Şeva Midyadîyan piştgirî bi BDP´re
Ji bo Rêvebirîya Xweser Ber Bi Nasnameya Azad !
Wek tê zanîn di 3ê Adara 2014 de hilbijartinên şaredariyan li Kurdistanê û Turkiye hene. Li welêt û li derveyê welêt amadekarî bi awayekî xurt dimeşin. Ji bo xebata hevserokan li welêt û Partiya BDP bi serbilindî ji nava vê xebatê derkevin Kurdistaniyên li derveyî welêt dest bi hevkariyê kir. Midyadî jî xwe li hev dan hev û ketin nava vê têkoşînê.
Di hilbijartinên berê de jî bi serbilindî û mexrûrî alîkariya gelê têkoşer li derdorê Midyadê hatibû kirin. Midyadîyên li Ewropa di van hilbijartinan de jî Partî û namzetên xwe tenha nahêlin.  Ew dixwazin hevkariyê bikin ku li gel hemû astengî, dek û dolabên dewletê û yên hevkarên wê jî, di navçeyê de encamekî hêvîdar, herwiha baş were bidestxistin.
Komîta jib o vê alîkariyê hatiye amadekirin weha dibêje: “Ev car jî emê bi hemû derfetên xwe ve li pêvajoya hilbijartinê xwedî derkevin û ji bo bidesxistina şaredarî yê, ji bo gihiştina aşîtiyeke bi rûmet, ji bo hembêzkirina Kurdistaneke xweser û demokratîk, ji bo her curê mafên ku yên gelên cîhanê heye û herwiha em jî doza wê dikin, emê bi hêzdarî piştgirî û alîkariya BDP ê bikin kû şaredarîya Bajarê Midyad ê bikevê destê xwedîyê xwe û xwe bi xwe  rêvê bibê.”
“Wek tê zanîn Mîdyada me jî yek ji navendên herî pirrçandî, pirgelî û pirolî ya Kurdistan û cîhanê ye. Li herêma Midyadê civakên cuda; Kurd, Suryanî, Asurî, Ereb, Mihelmî, Ermenî û olên cuda; Misilman, Xiristiyan, Êzîdî hene. Di vê herêmê de ev pirrengî û pirrdengî bi hevra dijiyan. Lê ji sedema zor û zilma dewletê û hevkarên wê ku di nava xiyanetê de ne gelek kesan berê xwe dayiye koçberiyê. Emê her awayê xebatê bikin ku em vê herêma xwe dîsa bikin buhuşta berê.”
Li ser Midyadê her çiqas lîstikên Qarêj hatibin bikaranîn jî gel û olên cuda li Mîdyadê di roja îro de têkoşîneke xurt dikin ku dîsa bibin xwedî îrada xwe. Ji ber kû şaredarîya “Midyad ê ne di destê xwedîyê rast ên welatparêzan de ye em pir xemgînin û em vê êdî qabûl nakin.”
Jib o ku BDP bi namzetên xwe di 30ê Adara 2014 an de bi serkevin emê hemû hêza xwe bi kar bînin.
Encama serkeftî ya têkoşînê ku hilbijartin jî mewzîyeke wê ye, wê tevahîya bawerîyên cûr bi cûr û gelên li Kurdistanê ji ber bi azadî û aşîtiyeke bi rûmet ve bibe. Wisa jî em bang li tevahîya etnîk, çand û olên bira yên Midyadî li Ewropa dikin; bi awayekî ku hûn dikarin beşdariya şevê bibin… piştgirîya aşîtî û azadîyê bikin…
Cî û dem:
23. 02. 2014, saet 13:00
Rüyam Dügün Salonu, Industriestr. 5 – 33779 Halle Westfalen (Bielefeld)
Program: Seyidxan,  Şehrîbana Kurdî, Xemdar, Linda Hadiko, Koma Hezex, Hasan Tercan, Koma Sansar, George Seffer, Skêç, folklor û sinevîzyon.
Têkilî:
www.komita –midyade.com
[email protected]
Tel. 0049 173 697 68 74

F
E
E
D

B
A
C
K