û kurdî li tevahî Sûriyeyê bibin zimanê fermî. Herwiha rê li pêşiya siyaseta ziman a niştîmanî vekirî be ku danpêdan bi zimanên din jî ji hêla çandî, perwerde û hwd were kirin.
  2. Zimanê erebî dikare li tevahî Sûriyeyê bibe zimanê fermî, li kêleka wê jî herêmên ku piraniya wan kurd in zimanê kurdî yê fermî yê wê deverê be. Ji ber ku zimanê fermî ye, pêwîst e li seranserî Sûriyeyê di encûmena cîbicîkar, dadwerî û zagonsaz ve danpêdan pê hebe û were bikaranîn.
  • Pêwîste di destûra Sûriyeyê de kurd weke parçeyekî resen ji xaka Sûriyeyê werin hesibandin, çawa ku di mersûmê de jî heye. Mijara zimanê kurdî bi nasname û hebûnê ve were girêdan. Divê mijara ziman nebe mijareke lihevnekirinên siyasî û li gor şert û mercên herêmê ji guhertinê re vekirî be.
  • Plansaziya ziman girêdayî rewşa civakê ye. Wê demê armancên wê guherîna rewşa ziman, bilindkirina asta ziman (bibe zimanê fermî û hwd), parastina ziman, geşedana ziman û hwd e. Ji bo ku bikare van armancan bi dest bixe, pêwîstî bi van xalan heye:
  1. Destûreke zelal.
  2. Zagonên ferm; qanûnsazî xwe disipêrin destûrên guncaw, heger destûreke guncaw hebûna kurdan û statuya kurdî misoger bike, pêşiya qanûnsaziya ji bo bikaranîna kurdî vedibe, aliyê ku wan zagonên fermî derdixe û dike biryar jî hêza rêveber a di wê civakê de ye. Ew zagonên ziman jî rewşa bikaranîna ziman di nav pergaleke siyasî de diyar dikin û piştî diyarkirinê jî wê bi rê dixin.
  3. Piştgiriya bipêşxistina minhacan ku taybetmendî, çand, dîrok û hwd kurdan vehewîne.

Nejbîr Elî

 

F
E
E
D

B
A
C
K