Stiranbêjê hîphopî Özgur (20), berî bi demekê li taxa Skarholma Stokholmê berê sibehê dihate malê. Di kolanekê de dengê qîzek xort bihîst. Wî berê xwe da wir. Dît ku qîzek ciwan dike hawar. Mêrik dixwest, eskere û bi tehdîta kêrê, derbasî irzê qîzikê bibe. Özgur kûstina xwe da ber çavan û qîzê ji destê wî rizgar kir.
Mezintirîn rojnameyek ji ya Swêdê, Expressen her sal xelatekê bi navê "Civilkuraje" belav dike. Xelatê didin lehengê herî bi helwest û fedekar. Rojnemaya Expressen di hejmara îro de cihek mezin da buyerê û bi Özgur re hevpeyvînek pêk anî. Expressen diyar kir ku, wan Özgur weke berendam nîsan daye. Bi ihtimalek mezin ew ê vê xelatê bigire.
Kanalên tv yên Swêdê li ser pirsê hejmarek hevpeyvîn bi Özgur re pêk anîn. Kanala 3 an nêzî 20 deqeyan cî da pirsê û wesifê ciwanê Kurd da.
Stranbêjê hîphopî Özgur Acat, lawê Rojnamevanê Kurd Gabar Çiyan e. Çiyan di beyana xwe diyar kir ku, Özgur di dadgehê de li dijî wî kesê xirab bû sahid. Kesê xirab bi 6 sal hepis hat cezekirin. Ev yek cihê serbilindiyê ye.
Zarathustra News – [email protected]
Fermo li nuçeya Özgur Acat temase bikin:  http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=2946

F
E
E
D

B
A
C
K