Ev bû çend sal ku Azadiya Welat wesana xwe didomîne. Berpirsiyarên wê gelek zehmetî û zor dîtin. Xwendevanên wê jî zora dewletê jiyane. Yên ku dinivîsin, yên ku dixwînin û yên ku alîkariya jiyana wê jî dikin tev tusî zor û zilma dewletê dibin. Di eynî demê de yên ku li ser wan tê nivîsîn jî di bin zordariyeke hovane de ne! Kurd, bi gistî hovîtiyeke bê sînor dijîn. Lê dîsa, Azadiya Welat jiyana xwe bi Kurdî û bi serbilindî didomîne. Ev karekî pîroz e!
Li Beljîka, têkosîna ziman ji jiyana neteweyê Flaman nayê qetandin. Pirsa zimanê xwe û neteweyê xwe kirine yek. Sedem; di destpêka avabûna Beljîka de, Frensizan jiyan bi temamî li Beljîka bi zimanê Frensizî avakirin. Siyaseta zimanê navendî mesandin. Li her qada jiyanê, di nav her cî û heremê de, ji bo her awayê jiyanê Frensizî mecbûr kirin. Kes û civaka ku bi zimanê xwe, Flamanî, diaxivîn, bi gelek awayan tewanbar dikirin. Bi çavekî kêm li wan dinêrîn. Ji gelek mafan bêpar dikirin. Kompleksa piçûkbûn û kêmbûnê di nav civaka Flaman de çandin. Siyaseteke weha mesandin ku zimanê Flamanî bêkêr û zimanê Frensizî girîng bû.
Di navbera 1815 û 1830 padîsahê (Nederland) bi navê Willem I di hember vê siyaseta navendî têkosîn kir. Lê bi ser neket. Ronakbîrên Flaman pas demekê dest bi têkosîneke taze kirin. ‘Evîna ji bo ziman’ ji xwe re kirin slogan û dijî frensizîbûnê di nava gel de xebitîn.
De sedsala 19 da jiyan bi temamî Frensîzî bû. Flamanî, bi teybetî li Flander, bi temamî terkî qedera mirinê bûbû. Balkês e ku kesên nizanîbûn bi Frensizî biaxivin, ji bo kar bi rehetî ber bi Walonië (herêma Frensizan) dihatin sandin. Bi wî awayî, hem li Flander û hem li Walonië asîmîlasyon, dihate kirin.
Ji 1840 û pas de Flamanan hêdî hêdî jiyana bi Flamanî di nava civaka xwe de daxwaz kirin. Li kêleka Frensizî zimanê xwe jî di xwendegehan de xwestin. Pas salên serê yekê yê cîhanê xwendegehên bi zimanê Flamanî dest bi vebûnê bûn.
Pas re mafê bikaranîna zimanê xwe di mercên sahredariyên xwe de xwestin. Ev daxwaz di xwendegehên navendîde û yên bilind xwestin. Jiyana Flamanî di zanîngehan de û hêdî hêdî di nava mercên dewletê de xwestin. Di nava hêza leskerî de xwestinên xwe kirin. Bi ketin û rabûnan, bi gelek zehmetiyan di têkosîna ji bo zimanê xwe de bi ser ketin.
Ji bo di zanîngehan de bi temamî zimanê xwe, Flamanî,bikar bînin têkosîna xwe heta salên heftêyî berdewam kirin. Perwerdeyayîya Frensizî bi carekê ji hemû Flander, ji hemû xwendegehên xwe dûr xistin. Zimanê sereke kirin Flamanî û zimanên din (Frensizîzî ji pê re) bi awayekî xurt hînbûn. Ji ber vê sedemê ye ku bi awayekî gistî flaman pirrzimanî ne. Eger fersend bibe careke din bi ferehî li ser têkosîna Flamanan li Beljîka bi ferehî dinivîsim.

Min ev mînaka han nivîsî ku bixwazim bi xwendevanên Azadiya Welat bidim zanîn ku wesana vê rojnamê çiqasî pîroz e û giring e berdewam bibe.

Jiyana li Kurdistan, di her qadî de bûye bi Turkî. Tistekî min li hember zimanê Turkî nîne. Lê ev siyaseta Turkîkirina jiyanê ku li Kurdistan tê mesandin jenosîdeke fereh bi xwe ye. Têkbirina zimanê Kurdî û bicîkirina jiyana bi Turkî hundakirina kesayetiya neteweyê Kurd e. Bi her awayê xwe, di her qadî de: kultûr, civak, ol, orf û aded, ziman tê Turkîkirin. Kurdî hunda dibe û dema Kurdî hunda bibe jî Kurdbûn namîne. Netew hunda dibe. Navê vê yekê jî jenosîd e.

Ji bo vê yekê Azadiya Welat karekî pîroz dike û gerek e em tev alîkariyê ji vê bîr û baweriyê re bikin. Karekî pîroz e. Karê pîroz jî hêjayî lêxwedîderketinê ye.

F
E
E
D

B
A
C
K