Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi munasebeta qonaxa raperîna Zimanê Kurdî ji raya gistî, dezgehên netewî û navnetewî dixwaze ku, mil bidin tevgera perwerdeya bi zimanê dayikê. Daxuyaniya Komeleye Nivîskarên Kurd Desteya Rêveber wisa ye:
"Komelaya Nivîskarên Kurd li Amedê, Encamnameya Duyemîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) ku di navbera 27-28’ê Tebaxê de pêk hat û ji raya gistî re hate daxuyandin pesend dike û pistgiriyê dide hemû xalên encamnameyê û berevaniya cîbicîanîna hemû xalan dike!
Komeleya ku hez û hemmata xwe ji ziman û çand û wêjeya dêrîn û giranbiha ya Neteweyê Kurd û wêjekarên payeberz Baba Tahirê Hamedanî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Herîrî, Koyî, Mehwî û Cegerxwîn werdigire di pêvajoya lêxwedîderketina ziman û her weha daxwaza mesrû, millî, mirovî û rewa yên gelê Kurd de, bi pênûsa xwe, bi dengê xwe li gel daxwazên gelê xwe ye.
Ji vê boneyê, Komeleya me, bang li Nivîskarên Kurd, li Pên û Nivîskarên Tirk, Pena Kurd-Pen a li Elmanya, û li Pena Navneteweyî dike, ku di vê pêngava pêvajoya raperîna zimanê kurdî de mil bidin tevgera perwerdahiya bi zimanê dayikê, dengê xwe bixin ser dengê gelê kurd yê ku ji kûrahiya dîrokê tê û olan dide.
Weke her qewmê li ser rûyê gerdûnê xwedî-cih xwedî-ax, Gelê kurd yê ku pêma û miratxurê 33 saristaniyên wenda ye, ku di nava malbata mirovahiyê de heta niha  ne xwedî mafê xwe yên rewa be; bi zimanê xwe nikaribe serbest biaxive, nikaribe perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bibîne, nesê xwe li ser axa  azad û serbixwe bijî… ev di serî de sermî û fihêta malbata mirovahiyê ya pirdeng, pirreng, û pirual e, ku di berpirsê wê jî Komara Tirkiye yê.
Bi vê baweriyê, em bang li Rêveberiya Komarê, di serî de li Serokkomar Rêzdar Abdullah Gul, Serokwezîr R. Tayip Erdogan û wezîrê Perwerdehiya Millî ya Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk dikin, ku dengê gelê kurd bibihîzin, û bibin xwedî-helwesteke rêveker û çareserker. 08.09.2008-Amed".
Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K