Vê yekê dilê tevahiya kurdîhezan xwes kir û ew hêviya ku bi girtina qursan re sikestibû ji nû ve vejiya û baweriya bi TZP?Kurdî ges û gurtir bû.
Gelî xwendevanan,
Ji bo gihîstina armancê û bidestxistina derfetên nû ji bo zimanê kurdî, xebatên berfirehtir û xurtir divên. Bêguman di vê pêvajoyê de bar dikeve ser milê her kurdîhezî/ê. Her yek ji me dikare tistekî bike. Kesekî/e ku bibêje "tistê ku ez bikim tune ye" nîn e. Em hêvîdar in wê her kurdîhez bi vê berpirsiyariyê tevbigere û em ê di kar û barên xwe de pêsdetir herin…
Wekî her hejmarê me dîsa ji bo dosyeyeke bi mijareke taybet cih di navbera rûpelên Wyê de veqetand. Ji bo vê hejmarê dosyeya bi navê "Ji kela Siphiyê heta Stockholmê axîneke ji kezebê: Lawikê Xerzî Mahmut Baksi" ji aliyê Enîse Sîrîn Çager û Salihê Kevirbirî ve hate amadekirin. Salihê KEVIRBIRÎ bi nivîsa xwe ya "Mahmut Baksi: Nexseya jiyana kurdewarî";?Azad ZAL bi "Mahmut Baksi û sê romanên cuda; ‘Hêlîn’, ‘Gundikê Dono’, ‘Serhildana Mala Eliyê Ûnis’ ";  Yaqob Tilermenî bi "Du xalên girîng: Klasîk û nû û afirîneriyeke çawa?"; Gabar ÇIYAN bi nirxandin û hevpeyvîna xwe ya bi navê "Evîna welat di dilê min de ye" ya ku bi Mahmut Baksi re kiriye; Helîm Yûsiv bi "Jiyana bi teqereq, mirinek e bêdeng"; Kaksar Oremar bi "Me bi kûraniya evîna te zanibû…"; Amed Çeko Jiyan bi "Têkoser, dildar û xebatkarekî azadiyê: Mahmut Baksi" û Serwet Denîz jî bi "Axx! Axîn û ax û ax" li ser jiyan û berhemên Lawikê Xerzî dîtin û nirxandinên xwe nivisandine. Hêviya me ew e ku salvegera dilovaniya jiyanhez, rewsenbîr, romanûs, siyasetmedar û rojnamegerê  me yê hêja Mahmut Baksi bibe bersiveke çanda xwedîlêderketinê…
Ji derveyê dosyeyê nivîskar û helbestvanên me bi berhemên xwe yên giranbûha rûpelên kovara we xemilandine.
Xwendevanên hêja,
Di vê hejmarê de me rêbazeke nû pêk anî. Me ji bo helbestê wekî lijneya sêwrê 3 kesên nirxandêr diyar kir. Ji bo ku em zêdetir aliyê helbestê xurt bikin me helbestên ku ji bo kovarê hatibûn radestî lijneyê kir. Li gorî nirxandina lijneyê, me helbest hilbijartin û di vê hejmarê de me ew wesandin. Bi vê rêbazê ew ê kovara me xurtir û dewlemendtir bibe. Me di vê hejmarê de dest pê kir; bi xêr em ê lijneyên bi vî rengî ji bo çîrok, pexsan û besên din jî ava bikin û bi awayekî rûgestir, bastir derên pêsberî xwendevanên xwe yên hêja û delal… Ji bo nirxandin û keda wan em ji rêzdar Arjen Arî, Omer Dilsoz û Mamoste Taqyedîn re sipasiyên xwe pêskês dikin.
Di hejmara pêsiya me de mijara doseyeya me "Raz û sembolên wêjeya kurdî ya devkî û hismendiya civakî" ye. Em hêvîdar in ku kesên pêwendîdarê vê mijarê ew ê bi nirxandin, lêkolîn û pexsanên xwe pistgiriyê bidin me…. Her wiha ji bo hejmarên din em dixwazin mijarên wek "Mîhrîcanên herêmî yên kevnesopî", "Feqiyê Teyran û wêjeya Kurdî" bigirin dest. Ên ku xebatên wan hene û dixwazin bixebitin, berhemên xwe bi me re parve bikin em ê kêfxwes bibin. Ji bo kesên ku dinivîsin netengijin û bi rihetî bixebitin wek daxuyaniyekê em ji niha ve kesên têkildar agahdar dikin.
Heta hejmareke din bimînin di xwesiyê de….

Naverok

Ji Edîtor……………………………………………………………………………… 2
Çima felsefe / Feratê Dengizî 
3 Di zemanekî de zemanekî dinê ye Marcel Proust / Fewzî BÎLGE
6 Zimanê bihustê / Jonathan CARROLL ……………………………………….. 8
Qedexe qet naqedin / Yilmaz GUNEY …………………………………………… 11
Hatûbatên sêdilî / Omer DILSOZ …………………………………………………. 13
Çûyîn / Dilawer ZERAQ ………………………………………………………… 15
Here / Selmet GULER ………………………………………………………. 16
Çîroka te û wî /Dilxwaz Herdem ………………………………………………. 17
Pênc kurteçîrok / Evdile KOÇER ………………………………………………… 18
Mirin /  Sevger ÇIYA ……………………………………………………………………. 19
Min nizanibû ku li vê dinyayê jî bihust heye / Behlûl ZELAL ….. 23
Wextên xewneroj vesartî / Sivan Ar…………………………………………….26
Sikefta Xwekustinê / Aram GERNAS ……………………………………………. 27
Ferhenga koçeriyê – I –  / Bahadîn ROBAR ……………………………………. 30
Stevie Smith / Kawa NEMIR ……………………………………………………… 67
Sibe… / Arjen ARÎ …………………………………………………………………… 73
Bilbil divê gulê / Selahattîn ÇAM …………………………………………………. 74
Nizanim çima / Îlhamî Ozer ………………………………………………………. 75
Kêmber / Gulizer……………………………………………………………………… 76
Dayikên delal / Sîpan Xizan ……………………………………………………… 77
Çîroka gur û rovî / Berhevkar: Zozan BUDAK ……………………………… 78
Mehme Eliyê Bedlîsî û "Gulê Marûmê" / Hîlmî AKYOL……………………..47

Dosye:
Ji Kela Siphiyê heta Stockholmê Axîneke ji Kezebê:
Lawikê Xerzî Mahmut Baksi / 34
Mahmut Baksi: Nexseya jiyana kurdewarî / Salihê KEVIRBIRÎ…………. 36
Mahmut Baksi û sê romanên cuda  / Azad ZAL…………………………………….39
Du xalên girîng: Klasîk û nû û afirîneriyeke çawa? / Yaqob Tilermenî  45
Sohbetên dostaniyê û Mahmut Baksi / Gabar Çiyan ………………………. 48
"Evîna welat di dilê min de ye" / Hevpeyvîn: Gabar Çiyan ………………….51
Jiyana bi teqereq, mirinek e bêdeng / Helîm Yûsiv …………………………..56
Me bi kûraniya evîna te zanibû… / Kaksar Oremar ………………………… 57
Têkoser, dildar û xebatkarekî azadiyê: M. Baksi / A. Çeko Jiyan …….. 61
Axx! Axîn û ax û ax / Serwet DENÎZ …………………………………………………63
Pirtûkên Mahmut Baksi /Kitêbxaneya Kurdî ………………………………….. 65

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K