Kekê Mehmed tu û keda te ewê di dilê me de her bijîn!!!
Ev bû ya duyemîn di mehekê de*, xebera ne xwes belav bû. Bi dilekî xemgîn min bihîst ku Mehmed Uzun, nivîskarê hêja ji nav me koç kir. Hundakirineke mezin e. Ew ciyê wî ku bi dilxwesî, bi zewk û evîneke mezin dixwest dagire nîvenîv ma. Berhemên wî ku heta niha dane me gelekî giranbiha ne. Wî hê jî dixwest binivîse û gelek berhemên din pêskêsî gelê xwe bike. Mirinê zora wî bir û ew ji nav me qetand.
Bila serê malbata wî, gelê Kurd û hezkiriyên wî li hemû cîhanê sax be.
Memo, berhemên wî û evîna wî, ewê di dilê me gisan de bijîn.
Di sala 1980 de min Mehmed Uzun naskir. Li Swêd, bi xebata xwe ya kovara Rizgariya Kurdistan re mesgûl bû û berpirsiyariya wê kovara siyasî dikir. Mîna her car bi hêviyên mezin dijiya. Baweriya wî bi paserojên bash û xwes ji bo gelê Kurd hebû û ji dil ve kar dikir.
Pas 1980 me gelek caran hev li Swêd û bajarên din yên Ewropa dît. Li Bruksel, Parîs, Köln, Hamburg, Frankfurt, Barçelona, Amsterdam, Den Haag,… gelek demên xwes û ne xwes bi hevra bihurtin. Hin caran ji sedema xerîbî, tengasiyên rewsa siyasî û hin caran jî valahiya ciyê pêwîst ku Kurd tê de gerek bûn û hin caran jî sahiya biserketina hin xebat û berhemên di wan rojan de jiyan derbas dibû.
Memo, hêdî hêdî lê bi qerar têkosîna xwe domand. Nozdeh berhemên hêja, bi Kurdî, Swedî, Ingilîzî, Turkî, Holandî, Elmanî û hin zimanên din.
Endamê Rêxistina Nivîskarên Swêdî, Pen Kluba Swêdî, Rêxistina Rojnamevanên Cîhanê.
Her weha xelatên Yekîtiya Wesînerên Tirkiyeyê a Azadiya Ramanî û Raderbirînê, xelata Edebiyatê a Enstîtuya Berlinê, xelata Qelema Azadîyê a Torgny Segerstedt û di sala 2002-yê de xelata Stina Erik Lundeberg a akademiya Swêdê û xelata Rêzlêgirtinê a Hikumeta Kurdistana Federe. Bêgoman, eger mirinê zora wî ne biribane hem berhem, hem jî xelat zêde dibûn.
Di destpêka salên 1980 de wî biryar stend xebata di siyasetê de rawestîne û dest bi xebata edebî bike. Ü sal bi sal wî berhemên xwe dane wesandin. Nivîsa wî her tim di destpêkê de bi Kurdî bû lê di navbera salan de ew berhemên wî ku bi Kurdî dihatin wesandin, werdigerane zimanên din, mina Elmanî, Ingilîzî, Swêdî, Holandî, Turkî û hwd…
Di her sohbeta me de behsa evîna xwe ji bo edebiyatê dikir. Tî û birçiyê edebiyatê bû. Gelek dixwend û gelekî hez ji nivîsandinê dikir.
Demeke ew li Bruksel bû min jê re behsa "Mala Viktor Hugo" lê jiya ye kir. Wî di cî de xwest ku em herin wê malê bibînin. Em çûn û me dît. Li kêleka wê male Café ya Ermeniyên mihacirên destpêka sedsala 20 heye. Em li wira rûdinistin û berê xwe dida xaniyê ku Karl Marx di dema xwe ya Bruksel de alîkariya avakirina Partiya Ked ya Beljîka kiriye. Ev her du meriv jî bi mihacirî hatibûn Brukselê. Her tim digot "qahweya vî cî bi bîranînên van her du merivên kedkar xwes dibe".
Memo ji gerrê jî hez dikir. Dixwest dinyayê bibîne. Di her fersenda ku didît û çalakiyek li bajarekî Ewropa hebû diçû. Her serlêdana pêwîst dikir. Dostên xwe di demên xwes û nexwesiyan de ziyaret dikir. Ji sedema ku Bruksel navenda Ewropa ye û ew gelek caran di ser Beljîka re dibihurt rêya xwe dibirrî û serek li Enstituya Kurdî ya Brukselê dida. Pas sohbeteke kurt yan dirêj dîsa li trêna xwe siwar dibû û rêya xwe dewam dikir. Tim devbiken û tim bi hêvî bû. Her tim projeyên xebata edebî di sere wî de bûn. Ji kar û projeyan pê ve xwe tûsî ti karên din nedikir. Nivîs, nivîs, nivîs bû xeyalên wî.
Yek tistê wî hebû ku ez her tim jê diteqiyam, sebra pê re! Sebra Eyûb ku qet û qet terk nekir. Ez jî bi sebr im û dikarim li hêviya hin tistên pêdivî pê heye rawestim. Lê ya wî gelekî zêde bû. Ev jî yek ji xusûsiyetên wî bû! Kekê Mehmed tu û keda te ewê di dilê me de her bijîn!!!
Enstituya Kurdî ya Brukselê Bonneelsstraat 16,
B-1210 Brussel [email protected]
tel. +32-(0)2-230 89 30
fax. + 32-(0)2-231.00.97