Sê organîzasyonên navdar: Rêkxirawa Efûkirinê ya Navnetewî -Amnesty International, Mala Azadiyê li Emerîka -Freedom House û Sazûmana Raçavkirina Mafê Mirovan- Human Rights Watch çend roj berê li ser rewsa Turkiyê raporên xwe belav kirin. Bala raya gistî kisandin ser tehtîd û xeterên li pêsiya siyasetvan, rojnamevan û çapemeniyê.

Rexne û xemgîniyên wan li ser sê (3) xalan bûn:
a- Tehdîtên li hemberî ‘Azadiya Xweîfadekirinê’.
b- Helwêst û xeterên li dijî ‘Azadiya Çapemeniyê’.
c- Bi rêya guhertinên hiquqî, ‘bihêzkirina desthilatdariya hêza îstîxbarat û ewlekariyê’.
‘Amnesty-AI’ di bin sernivîsa ‘Li Turkiyê azadiya çapemenî û xweîfadekirinê di bin tehdîtê ye’, balê disîne ser dijwariyên li pêsiya rojnamevanan. Ji ber xebatên xwe çawa dikevin ber pêla girtin û cezekirinê. ‘AI’ dibêje, di ‘deftera sêwr û agehdariyê’ ya ‘Teskîlata Ewropayê ji bo Hevkarî û Ewlekariyê-OSCE’ eskere diyar e ku, ‘xebatên rojnamevaniyê giring e. Bi saya wêneyên medyayê mirov dikare helwêstên çalakvan û hêzên dewletê bibîne û hesap bibirse. Lewma hêsankirina xebata wan giring e û divê polîs bibe alîkarê wan ku karîbin bûyera raçav bikin.’
Lê buyerên Geziyê û yên din nîsan didin ku, helwesta dewletê li dijî xebatên rojnamevaniyê ye. ‘Azadiya xweîfadekirinê’ mafek bingehîn ji yê mafê mirovan e û bi peymanên navnetewî hatiye parastin. ‘Azadiya çapameniyê’ jî rê ji xweîfadekirinê re vedike. Divê Turkiyê zextên xwe bi dawî bihêne û qanûnên li ser pirsê bide guhertin.
Mala Azadiyê li Emerîka -Freedom House di rapora xwe ya 2013 an li ser ‘Azadiya Çapemeniyê’ diyar dike ku, Turkiyê di nav welatên Ewropayê de ‘ji awira azadiya çapemeniyê ve’ welatê herî li pas ketiye. Li gorî pîvana ‘Freedom Housê’, Turkiyê berî niha di nav ‘welatên nîv demokrat’ de dihate hejmartin. Lê li gorî analîz û pîvanên nû, Turkiyê ji ‘welatên ku ji azadiyê mehrûm’ in tê hesêp. Ji xelkên Ewropayê ji % 66 li ‘welatên ku çapemeniya wan azad e’ dijîn. % 22 ‘welatên nîv bi nîv azad in’ dijîn. Ji % 12 jî dikevin ‘welatên ku ji azadiya çapameniyê mehrûm in’.
Turkiyê di nav 197 welatan de, di dora 134 an de ye. Li Ewropayê ‘welatê ku çapemeniya wê ne azad e’, tenê Turkiyê ye.
Rêvebirên ‘Freedom House’ pasketina li Turkiyê weke krîzek cidî dihesibîne. Tê gotin ku, pêsketinên neyênî li Turkiyê ji aliyê Emerîkayê ve bi awayekî cidî tê raçavkirin.
Raçavkirina Mafê Mirovan- Human Rights Watch bi giranî balê disîne ser guhertina qanûna 6532 an. Qanûn, ‘xizmetên îstîxbaratê’ ji nû ve formule dike. Li gorî qanûna nû, kelemên li pêsiya operasyon û karên ‘Teskîlata Netewî ya Îstixbaratê-MIT’ ê bi gistî ji holê radibin û îcazeyek bêsînor tê pêskêskirin. Kesên ku xeletiyên teskîlatê eskere bike têne cezekirin. Rojnamavanên ku sirrên sergirtî yê teskîlatê belav bike têne cezekirin û xebatkarên teskîlatê li hemberî tevayê qanûnan têne parastin. Her wisa mecala ‘guhdarîkirin û raçavkirina xelkê’ û ‘berhevkirina agehdariyên jiyana taybetî’ hêsantir dibe.
Bi guhertina qanûnê, mafê hemwelatiyan li hemberî neheqiyên dewletê tê binpêkirin. Sirrên jiyana taybetî ku bi peymanên navnetewî hatine parastin nayê nasîn. Azadiya çapemeniyê tê sînorkirin. Qanûn di 17 nîsana 2014 an ji aliyê meclîsê hatibû pejirandin. Pistî erêkirina serokomar, di 26 nîsanê de ketibû jiyanê.
Rêveberên Turkiyê, guhertina qanûnê bi ‘qonaxa astiyê û hevdîtinên bi PKK’ ê ve girê dide. Li gorî Turkiyê, bi guhertina qanûnê dê hêzên ewlekariyê karîbin bi hêsanî qonaxê bi rêve bibin. Lê rêkxiravên însanî dîtîna dewletê sas dibînin û bi hiskî li dijî derdikevin.

Turkiyê, ji bo parastina mafê mirovan û azadiya çapemeniyê li welêt, gelek peyman îmze kirine. Ji awira mafê mirovan û hiqûqa navnetewî ve girêdayî ye û nikare bêalî û bêberpirsiyartî tevbigere. Pistî hersê raporan, eskere ye ku, pirsa ‘azadiya çapmenî û xweîfadekirinê’ û guhartina qanûna nû li Turkiyê dê bêhtir were rojeva organîzasyonên mafê mirovan. Hêz û rêkxirawên navnetewî dê qala pirsê bikin û zextên li ser dewleta Turkiyê zêdetir bibin.
Pir giring e desthilatdarên Turkiyê ‘qonaxa astiyê’ cidî bigrin. Dîtinên PKK, hêzên siyasî û civakî li ber çava bê girtin. Reformên pêwîst bêne kirin.

Pêwîst e hêzên dewletê di çarçoveya qanûnên bingehîn û peymanên mafê mirovan xebata bikin. Xelk, li hemberî sasîtî û hiskiya hêzên dewletê bêne parastin. Li hemberî sasîtî û karên neînsanî dawe bêne vekirin, lêpirsîn û lêkolîn bibin. Bêne dadgehkirin û cezekirin.

Divê PKK û rêkxirawên netewî jibîr nekin ku, guhertina hiqûqî, ji fêdê bêhtir dê bandorên neyênî bi xwe re bîne. Civatê kor û ker bike. Lewma helwêstek cidî li dijî qanûnê pêwîst e.
EuroKurd News/Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K