Gelên xelkê xwe bi mirovên xwe, yên şareze, zane û mêrxas pesin û paye dikin, ewên ku gelên wan sûdak ji wan dîtibe, çi di warê hilgirtina tivingê debe û çi di warê hilgirtina pênûs û xamê de be.. Lê gelê kard di vî warî de jî, weke tev waran, paşketî maye. Diyare ku sedemên vê yekê jî pirin, wek tev paşketinên gelê Kurd. Qey ev jî Qedera me Kurdaye ?!
   Va di 15 vê meha Tîrmehê de (15/07/2008), 57 sal di ser koçkirina rêberê zimanê kurdî, mîr Celadet Bedirxan re bibuhire, gelo kesî gotiye emê vê rojê bi bîr bînin an haziriya xwe û vê rojê bikin ?! Tevi ku bêtir ji "10" navendên kulturî û çandî yên kurdan di van her "10-15" salên dawî de hatine dameziran, çi li welat û çi li dervî welat( sirgunê). Û bêtirî "20-30" kovar û rajnameyên kurdî bi tîpên latînî têne wesandin. Ew tîpên ku mîr Celadet Bedirxan ji zimanê kurdî re bijartine, pistî xebateke dûr û dirêj, ku 13 salan pê re dûmkir û bi wan tîpan hawar û gazî kurdan kir û got:
  "Bavo  li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet  hene tevde bûne dewlet û hikûmat, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi sûnde mane, reben, feqîr, Nezan, belengaz di destê xelkêde lihîstok…Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilê, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê… )1
    Mîr Celadet Bedirxan li ser rê û sopa apê xwe (Mîr Miqdad Medhet Bedirxan) di liviya,  hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22ê insana 1898"an de,  yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre wesand, di nav kurdan de bibelavkirin da û di nav rûpelên wê de gazî kurdan kir û got:
   ((Gelî mîr û axano, kurmancino ! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike …Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe sûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin..))2
   Gereke ku ev navendên çandî, kovar û rojnameyên kurdî, li ser jiyan û ramanên vi kesî rawestin, nav û nîsanên wi di nav gelê wi de belavbikin, da ku gelê wi ji nêzîk ve wî nasbike, serwextî xebat û berhemên wî bibe, nave wî ji tariya salan bê deranîn ronahîya rojên îro. Bi kêmanî di wiha roj de.. (Mixabin gelek rojên halo derbas bûne û em ne rawestiyane).
   Tistekî giring heye, pir bîr û baweriya min pêtê, ew jî eve; yê ku li kevnê xwe ne pirse, lê neguhdarbe û neparêze, zore ku karibe di pêserojan de, tistekî durist û aktiv ji gelê xwe re pêskês bike.. Vêca gereke em guhdariyê li ve yekê bikin, li wan mirovên xwe yên kevnar miqatebin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin. Fermo bi kurtbirî jiyan û xebata mir Celadet Bedirxan sehbikin:
   Tevî  ku mirê dûmahiya welatê (Botan), mir Bedirxanê Azîzî, di sirgunê de li Samê, sala 1868 an çûbû ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan" Cizîra Botan", piraniya wan kirin hakim,  walî û pasa, lê li dervî welatê wan, da ku ji ser û bela wan xelasbe…
   Hing ê" Emin Alî, bavê mir Celadet  kurk ji wan kuran bû, para wî bû hakimê cezayê li Stanbolê. Di wê hinge de, Xwedê kurek dayê, nave wî kir Celadet, ango sebir û saman.. Ji ber ku pir bi hêvî bû ku wê tengayî xelas bibin û rojekê li welatê xwe Botan vegere.. Vêca sebir û saman dikisand.. lê mixabin, ew hêviyên wî pêre çûne gorê, li cihekî dûrî welatî wî bi gelekî, li Misrê, bajarê Qahîre, di sal 1926 an de. 
   Lê kurê wi Celadet ew hêviyên bavê xwe û bapîrê xwe, bi xwe re hilgirtin û  hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temê xwe. Û wiha Mîr Celadet bi welatparêzên kurdan re, bi bav, ap, pismam û birayên xwe re komeyên kurdî yên pêsîn di Stenbolê de ava û sazkirin. Di sala 1914 an de, di eniya Qefqasê de, besdarî di serê cîhanî yê yekemîn de kir, ta ku giha Tebrîz û Bako… 
   Di sala 1919 an de, ew û birayê xwe Dr Kamîran, Ekremê Cemîl pasa û Fayiq Tewfîq ji Silêmaniyê(Pîremerd), di gel mêcer Newêl yê inglîzî, li kurdistana bakur geriyan, da ku daxwazên gelê kurd nasbikin berî ku peymana( Sîverê) bê morkirin di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de.. Di sala 1922 an de Mistefa Kemal pasa fermanek deranî bi kustin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan, vêca ji neçarî tirkiye li sûn xwe histin û bi sar û welatên dinyê ketin, ta ku ew û birayên xwe li almanya bi cî û war bûn. Bavê wî Emîn Alî Bedirxan û birayê wî yê mezin ( Sureya Bedirxan: Dr Bileç Sêrko ) reviyam Misrê, bajare Qahire. Hingê mîr Celadet li almanya xwendina xwe di avûkatiyê de bir serî  û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku sehkir soresa sêx Saîdê Pîranî dest pêkiriye, di derhal de xwendina xwe li rexekî hist û xwe bi soresê ve gîhand. Mixabin ew sores ne di çax û demê xwe de destpêkiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin..Mîr Celadet jî, polîposman careke din zîvirî almaniya.
   Di sala 1927 an de mîr Celadet û Memdûh Selim beg Wanlî, bi alîkariya ermenyian, komela" Xoybûn" li Libnanê damezirandin. Bi besdarbûna gelek welatparêz û serokên esîrên mezin di kurdistanê de.
   Di sala (1929_1930) de xwe amade kirin ji soresa (Agrî) re, ku ji sînorê sûriyê êrîsî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê.. De ku akama artêsa tirkan ji ser soresvanên Agrî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber ku hingê axa û begên Binxetê xwe-bixwe ji hev nerazi bûn û serê hev dikirin.. Vêca mîr Celadet ji neçarî xwe bi soresa Agrî ve gîhand. da ku di ser de li kêleka (Îhsan Nûrî Pasa) û (Îbrahîm Hesko Têlî ) be…
    Lê sed  heyf û mixabin, ew sores jî bi destê tirkan, bi tindî hat qurmicandin. Serokên  wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û mîr Celadet Bedirxan di gel wan.
    Li  Tehranê, mîr Celadet bi sah Riza Pehlewî re rûnist û doza alîkariya kurdan lêkir, lê sah Riza xwe neda ber tutistî, tistê ku xwe da ber, ku mîr Celadet biya wî bike û bibe salyarekî bi kêfa xwe li dewleteke ewropî..Lê mîr Celadet  bi vê tevdîra Riza Pehlewî razî nebû, vêca Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên îranê deranî û berê wî da iraqê..
   Di wî çaxî de li îraqê, hikumeta ingilîzî serê kurdan dikir, dema ingilizan sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, ketin hev de û rêtengî jêre cêkirin. da ku ji îraqê derkeve. Ji ber ku mîr Celadet Bedirxan di hingê de wek sembolekê  bû ji netewiya kurd re. Û dawî ji necari mîr Celadet ji Iraqê derket û careke din xwe li sûriyê girt.
    Li sûrî jî, hikûmeta firansî ya ku desthilat bû dest danin ser û ew sandin Samê da ku di bin rûnistina zorê de be, wek piraniya Kurdperweran di wî çaxî de, Wiha mîr jî ket bin rûnistina zorê de li Samê, di gel gelekan ji welatparêzên kurdan û serokên êl û malbatên mezin yên sirgunkirî…
    Di ssla 1932 an mîr Celadet bi serokên êl û esîrên kurdan re, bi sêx, mellan û welatparêzan re komelak damezirandin bi navê: (Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizîrê ), nemaze ji bona wan kurdên ku ji tirkiyê misextî û sirgunî Binxetê bibûn û piraniya wan tazî û bircî bûn. Vêca ji bo alîkariya wan, ev civat hatibû ava kirin û gelek malik li sar û gundên Binxetê hatibûn vekirin. Hinge serokê civatê li bajarê Samê Dr. Ehmed Nafiz Zaza bû û li bajarê Hesekê Hesenê Haco bû.. Ji ber gelek sedeman ew civat jî pûç derket û mîr bê hêvî bû. Mîr, rabû rêke nû da ber xwe, ku bi tena xwe kovarekê bi zimanê kurdî tîpên latînî di nav kurdan de biwesîne, bi wê alfabêya latînî ya ku ji sala 1919 an de pê mijûl bibû.. Wiha di roja 15.15.1932 an de hejmara pêsîn ji kovarare xwe ( Hawar ) çapkir li Samê û di nav kurd û biyanyan de belavkir û hawar û gazî kurdan kir û got:
   (Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xwesiyê vedike. Hawara me berê her tistî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman serta heyînê ya pêsîn e…)3”
 Ew cara pêsîn bû ka alfabêya kurdî latînî berdestî zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara "HAWAR" ê re, di roja 1/4/1942 an de, mîr Celadet kovareke din bi navê "Ronahî" xurû bi kurdîya latînî çap û belavkir..
 
   Mîr Celadet bi bêtîrî "15"navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsand. Ji ber ku kesên nivîskar kêm bûn û ne dixwest ku biyanî zanibin ew tenê, yan ew birayê xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin.
Di pey re mîr Celadet nav di gelek kesan de dida, ew dehif didan ber bi nivîsandina zimanê kurdî de. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn (mele sêxmûs ), Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hisyar.. Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek:
Goran, Bêkes -Ihsan Nûrî Pasa, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, mele Ehmed Nami..hwd.
   Mîr Celadet di ber herdû  kovavên xwe re pirtûkxaneyek vekir bi navê (Pirtûkxana Hawarê), û 20 pirtûk çapkirin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn:Pirîsk û Pêt " yek ji wane. Hem jî mîr Celadet pêsgotin ji vê diwana Cegerxwîn re nivîsandiye.
   Di sala 1935 an de mîr Celadet " zewicîye " diyare ku kebaniya wî "Rewsen xanim Bedirxan e". Keçnama wî bû.
   Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur nave wî "Cemsîd " e  di sala 1939 ande çêbûye, doktor bû di bijîskiyê de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999 an de li Barazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. lê keç nave wê (Sînemxan) e, kebaniya nivîskarê kurd rehmeti(Selah Sadella )ye û niha li Hewlêr dimîne… Mîr Celadet bi van zimanan dizanî: tirkî – inglîzî – firansî – farisî -rûsî-yûnanî- elmanî-erebî ji bilî ku  zimanê kurdî zimanê dê û bavê wî bû, zimanê axaftina mala wî bû.
 Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
1-Rêzimana alfabêya kurdî, Sam 1932.
2- Rûpelinine alfabê, Sam 1932.
3-Bîyîsa Pêxember. Sam1933.
4-Nevêjên Êzedyan Sam 1933.
5-Nameyek ji Mistefa Kemal Pasa re Sam 1934.
6-Li dordoza Kurdistan ê, Misir 1943.
7-Giramêra kurdî, Sam 1943.
8- Giramêra kurdî-bi firansî
9-Sebebên rastyi ketina edivne
10-Ferhenga kurdî -kurdî
11-Ferhenga kurdî-firansî
12-Xwebinas
13-Kitêba sînemxanê
14-Hevind   "sanoye"
15-Dîwanek helbest, çapnebûyî"
Jêder:
1- Mîr Celadet Bedirxan, kovara" Roja Nû " jimar "1" Beyrût, 1943
2- Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya " Kurdistan" jimar 4"Qahîre 1898.
3- Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, jimar  1.Sam 1932.

Konê Res
Qamislo

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K