Hinek xebat û kefteleftên li kolanan û li ber balyozxaneyên sûrî jî li derveyî welêt çêbû. Min ji wan gotar û belavokan gelek civandin û dan ser hev, û ji kek Misaal Temo re faylekî taybet amade kir û di malpera (kurdax.net) de belav kir, min hinek name jî bo dost û nasên xwe yên biyanî jî hinartin, û dilnexwesiya xwe li ser van girtinan anî zimên, lê ji wê pê ve min karekî dî nekir…
Bo Rêveçûna Berlînê jî min xwe amade kiribû, ku ez herim, lê mixabin di wê rojê de birayekî Kurd, ku doktor e û di wê rojê ji 700 km bêtir hate ba min, da ez bi wî re biçim sahiyeke ji bo generalekî alman ê pir alîkariya Kurdan kiriye, ez neçûm wê rêçûnê, lê mixabin, sed car mixabin! Wekî agahî gihane min, ew rêçûn bas nehatibû amadekirin û kêm mirov hatibûn… Partiyên me yên rojava Kurdistanê di ber vê yekê de berpirs in, lê gelê me jî bi histobariya xwe ya neteweyî di warê pistvaniyê de bo xebatkarên li hindir welêt tên girtin û binzorkirin, bas ranebû.
Wek nîsanekê, ku ez nevîna va siyaseta çewt a rêcîma malbata Esed dikim, rabû min porê seriyê xwe kur kir, ku di bendîgehên sûrî de porkurkirin nîsana nizimkirina mirovan bi kar tê…Min bi xwe, wekî kesekî, ku berê pir caran hatibûm girtin û binzorkirin, porkurkirin di zindanê wekî nîsanekê bo nizimkirina mirovan didît û dilê min ji ber wê ditengijî, lew re niha di azadiyê de, min makîne xiste destê xwe û porê xwe bi tevayî rakir, tevî ku di wê rojê de, sozekî min li gel  hinde kesên biyanî yên giring hebû. Gava ewan ji min pirsiyane, ev çiye? Min ji wan re sîrove kir, ku tenha wilo min dikanî nevîna xwe li hember deselatdarên zorbaz bînim zimên…
Bi  hîviya, ku kek Misaal Temo, hêja Mihemed Mûsa Mihemed, Fida Hûranî, Riyad Seyf, Telal Mihemed, Akram Albunni, Telal Ebo Dan, Elî Abdullah…û hemî girtiyên dî vê yekê mîna pistvaniyekê ji xwe re bijmêrin.
Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K