Di Kurmancî de nuhkirin heye. Dema meriv avahiyekê tamîr dike du rê li ber meriv hene. Nuhkirinek ji kok, yan jî serreçûneke sivik dike. Ya ji kok saxlem dibe û temendirêj e. Ya di serre zû dihêrive. Ji ber ku nava wê pûç e û mahkûmê xerabûneke nêzîk e.
Makezagona hikûmeta Turk jî nuhkirina sivik e. Bê kalîte ye. Xapandin e û ji Kurdan re ti nûjenî nîne. Bê naverok e. Berjewendiyên dewletê li ku bûn, AKP û hikûmeta AKP ji ew danîn nava Makezagonê. Ü ev yek temendirêjkirina dewletê ye. Temendirêjkirina siyaseta hember Kurda ye. Temendirêjkirina sîstema derewan, înkarê, fêl û xapandinê ye. Temendirêjkirina Turkîtiyê yan jî Turkbûnê ye. Pejirandin yan erêkirina wê çi ji Kurdan re tîne pirseke sereke ye.
Li gora vê makezagonê, netewe Turk , dewlet ya Turka, xwediyê wê Turk, zimanê fermî Turkî, perwerde bi Turkî dimîna. Dewlet bi ti gelên din re nayê parkirin û ti gelên din nikarin sitara xwe tê de bibînin. Turk û Turkîtî pîroz in û bê minaqeşe ye. Minaqeşe li ser vê yekê jî sûc e. Û gelek mînakên din…
Li ti welatekî din li dinyayê mînakekî din bi vî awayî nîne. Bi milyonan meriv ji her mafê xwe bêpar in. Dewletê 90 salî ev gel înkar kir, talan kir, kuşt, êşkence kir, asîmîle kir, xapand û li ber çavên dinyayê êşkence kir. Zîndan kir, heqaret kir, rezîl û riswa kir.
Paş 25 sal şerrê hember dewletê ku giha vê qonaxê û ku vî şerrî dewlet neçar hişt li çareyekê bigere…
Ku gelê bi rûmet hewqas bedel da, ne bes zor û zilma dewletê dit, herweha xwezaya Kurdistan jî ev 90 sal e tê wêrankirin…
Û ku dewlet ji neçariya xwe li ‘çareyan’ bigere û dîsa lîstik û xapînok têkevin nava vê tevgera dewletê dive meriv ne kor be û hişyar be.
Di vê makezagonê de dîsa Kurdî nakeve perwerdê. Bi milyonan zarokên Kurdan dîsa ewê mecbûrê hînbûna “Türküm, dogruyum, çalişkanim”, “bir Türk dünyaya bedeldir”, “ne mutlu Türküm diyene” bibin. Dîsa ewê leşkerê urk bi potînên xwe li Kurdistan hikmê xwe bimeşînin. Dîsa ewê di bin navê hînbûnê de, di bin navê Turkîtî û Îslamiyetê de dijîtiya nasnameya xwe ya Kurdî hînbibin. Dîsa ewê Kurdî di qada siyasî de, li nava îdara dewletê de qedexe bimîne. Dîsa ewê partiyên ji bo Kurdan kar dikin werin girtin. Dibe ku ev selahiyet ji destê dadgehan der tê, lê parlemento dîsa ya wê zihniyetê dimîne. Dîsa ‘qehreman orduya Turkiyê, AKP, CHP, MHP, … xwediyê wê parlementoyê ne û ewê avê li partiyên mîna BDP venexwin. Çi garantiya me Kurdan di vê makezagonê de ye? Çi Kurdî û berjewendiyên Kurdî di vê makezagonê de di nav sitarê de ye?
TRT6, du-sê “özel dershane”yên Kurdî hîn dikin, wergera Qur’anê û weşana Mem û Zînê ji aliyê dewletê vê rezaletê derman nake.
Bi milyonan Kurd êdî zanin çi dermanê wan e. Ew baş dizanin çi ji wan re pêwîst e. Êdî roj hatiyê wê rojê ku ne dewlet bixwaze çi bidê me! Em çi dixazin? Ne ku bi tiştên dewlet bidê me, mîna parsekên kuçeyên gemarî, em kêxweş bibin. Me çi li gora dilê xwe stend divê bibe sedema kêfxweşiya me.
Divê dewlet qebûl bike ku êdî Kurd bi riqa û pîneyên xwe nikare razî bike. Durustbûn, rastiya pirsê û çareseriyeke bi rûmet divê. Kurd û Kurdî bi hemû aliyên xwe ve li nava vî welatî hene û ewê bibin xwedî çareseriyeke bi rûmet.
Ne dewlet, ne hikûmeta AKP, ne parlementoya niha û ne jî ew ‘ronakbîrên’ Kurd ku bûne duvikê wan ewê bikaribin vê pêvajoyê rawestînin.

 

[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K