Turkiye jî ev eyman pejirandine. Di hin deman de jî pêshengiya vê xebatê kiriye. Heta ku dem dem Turkiyê raporên di vî derbareyî de amadekirine û pêshkêshî qada navneteweyî kirine. Lê di nava sînorên xwe de tewanbariyê di hember merovahiyê de dike.
Di van peymanên navneteweyi de mafên zarokan bi awayeki zelal hatine paraztin. Xebat û peymanên li ser vê mijarê ji berî 90 salî, li Swîsra ji aliyê Yekîtiya Netewan (UN) ve hate pejirandin. Mustafa Kemalê serokkomara Dewleta Turkiyê jî ev peyman bi xwe îmze kir. Di salên 2mîn Sherrê Cîhanê de ev peyman kete bin pek û pêlan. Lê pey sherr qediya, dîsa ev mijar kete rojevê û pash salên 6O ji nuh ve mafên zarokan kete nav rojeva wan. Peymana ku di sala 1990 de li New Yorkê hate ser masê ji aliyê 193 dewletan hate pejirandin. Ev peyman bi ferehî mafên zarokan diparêze. Dewleta Turkiyê bi serokkomarê wê demê Turgut Ozal di civînê de amade bû. Lê wî ew peyman pash 5 salan, pey pejirandina parlementoya Turk, di 1995 de pejirand.
Di peymanan de mafê her zarokekî di çarçeweya pêshketinê, bîreweriyê, civakî û kultûrî de hatiye parastin. Mafê perwerdê bi zimanê dayikê di nava vê çarçeweyê de hatiye nivîsîn. Herweha mafê zarokê heye ku bi zimanê xwe jiyana xwe bijî. Ev mafekî bingehîn e û ti sazî, dezgeh û dewlet nikarin vî mafî ji wan bistînin. Bêparkirina van mafên li jor hatine nivîsîn, zor û zilmeke ku dikeve nav çarçeweya tewanbariya dijî merovatiyê. Her dewlet divê van mafan ji zarokê re pêk bîne. Ev ji bo Turkiyê jî weha ye.
Lê ew çi ecêb e ku ev dewlet di wateya zarokan de bes maf û shertan ji bo zarokên xwe yên Turk dizane. Çi li Turkiyê, çi li derveyê welêt ev maf ji bo zarokên xwe xwezayî dibîne. Hemû derfetên dewletê ji bo zarokên Turk amade dike. Hem li Turkiyê, hem li welatên din derfetan ji bo berjewendiyên zarokên xwe peyda dike. Derfetan li dervayê welêt peyda dike… Lê bes ji bo zarokên Turk!…
Di aliyê din de ji avabûna Komara Turkiyê heta roja îro wê ne bes zarokên ne-Turk ji mafên bingehîn yên zarokan bêpar hishtiye, di eynî demê de ew xistine bin nîrê asîmîlasyoneke dijwar de. Li gora mêjiyê dewletê, her kesê li Turkiyê Turk e û di vê çarçeweyê de divê bi Turkî perwerde bibin. Û ev 90 sal e ku ev dewlet ji du aliyan ve tewanbariyê di hember merovahiyê de dike. Zarokên ne Turk, ji mafên wan yên bingehîn bêpar dike û di eynî demê de wan dike bin nîrê asîmîlasyonê. Bi ser de jî ev 90 sal e ku ziman, kultûr, orf û adedên wan zarokên ne-Turk, li wan qedexekirî bû. Hê jî qedexe ye. Hebûna wan di bin xeterê de ye…
Ew dewleta ku ji bo zarokên xwe, di vê dawiyê de jî yên Filistîn, Pakîstan û hin gelên din re, her mafê binghîn rewa dibîne, ji bo zarokên ne-Turk di nav sînorên dewletê de guneh dizane. Ew mêjiyê ku mafê jiyaneke bi rûmet ji bo zarokên xwe xwezyî dizan, ji bo zarokên din di nava eynî dewletê de zêde dibîne. Û naxwaze li ser wan mafa biaxive. Serokwezîr bi xwe dubare dike “kesek mafê perwerdê bi zimanê dayikê, ji zimanê Turkî pê de bila nexwaze. Nikare bixwaze.”
Neserokwezîrê urk, Erdogan û ne jî dewleta wî ya ku hê jî di nava sedsalên 12de dijî heta niha tê ne gihishtine ku ev maf ne yê xwestinê ye. Di roja îro de, li cîhana vê demê, dewlet mecbûr e van mafan pêkbîne, derfetên pirralî peyda bike û jiyaneke bi rûmet ji zarokên nava dewleta xwe re bide avakirin. Ev ne xêr e ku dewleta Turk bide… Madem ki ew zarok di nava we civakê de, di nava wê dewletê de dijîn, perwerdeya bi zimanê dayikê, di vê çarçewê de Kurdî, mafê wan e. Dewlet xêra bavê xwe nade zarokên Kurdan.
Heta niha dewleta Turk, siyaseta xwe ya qirêj, li ser serê milyanan ne-Turk bi rê ve bir. Hin gel ji kok qelandin, hinekên din jî bi rêya asîmîlasyonê kêm kir. Bûne Turk. Eger merov rastiyê bixwaze bêje, Kurd jî ketibûne bin we xetera hundabûnê. Ziman, orf û adedên wan ber bi xelasbûnê diçûn. Lê tevgera Azadiya Kurdistan ya ji 25 sal û vir de ev tehlûke di dema dawîn de berteraf kir. Kurd dîsa, di hemû aliyan de li nirxên xwe xwedî derdikevin. Zimanê Kurdî di jiyana rojane de û her weha di perwerdê de ketine rojevê û ewê biserkeve. Êdî veger nemaye û serketina vê hedefa pîroz misewger e.
Dibê ku serê Kurdan hê gelekî biêshe. Ji ber ku mejiyê dewletê heta niha jî hê kevn û fesad e. Lê Kurd di daxwaz û rêçika xwe de bi biryar û bawerî ne. Du rê ji bo dewleta Turk hene: yan li ser rêya endametiya Yekîiya Ewropa de aqilê xwe li serê xwe dide hev û jiyaneke pirreng û demokratîk li Turkiyê pêk tîne, yan jî rê ji hev diqete û her kesekî li mala xwe.
• Derwêsh M. Ferho, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê ye