Sala 1947’an li gundê Mizîzexê; piştî têkçûna serhildana Bagokê ko bi malbatî koçberî Rojavayê Kurdistanê dibin û car din vedigerine ser cih û warên têr gorî, xwedê ew daye. Hemû qûnaxên xwendina debistanên serete, navendî, dibistana mamostayan û lîse li heremên Kurdistanê qedandiye.Di dema mamostahiyê de, di nava damezrênerên Sendikaya Mamostayên Tirkiyê TOS de cih girt û rêvebiriya karên rêxistiniyê kir.Piştî heft salê mamostahiyê û heft caran sergomî û girtina sala 1970yî di cunteya eskerî li Amedê, di sala 1973an de li Stembolê, di rojnameya Cumhuriyetê de dest bi rojnamevantiyê kir, di heman salê de xelata heypeyvinê ya Komela Arîkarî û Desteka Gundên Tirkiyê li Stembolê stand.Bi rojnamevantiyê re dest bi xwendina Zanîngeha Aborî kir û weşanxaneya ABeCe damezrand. Di heman demê de, di nava damezranên Sendikaya Nivîskarên Tirkiyê de TYS de cih girt. Medenî Ferho di salên 1963-1964an de di rojnameyên herêmê, Amed –Diyarbakirin Sesî û Mucadele de. li Mêrdinê rojnameya Mardînin Sesî, li Midyadê Turan Şehîr de dest bi nivîskariyê kir. Di salên 1970-1971 ê de nivîs û helbestên wî di rojname û kovarên Stembolê weke Cumhuriyet, Demokrat, Varlik de hatin weşandin. 2 pirtûkên wî, Kaytan Osman û Topragin Turkusu di heman salan de hatin weşandin.Bi hatina darbeya eskerî ya 12ê Êlûnê 1980, 12ê Cotmehê hate girtin, piþtî hefteyekê serbest hate berdan, lê di 27ê Cotmehê de car din hate girtin. Girtina wî şeş sal û nîvan dom kir. Bi girtina dem dirêj, estên wî yên nivîskariya bi zimanê Kurdî bi awayekî riþtî hatin hunandin. Medeniyê Ferho bû seydayê pênûsê. Êdî awaza Kurdî ala wî ye, da ku di medya Kurdî de, rojname û kovaran de awazek têr qîrên bigihîne civakê û ji bo têkoþîna gelê Kurd bi hestên binbarî kar dike.Ew nûnerê Azadiya WelatBelçîka ye û ji destpêka wekirina MED TV re dest bi amade kirina bernameyan kir, hîna rojnamevantiyê dike.

Berhemên Medenî Ferho:

– Topragin Turkusu, helbest, tirkî, bi zimanê holandî jî hatiye weşandin

–  Kaytan Osman: çîrok, tirkî 

 Mapusluk Gerçegim, helbest, tirkî 

– Beranê Kozî, çîrok 

–  Mîrza Meheme, roman, Nûdem-1995 

–  Berxwedan Jiyan e, roman, 1994 

– Hey Gerîla, helbest , 

– Hades Îş Başmda, roman, tirkî 

– Xaltîka Zeyno, roman, Doz,1998

– Marê di tûr de, roman,Pêrî,1999

Banga Hawarê, helbest, perî

–  Birêz Serok, DO, 2008

 
F
E
E
D

B
A
C
K