Ev ê ku di gel birayê xwe mîr Celadet Bedirxan bingehê rojnameya Kurdî ji me re daniye, zimanê me bi elfabeya latînî nivîsandiye, ji windabûnê parastiye û di pîş û sazê xwe de daye ser şopa Ehmedê Xanî.. Di roja 04/12/2010 de, 32 di ser koçkirina wî re derbas dibe. Werin, her yek ji me, em gulek wefadariyê diyarî giyanê wî bikin.

   Mîr Dr. Kamîran Bedirxan; neviyê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e:1802-1868, yê ku di sala 1843 an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi nave xwe deranîn û di mîrnişiya xwe de belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in..Û biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalete û edalet Bedirxan e…
   Û kurê Emîn Alî Bedirxan e (1851-1926), yê ku ji kesên pêşîn bû ku komeleyên kurdî, ji bo mafê gelê kurd li Stenbolê damezirandine… Mîr Kamîran di roja (21 ê tebaxa 1895)an de li Stenbolê çêbûye, xwendina xwe li Stenbolê qedandiye.. Di 17 saliya xwe de beşdarî di şerê Beqanê de kiriye.. Di sala 1919 an de bi birayê xwe mîr Celadet Bedirxan, Ekremê Cemîl Paş, Hac Tewfîq (Pîremerd) û  Mêcer Newêl yê  Înglîzî re, ji bo kar û xebatên polîtîk hatiye Kurdistanê, ji bo daxwazên gelê Kurd û çareseriya kêşeya kurd, berî ku peymana Sîverê bê mohir kirin. û ji ancamên wê gerê, ev hersî bend ji bo Kurdan hatin dan; 62-63-64. Lê wê demê Mistefa Kemal li Sêwasê ye û rê li ber xebatên wan girtiye. Leşker şandine ser wan. Piştî ku Mustefa Kemal di sala 1923 an de derbasî Stenbolê bûye, fermana bidarvekirina Mîr Emîn Alî Bedirxan û hersê lawên wî, Sureyya, Kamîran û Celadet derxistiye. Hingê Mîr Emîn Alî û kurê xwe Sureyya derbasî Misirê bûne. Mîr Kamîran û Celadet jî ji bo xwendina xwe ya bilind çûne Elmanyayê. Li Elmaniya  Mîr Kamiran doktorayê xwe li Leipzig temam dike. Di heman demê de M. Kemal berê xwe daye kurdan, bi siyasetek e nû çand, ziman û dîroka wan, înkar kiriye..
Mîr Kamîran xwendina bilind li Elmaniya bi dawî aniye. Û ji nû ve ketiye nav xebatên polîtîk. Di sala 1927 a ne de vegeryaye rojhilata navîn û di gel birayê Mîr Celadet beşdarî di avakirina komela Xoybûnê de xebat kiriye ku alîkariya serhildana Agiriyê bike. Lê mixabin ew serhildan di şer de têk diçe.. Vêca li Beyrûtê nivîsîngehek parêzeriyê vedike û di heman demê de, bi birayê xwe Mîr Celadet re giraniya xwe berdidin ser elfabeya kurdî û xebatên rewşenbîrî û ferhengî yên din û wiha bi hejmarek kesên naskirî re mîna Cegerxwîn, Ehmedê Namî, Osman Sebrî kovara HAWAR û RONAHÎ yê bi nivîsên xwe dixemlînin..
Di şerê cîhanê yê duwmîn de, Mîr Kamiran jî wek birayê xwe mîr Celadet li Beyrûtê, dest bi karê rojnamevaniyê dike û di sala 1943 an de, kovarekê bi navê Roja Nû, du zimanî Fransî – Kurdî diweşîne. Ev rojnameye xurû bi kurdiya latînî bû, di gel ku beşekî fransizi ji têde hebû.. Ji vê rojnameyê 73 hejmar hatine weşandin.H   hejmara pêşîn di 3ê gulana 1943 an de derketiye, hejmara dawîn 73 di 27 ê gulana 1946 an de derketiye.
Û di eynî salê de 1943, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan rojnameyeke din bi navê “Stêr” li Beyrûtê çap û belav kiriye, 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşîn (1) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya “Roja Nû” bû.
Di wan rojnameyên xwe de dijayetiya xwe ya ji bo Nazismê diyar kiriye û her wiha bê westan û rawestan, xwestiye ji cîhanê re kêşeya gelê xwe bide zanîn..
   Di sala 1947 an de Beyrûtê li paş xwe dihêle û diçe Parîsê, wek mamoste xebatê di zanîngeha Sorbûnê, beşê zimanên rojhilatê de dike..            
Biraziya wî Sînemxan Bedirxan dibêje; ((Mîr Kamiran heya temenê wî 17 sal bû gelek bîr û baweriyên wî li ser îslamê bû.. Wî gotibû: Baweriya min bi Islamê gelek hebû ji bo min parastina vê olê tiştekî gelek girîng bû. Lê rojekê (Arif Beg (Jonturk) ko naskiriyê bavê wî bû û li dema xwe de dadwerê mezinê Stenbolê bû, di axaftina xwe de diyar kir ko nêzîkbûna jenosayda Ermeniya û domkir û got dema em ji wan biqedin roja Kurda wê bê. Kamiran rabû û derket bêyî ko silava wî mêrikî bike û got (vê carê ez têgihiştim ko biratiya misilmana bi tenê peyveke û êdî tu hêviya min ji Tirka nemaye û êdî divê destpêbikim dijî wan rawestim û şerê wan bikin)).
 Ji wê rojê ve dest bi  têkoşîna siyasî û çandî kiriye.
Piştî şerê cîhanê yê duwemîn berê xwe daye Fransa û di sala 1947 de li Parisê bi cîh dibe. Li Parîsê, navenda xwendina Kurdî vedike û dest bi karê nivîsandin û çapkirina belavokên di derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de dike.. Di sala 1948 an de diçe Wilayetên Yekgirtiyê Emerîka û memorandûmek li ser rewşa Kurda pêşkêşî sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî dike lê mixabin ti bersîvê wernagire. Di heman demî de xwendina zimanê Kurdî li zanîngeha zimanên Oryantalî ya Sorbonê vedike û dest bi dersên zimanê Kurdî dike. Di sala 1954 de dizewice.
Ji salên 1961 ê pêve tev kar û xebatên xwe dike bin xizmeta şoreşa Kurdî ya ku bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî destpêkiribû û bala dewletên mezin dikşîne li ser kuştin û şewitandina gundên Kurdan û rojnamevanên biyanî amade dikirin ji bo çûn û hatinên Kurdistanê.

 Di sala 1970 an de diçe Kurdistanê û têkilî Pêşmergeyan dibe û jiyana wan ji nêzîk ve dibîne. Her wiha berî ku koça dawî bike careke din diçe Kurdistanê û nemir Mela Mistefa Barzanî bi germî pêşwaziya wî dike û rola wî gelekî bilind dinirxîne. 
Di roja 04.12.1978, demjimêr 17:00 an de Mîr Kamîran Bedirxan, nivîskar, Helbestvan, Dîplomatkarê Kurd, Doktorê Hiqûq û Profesorê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Oryantala Sorbonê, li Nexweşxaneya St Paul li Parîsê koça dawî kir. Berî mirina xwe, termê xwe kiribû diyarî ji Fakultên Tibî re li Parîsê.. Anku bê gor e.

Berhemên Wî:
1 –  Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam 1938, 32r
2 –  Langue Kurde, Paris 1953, 253r
3 –  La Question Kurde, Paris 1959
4 –  Le Kurde Saus Peine, Paris 1965, 172r
5 –  Der Adler von Kurdistan, Postdam 1937
6 –  Destpêka Xwendinê, Paris 1971, 165r
7 –  La Lyre Kurde, Le Calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî)
8 –  Çarînên Xeyam
9 –  Dilê Kurên Min, Kitêbxaneya Hawarê
10 –  Elfabeya Kurdî Kitêbxaneya Hawarê
11- Xwendina Kurdî, Kitêbxana Hawarê Demascus 1938
12 – Dersên Şerîetê, Kitêbxana Hawarê
13 – Proverbes Kurdes (Metelokên Kurdî) Lucy Paule, Marguerite û Kamûran Alî Bedirxan, Paris 1937
14 – Le roi du Kurdistan (Qralê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Adolphe de Falgerolle. Paris 1937
15 – Der Adler von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Herbert Ortel. Berlin 1937
16 – Der Schnee Des Lichtes (Berfa Ronahiyê) Şihrên Kurdî Kamûran Alî Bedirxan û Dr Curt Wunderlich, Berlin 1937
17 – Edirne Sukutunun iç yuzu Kamûran Alî Bedirxan Celadet Alî Bedirxan Çapxana Serbestî
18 – Ji Tefsîra Quranê, Paris 1971
19 – Le Dossier du Kurdistan du Sud(Dosya Kurdistana Başur) Paris 1965
20 – Fêrbûna Xwendina Kurdî, 1968 Paris 61r
21- Turkçe izahli Kurtçe Gramer çapa 2 Ozgurluk Yolu Stanbol 1977, 60r
22 – Zimanê Mader, la langue Maternelle, alphabet et lectures Kurdes Paris 1965
23 – Zimanê Kurdî Gramera Kurdî, Tirkî Dr Kamûran Alî Bedirxan û S. Şivan Weşanên Kawa Stanbol 1976
24 – Nivîsa min, Mon Livre Cours Pratique de la langue Kurde Paris 1965
25 – Livres Scolaries Kurdes, Damas 1937
26 – Le calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî) Paris 26r
Berhemên Çap Nebuyî:
1-  Ferhenga Kurdî-Fransizî
2 –  Tefsîra Quranê (Bi tenê ji hinek sûreyan çap bûne)
3 –  Çar Încîl

Fermo vê nivîsa Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bixwînin, eva ku berî 78 salan di Hawarê de belav kiriye:
Dildizîya Gulekê
Li ber derîyê Diyarbekrê parîzekî mezin heye. Ev parîz bi sosin û rêhanan, bi lale û benefşan xemilandî ye.
Her êvar bayekî xweş û honik bi wan gulêlîkan re dileyize. Bihnûnî di hêlanoka bayî de xwe dihejînin.
Avên zelal ji sîngên quleteynan divizikin. Ji ezmanî, stêrik, bêdeng li wan fedikirin.
Di bin wê erdê de, di bînaniya hîmên wî parîzî de kortalek heye. Kortal, kortaleke tarî.
Di wê kortalê de Şêx Seîd bi hevalên xwe ve vaşartî ye. Ji wê kortalê deng nayit. Kortal ker û di guhdarîyê de ye.
Di wî parîzî de her şev gulek vedibit. Rengê wê ji lêvên bûkan sortir, pelên wê bel û geş in.
Gava destekî biyanî drêjî wê dibe, pelên gulê tên yêk.
Ew gul, guleke bi nav û deng e. Kurdên ku di şerê welatî de hazir bûn, dildizîya wê gulê dizanin. Dizanin ko spehîtî û geşînîya gulê nîşanek ji imîda Kurdistanê ye.
Dizanîn jî ku di nav her pelê wê gulê de hezar axên birîndaran, hezar evdên şehîdan, bi hezaran hêsirên sêwî û jinûbiyan, bi hezaran şînên welatîyan di xew de ne.
Şevkê, zabitekî dijmin, bi delala xwe ve hat û ket nav wî parîzî. Bi gavinên hişk û kanc pê li çîman û bihnûniyan kir.
Hêşînahiyên zirav şkestin, pelên kulîlkan ji hev ketin.
Di nav bayê êvarê de nalîneke zîz û zelûl hebû.
Zabit, çengê wî di bin çengê delala wî de, xwe da ber gulê û dest avêt gulê. Gul dil kir xwe bigre. Lê ewî ew çinî.
Wekî gul ket nav destên wî, sînga xwe vekir, xwe geş kir.
Her duwan ew bihn kirin û mirin.

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan
Hawar, hejmar: 5, 1932, Şam.

X
F
E
E
D

B
A
C
K