Min Nazif Telek bes carekê li Elmanya dîtibû û ji sedema konferansê pê re mecal nebû pir biaxavim. Lê di wê dema kurt de pênc-şeş berhemên xwe dane min ku deynim arşîva Enstituyê.

Dema me xatir ji hev xwest wî bi zimanê Tirkî xwest li ser girîngiya xebatên saziyên mîna Enstituyê tiştekî ji min re bêje. Dît ku ez bi Kurdî pê re diaxavim û ji Turkî re bêdil im (herçend e Turkîya  min baş e û ez dijî zimanan, Turkî jî di nav de, nînim) bi kurtî, lê bi Kurdî ji min re got ‘Enstitu muhîm e, karên hun dikin pîroz e, dewam!’ Ew pirtûkên wî di arşîva Enstituyê de di sala 1998 de bi arşîma me re (nêzî 5500 pirtûkan) û tev xanî û tiştên din ji aliyê 300 nîjadparêz û faşîstên Turk ve hat şewitandin. Ji wê demê û paş de me xebateke xurt kir ku hem pirtûkên wî û hem jî gelekên din dîsa li arşîvê bidin hev. Ev bû heft sal ku me dîsa biqasî 2500 berhemî li hev daye hev.

Weha xuya bû ku Nazif Telek girîngiya hînbûna zimanê welatê ku lê têgihisştibû û berhemên xwe bi wî zimanê jî dinivîsî. Yan werdigerand. Bi serê xwe, bi sebir û ronakbîrî xebata xwe domand û berhemên bedew li pey xwe hiştin.

Mirina nazif Telek hundabûneke mezin ji bo malbata wî, gelê wî û ronakbîriya Kurdî ye. Serê malbata wî bi teybetî û gelê Kurd sax be!

Derwich M. FERHO

Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 – 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

[email protected]  –  www.kurdishinstitute.be

 —————————————————————–

http://www.lotikxane.com/derwesferho.jpg&imgrefurl=http://www.lotikxane.com/derwes%2520nazif%2520telek.htm&usg=__-yJ_XoAwvvJSXq3ypUCm4YiYuNU=&h=186&w=202&sz=13&hl=nl&start=74&tbnid=hm3RGsRpDWifdM:&tbnh=97&tbnw=105&prev=/images%3Fq%3DDerwich%2BM.%2BFerho%26gbv%3D2%26ndsp%3D20%26hl%3Dnl%26sa%3DN%26start%3D60

F
E
E
D

B
A
C
K