Li gorî MRG ê, hejmara zarokên nexwende li Cîhanê 101 miljon e. Ew, zarokên netewên bindest (mînorîtêt) anjî xelkên xwedî cî ne. Rapora giloverî ya MRG ê bi hevkariya UNICEF ê hatiye amadekirin. Li gorî wan, dive mafê mînorîtêtan ya perwerdê bê parastin. Dema polîtîka îro ya li hemberî netewên bindest neyê guhertin, pirsa perwerdekirina zarokan hetanî 2015 an jî nikare bê çareserkirin.

Dîrektorê MRG Mark Lattimer dibêje: Divê rêvebirên dewletan yên perwerdê bipejirînin ku pirsa perwerdeya zarokan ne bi mecalên aborî ve girêdayî ye. Bi deh milyonan zarok ji ber dîskrîmînîrekirina sîstematîk ya olî û etnîkî nikarin bixwînin.

Pêkanîna mecalên perwerdê ji bo netewên bindest û xelkên kevnare ne tenê bi hilbijartin û dilxwaziya rêvebiran ve girêdayî ye. Amadekirina mecalan wezîfeya dewletan e, mafek qanûnî ye. Deverên bê mecal dihêne hiştin, li wir îxtîlaf û nakokî zêde dibin.

Zilma Turkiyê

Beşek ji raporê li ser helwestên Turkiyê ya li dijî Kurdan e. Raportora MRG ê Nurcan Kaya bi dîtinên xwe beşdar bûye. Li ser rewşa bakurê Kurdistanê, di bin sernivîsa ”Beşek mezin ji Kurdên hatine ajotin ji mafê dibistanê mehrum mane” de wisa tê gotin:

Bingeha dewleta Turkiyê, zimanê turkî weke zimanê dewletê dinase û ji bilî wê zimanê din napejirîne. Mînorîtetên ku têne pejirandin ermenî, cuhû û rum in. Mînorîtetên din mafê xwe û vekirina dibistanan tune ye. Li hemberî ku dibistan û perwerdeya ingilîzî, frensî, elmanî û îtalî heye, lê dîsa jî Kurd û Kurdên hatine ajotin ji mafê perwerdê bêpar in.

Tiştê herî ecêb ew e ku Kurd ji awira etnîkî ve koma herî  mezin e lê dîsa jî mafê wan û vekirina dibistanên bi kurdî tune ye. Zimanê netewên din li çi dibistanan nikare bibe zimanê perwerdê. Her wisa ew nikarin weke zimanên beyanî jî perwerdê bidin.

Li gorî rapora MRG ê, hejmarek ji kurdên hatine ajotin, li Stenbolê û Amedê dijîn. Ji % 30 zarokên wan malbatan ji ber nebûna kar û hejartiyê nikarin herin dibistanê.

Zilma Îranê

Mînorîtetên li Îranê ji awira etnîkî û olî ve ji % 50 ê rûniştvanan in. Li gorî  HRW ê, ew dikevin ber bahoza heqaret, biçûkxistinê, û mafê wan yên mirovan tê pêlkirin. Dewlet bi rêya provakekirin, girtin û zindanîkirina kêfî, talan û nenaskirina mafê perwerdê û bêhiqûqiyê zilma xwe pêk dihêne. Di sala derbasbûyî de, hejmarek mezin ji çalakvanên Kurdan ji bo parastina netewî xeter hatin dîtin û ew hatin girtin. Di sala derbasbûyî de qanûnên ku bi pirsa parastin, perwerde û çapemeniyê girêdayî ne li dijî xelkê hatin bikaranîn.

Rewşa Êzidiyan

Rapor, bi taybetî di beşê Iraqê de li ser rewşa Êzdiyan kur dibe û dibêje:

Rewşa xwediyên baweriya kevnare Êzidiyan zêde nebaş e û ji 2007 an pê ve, di sala 2008 an de jî êrîşên li dijî wan berdewam in. Kûştina 7 kesan ji malbetek Êzîdî, teqîna timobîlek bombeyî li bajarê wan Sincarê û qetilkirin û brîndarkirina gelek kesan giraniya êrîşan dide nîşandan…

Terora dewleta Sûriyê

Rapor bi firehî li ser zilm û asîmîlasyona rejîma dîktator ya Beşar Esad radiweste û li ser rewşa Kurdan wêneyek rastiyê dide nîşandan. Wisa dibêje rapora MRG ê:

Suriyê mala rengên etnîkî ye. Li gorî HRW ê, di sala 2008 an de Hêzên Parastinê hejmarek bilind ji xelkê, bi şêweyekî kêfî girtin. Bêyî biryara dadgêran xelk têne girtin, û zîndanîkirin.

Hejmara kurdan 1.7 milyon e. 300 hezar ji wan ji mafê hemwelatiyê bêpar in. Pasaport nadine wan, mafê nasnameya wan tune ye… 

EuroKurd Human Rights – EHR, Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K