Mamosta Hesen Huseyîn Denîz, pistî rêzgirtina li ser giyana sehîdên di têkosîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ser grîngiya zimanê kurdî, rewsa gelê kurd, astengî û qedexekirinên dagirkeriyê rawestiya û wiha got:
“Li ser înada dagirkeriyê ya ku destê zarokên kurd diskîne, guleyan li ser wan diresîne, panzêran diajo ser zarok û dayikan û herî dawî dibêje `yan hûnê wekî min bin yan ji vî welatî biçin`, divê em kurd li ku derê cîhanê dibin bila bibin helwesta xwe sanî bidin. Hewlesta li hember dagirkeriyê were sanîdan jî, tenê bi xwedîderketina li nirxên xwe dibe. Tê, li rêbertiya xwe, li sehîdên xwe, li têkosîna xwe li nasnameya xwe xwedî derkevî ku dijmin bi te nijkaribe. Ev tev jî girêdayî ziman in. Ji bo tu bikaribî li nirxên netewî xwedî derkevî, divê destpêkê tu li zimanê xwe xwedî derkevî. Ziman bingeha hebûna te ye. Ziman nasname ye, rûmet e, nirxê herî giranbuha yê mirovbûnê ye. Kîjan ziman li sûna zimanê kurdî wiha du hezar salan di bin astengî û qedexeyan de maba, niha ji mêj ve ji holê rabibû. Lê kurdî li ber xwe da û xwe di sitraran de, di helbestan de, di lorîkên dayikan de heta roja me anî. Îroj êdî divê em vê berxwedana zimanê xwe bigihînin rûmeta heq dike. Bi vê sedemê divê em zimanê kurdî bikin zimanê perwerdê, zimanê siyasetê, zimanê aboriyê û her warê jiyanê. Divê neyê jibîrkirin ku mirovahiyê li ser xaka Kurdistanê çavên xwe li saristaniyê vekir û bicihbûna yekem, çandiniya yekem, kedîkirina yekem bi vî zimanî destpê kir. Bi vê mebestê zimanê me xwediyê rûmeteke dîrokî ye û dema em li zimanê xwe xwedî derdikevin, di rastiyê de em li dîroka saristaniyê û rûmeta mirovahiyê xwedî derdikevin. Ji ber vê grîngiyê divê her kes mala xwe bike dibistaneke kurdî. Û îroj em jî li vê derê bi vekirina vê dibistanê dixwazin ji gelê xwe yê di serhildanan de dibezin ser panzêran, gerîlayên dimesin serkeftinê û rêbertiya di mercên herî zor de li ber xwe dide re û ji sehîdên xwe re, di qada xwe de bibin bersivek, pistgiriyek û hêzek. Ev pêngav li gelê me pîroz be. Bi pêngavên wiha ku gelê me yekîtiya netewî pê xurt dike, wê vebirî serkeftin bibe ya gelê kurd!`
Pistî axaftinê zarokên qeyda wan hat çêkirin bi enstrûmanên dizanin bi mêvanan mûzîka kurdî dan guhdarîkirin. Pistî Mûzîkê mamosta Hesen pirtûkên amade kiribûn û lênûs, pênûs û alavên din ên fêrbûnê li ser zarokan belav kir û malbatan ji standa hatiye vekirin xwarin û vexwarin sûn re zarok derbasî dibistanê bûn û dersa yekem a bi zimanê dayikê dîtin.
Mamosta Heseh Huseyîn Denîz diyar kir ku dewreya perwerdeyê wê ses mehan bidome û dewre li ser dewrê wê werin domandin. Di rewsa heyî de li kantona Zugê û li Zurichê sê dewreyên qursa zimanê kurdî ji bo zarokan û yek ji bo mezinan didome. Di dawiya vê mehê de wê du dewreyên din ên ziman ji bo mezinan werin destpêkirin û niha bi tevahî 30 zarok û 20 kesên mezin tev li dersan dibin. Dawiya vê mehê wê hijmara mezinan jî bigihêje derdora 40î. Ev seferbertiya zimanê kurdî wê gav bi gav li tevahiya Swîsreyê were vegirtin û armanc ew e ku her komeleyek, her malek bibe dibistana kurdî.
Hesen Huseyîn Denîz/AZADIYA WELAT/SCHWEIZ
 [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K