Bi salan e kurdên li Zurich bajarê Swîsreyê dijiyan him bê dibistan û him bê rêxistiniya malbatên xwendekaran bûn. Di dawiya sala borî de bi hewildanên mamosta Hesen Huseyîn Denîz û destekdayîna Meclîsa KCKê ya Zurichê li Komeleya Çand û Integrasyonê ya Kurdan dibistanek kurdî ya bi sê polan di 1ê meha 11 an a 2008an de hat vekirin. 30 zarok û deh kes jî ji malbatên wan niha di vê dibistanê de perwerdeya zimanê kurdî dibînin.
Ji bo ewlekariya pêseroja zarokan, malbatên xwendekaran di hefteya borî de hatin gel hev û biryar dan ku xwe birêxistin bikin. Bi vê armancê rêzikname hat amadekirin û di civînê de hat xwendin.
Civîn roja 11.01. 2009an li salona Dibistana Kurdî hat lidarxistin. qasî sîh malbatên xwendekaran tev li civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina li ser giyana sehîdên têkosîna azadiyê hat destpêkirin. Pist re ji aliyê mamoste denîz ve li ser grîngiya yekîtiya malbatên dibistana kurdî û grîngiya perwerdeya zarokan axaftin hat kirin û pê re rojeva Kongreya Yekem a Malbatên Dibistana Kurdî destpê kir.
Di kongreyê de rêziknameya hatibû amadekirin bi dengdayîneke gistî hat pejirandin û kongreyê ji bo salekê kar û xebatên yekîtiyê bimesîne rêvebiriyek ji heft kesan pêk tê û civata çavdêriyê ya ji 3 kesan pêk tê hilbijart. Rêvebirî wê roja 18ê mehê kom bibe, serokê xwe hilbijêre, xwe bi plan bike û dest bi karê xwe bike.
Di Kongreyê de hat diyarkirin ku hemû pêngavên grîng û dîrokî bi kêmek mirovên bi biryar û dilsoz hatine avêtin û bi demê re pêsketinên mezin afirandine û di wê baweriyê de ne ku ev gav jî ji bo gelê kurd wiha xwediyê grîngî, wate û pêsketineke dîrokî û bi rûmet e.
Rêziknameya di Kongreyê de hatiye pejirandin armanca xwe wiha dinivîsîne û van xalan digre naveroka xwe:
RÊZIKNAME :

Benda yekem: Nav û Navnîsan

Navê yekîtiyê yê fermî, `, Yekîtiya Malbatên Dibistana Kurdî ya Zurichê. Yekîtî ji bo qada xebatê,  kantona Zurich û derdora wê digre ber xwe û li gorî armanca xwe (Art.60 ff ZGB) rê ve dibe.

Benda duwem:  Armanca Yekîtiyê.

Armanca Yekîtiyê, di warê civakî, pedagojîk, çandî û fêrbûna zimanê zikmakî de (bi her sîveya kurdî) ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên zarokên kurdan kar û xebatên alîkarîdayînê bimesîne.

Li gorî vê:
a- Amadekirina projeyên li gorî armanca yekîtiyê û pêskêskirina saziyên têkildar.
b- Alîkarîdayîna çareserkirina pirsgirêkên civakî yên endaman.
c- Pêsdebirina peywendiyan, bi çandên din ên cûr be cûr re.
d- Yekîtî, hemû xebatên xwe ji naveroka olî, aborî û siyasî dûr digre.

Benda sêyem: Çavkaniyên xwe fînansekirinê.
Desteka fînansî li gorî xalên li jêrê hatine diyarkirin peyde dike:

a- Ji dayîna mehane a endaman,
b- Alîkarîdayînên diravî yên ji bo jiyandina yekîtiyê
c- Civîn, konferans û kar û barên diravê tînin (civînên bi xwarinê, civatên bi çayê, konser, çalakiyên çandî û hwd.)
d- Diravê gelêrî û alîkariyên din.

Benda çarem: Libatên Yekîtiyê

Libatên rêvebirinê û yên fermî yên Yekîtiyê

a- Civata Gistî
b- Civata Rêvebirinê
c- Civata Çavdêriyê
d- Civata Rêzkariyê (disiplînê).

CIVATA GISTÎ

a- Civata Gistî libata herî jorîn a biryardayînê ya Yekîtiyê ye.
b- Civata Gistî ji endamên çalak û ne çalak pêk tê.
c- Civata Gistî, salê carekê -derveyî rewsên awartê- ji aliyê Civata Rêvebirinê ve bi awayekî nivîskî ji bo civînê tê vexwandin.
d- Civata Gistî, ji endamên çalak û yên ne çalak ên xwediyê dengdayinê, ji kesên serlêdana endamtiya yekîtiyê kirine û ji kesên hatine vexwandin re vekirî ye.
e- Civata Gistî, biryarên xwe bi tevlêbûna pirahiya ji sisyan du (3/2) ya erêkirinê distîne.
f- Civata Gistî, bi serlêdana fermî ya destxetkirina ji pêncan yek (5/1) a gistiya hijmara endaman bi awayekî awarte kom dibe.
g- Hilbijartina libatên Civata Gistî, bi dengdayîna bi dizî, lê hijmartina eskere; biryarên din, bi tevlêbûna biryara ji nêvî yek zêdetir a endaman bi dengdayîna eskere çêdike.
h- Di Civata Gistî de her endam xwediyê mafê dengekî ye.

Erkên Civata Gistî:

a- Stratejiya bingehîn a karûbarê yekîtiyê diyar dike. Di derbarê qadên xebatê û xebatên werin pêkanîn de biryarar dide.
b- Civata Rêvebirinê hildibijêre. Ji bo bikaribe projeyan lêkolîn bike û rê ve bibe rayeyê dideyê.
c- Raporên xebata salane û hesabên wê lêkolîn dike û digihîne biryarê.
d- Mafê xwe yê lidijderketinê yê biryarên jiyanî yên Civata Rêvebirinê distîne, vesirtî dihêle.
e- Di derbarê serlêdanên endamtiyê de biryarê dide.
f- Dikare yekîtiyê betal (fesh) bike.

Civata rêvebirinê……………

***

F
E
E
D

B
A
C
K