Dema min bihîst mamoste Dr. ismet koça xwe ya dawî kiriye matmayî mam. Koça wî pirr giran hat ji min re. Lê tishtekî ku em di hemberî mirinê de bikin nine. Bila sere malbata wî, Kurdan û Kurdistaniyan sax be. Kurdan, kesayetiyeke mezin û zana hunda kir.
Berî çend mehan (ji sedema nexweshiya wî) çûbûm dîtina wî. Mîna her dem dev bi ken, sohbet xwesh û merovhez bû. Bi hevdîtinê kêfxwesh bû. Nedixwest roj bibihure û em ji hev xatir bixwazin. Çend hevalên din jî li wê civatê, li mala wî, amade bûn.
Ew xortekî 87 salî bû û di nav axaftinên xwe de dida xuyakirin ku wî xebata xwe neqedandiye. Behsa çend projeyên xwe dikir. Yek ji wan nivîsa pirtûka xwe li ser pirsa Kurdan di qada siyaseta navneteweyî de. Projeya din ew bû ku pirtûka xwe ya beri niha li ser pirsa neteweyî ya Kurdan nivîsîbû ji nuh ve redakte bike û bide çape.
Hêviya wî jî ew bû ku di nêz de here Bakurê Kurdistan û bêhna welêt bike. Weka ku min ji hevalan bihîst, daxwaza wî ya dawîn ew bû ku ew li Amedê, li Kurdistan were veshartin. Mamostanê mezin, qedirbilind, bêri û heza welêt rojeke tenha ji ba wî neçû. Her tim, li her cî û di her minasebetê de bi serbilindî berjewendiyên gelê xwe, welatê xwe diparast.
Mamoste, xatirê xwe ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe. Lê wî nave xwe, bîrên xwe, kesayetiya xwe di dilê me de bi tîpên zêrîn nivîsand. Ewê di dîroka me Kurdan û Kurdistan de her tim bijî.
Carek din sersaxiyê ji malbata wî û gele Kurd û Kurdistaniyan re hêvî dikim.
Mamoste hun li ba me ne û hunê di dilê me de her tim bijîn.
Bruksel, 10/11/2011