Berî 2 salan ez û birayekî xwe, me xwest di deriyê Nisêbînê ve derkevin Bakur. Li ser sînor, xortekî kurd pasportên me ji dest me girt û xwest zû me ji karên burokratîk xelas bike. Dema navê Haco di pasportan de dît, besisî û got: Heyra em dijminên hev in. Çima tu nabêjî ew jî nevî yan nevîçîçirkekî Cimo ye. Pistî ku xwe bi me da nasîn, birayê min jî bi dêmek vekirî lê vegerand û got: Welah birazî me bi xwe ev dijminatî jibîr kiriye. Dîsa bi besisandin vî xortî got: Na apo ez henekan dikim. Me jî ew jibîr kiriye.
Berî çend rojan hat gotin ku birêz Yuksel Acer ku ji malbata Cimo ye, ji aliyê DTP’ê ve ji saredariya Midyadê re berendam hatiye pêsniyarkirin. Ez bi vê pir kêfxwesbûm.
Dilxwesiya min ji wê tê, ku çi nemabû, em rojavayî ji rewsa bakurê Kurdistanê, pistî xewa giran a ku ji serhildana dawî ya Sêx Riza di sala 1937’an de ta 15’ê tebaxa 1984’an, bêhêvî bibin. Lê xwesbextane, pistî cangoriyên mezin, çi di rêzên çekdarên serê çiyan de û yên xebata sivîl -bi taybetî di destpêka salên 90’î de li ser destên "kujerên nediyar" – , ji  lehengên xebatên rêxistinkirî ya lêgal ji DEP û HEP ta DTP’e, ta  xwepêsandanên NEWROZAN, çalakiyên sendîkeyên karkeran, jinan, dayikên sehîdan li Ewropa, Metropolên tirkan û gelek deverên din – parçeyên dinî Kurdistanê di nav de – hêvî û bendewarî roj bi roj mezintir dibin û azadiya gelê me li bakur ketiye rêça bêveger.
Binavkirina xanim Yuksel Acer tê wê wateyê ku Tevgera Azadîxwaz di warên civakî de jî gavên pêwîst diavêje. Lihevanîna malbat û esîrên kurd ku dewleta tirk hinin ji wan xapandibûn, yek ji karên civakî yên pîroz e.  
Binavkirina birêz Yuksel Acer bûyerek din anî bîra min. Di destpêka salên 60’î, ya sedsala borî de riya min bi Stenbolê ket. Du pismamên min li wir dixwendin. Komeleyek bi navê xwendevanên Midyadê – ku navê wê yî tirkî hew tê bîra min – hatibû damezrandin. Yekî ji van pismaman "I"ji min xwest ku ez jî tevlî civîneke wan bibim. Pismamê min ên din "S" xwe neda ber ku ew jî di vê civînê de cih bigre.
Ez û "I" û xwendevanên dinî Midyadê bi dîtina wî "S" mirovên germ û bêaqil bûn. Digot ku kengî ew xwendina xwe bidawî bike, dê hingî ji gelê xwe re xebatê bike. Lê mixabin ew çiqasî bi xwendina xwe ve ber bi dawî ve diçû, ew qasî ji gelê xwe dûr diket. Bavê wî niha sercerdevanekî bi zengil e. Ew bi xwe ev çend car in ku dibe parlementer. Her dem di lîsteya rêxistinek ji yên sistema dewleta tirk de. Ev rêxistin CHP, DOGRU YOL, ANAP, AKP’e an heta MHP’e bi xwe be, ji wî re ne xem e.
Rûmet, xîret û serbilindî çi ne, gotin û wêje ne ku di ferhenga kesên wiha de peyda nabin. Ji vê têgistinê wêrantir ew e ku mirovên wiha, xwe jîr, zana û dûrbîn dibînin.
Mirov dikare ta îradeyekê reftara van kesan biguvitîne. Ev kesên ku di biryar û kiryarên xwe de pir zelal in. Tûrikên ku dijmin ji wan re tijî ceh û ka kiriye, xistine stûkura xwe û jê diçêrin, lê ev nezelalî û xwexapandin a hin ji "aqilmendên" me , ya ku bi navê rexnekirinê, tevgera gelê xwe, li Bakur, kirine armanc, ew e ya ku mirov qolincî dike û dihêle ku mirov car caran nêzîkî bêhêviyê bibe û ji xwe bipirse; gelo ev derdorên xêrnexwaz in ku histine neteweke 40 milyonî nebe xwedan statûyeke azad? Ev tevgera ku ji 4-5 kesan dest pê kir û gihist asteke wiha ku çavê bi milyonan kurdên xwe jibîrkirî vekir. Tevgereke ku baskê Basûr ji NATO, ev 25 sal in ku bi hêza teknolojiya herî pêsketî ya sedsala bîst û bîstûyekan, serê wê dike, lê nikariye wê simxur bike. "Aqilmendên" me bi çavê ku ev cemawer ê bi milyonan her roj diherike kolananên seranserê gund û bajarên Kurdistan, Tirkiye, û Ewropa, garanek an keriyekî pez e, ne tistekî din e. Li gorî van xêrnexazan Musa Anter, Wedat Aydin, Mazlûm Dogan, 4 lehengên ku ketin rojiya mirinê ta can û giyanên xwe dan, tenê mirovin fanatîk bûn.
Dîsa ew camêrên ‘aqilmend’ îdia dikin ku Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dicle û Selîm Sadak, ne kesin xwedan îrade ne, mirîd in ku tenê sasik û erbane ji wan kêm in.
Heta ew hêj wêdetir diçin. Ez ji "têkoser" û gernasên van "aqilmendan" dixwazim ku ew jî, di ber bîr û baweriyên xwe yî pir "rast û asê" de, çalakiyek 10 rojî ji rûnistinê, li pêsberî dezgehek ji yên desthilatdaran de, pêk bînin. Ez ji wan naxwazim ku bikevin rojiya mirinê, yan hefteyekê li serê çiyayê Agirî,  Xakurkê yan lûtkeya Mereto, di bin xaniyên ji naylonan de biqedînin. Ma fîzyolojiya lasê wan ji ya Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Bahoz Erdal cudatir e? Ma qey wan bi qas aqil nîn e ku pirsa; ‘Ma kî dixwaze rahêje vî barê giran û keda ji xwîn û xwêdanê?’
Dema mirov hin ji rojname û malperên zer ên van aqilmendan, ku bi nûçe û sîroveyên seyr tên dagirtin dixwîne, yekser lê tîne der ku hûnandina wan ji 3 kaniyên sereke der tên. Mixabin ku kaniya yekem kîn û çavnebarî ye, ya duyem berjewendî ye û ya sêyem rengek ji têgihistina celebek ji serokesîran e ku dibêjin em û ne kesek din.
Heger van "aqilmendên" me bi "pirrengî" û "pirdengî"ya ku ev 40-50 sal in, sibê û êvarê pê bang dikin, lê yek ji wan "proje" û "program"ên din napejirîne, berevajî salek tê ve naçe bê ku ew xwe bi xwe bikevin pêsîra hev, û dawî, ji partiyeke wan 2-3 partiyên nuh tên afirandin, heger van "aqilmendan" mînakek bastir biafiranda, dê ne ew, PKK’e û rêxistinên pê ve girêdayî, marjinalize bûbûna.
Moda herî dawî ku van "aqilmendên" me pê girtine ew e ku AKP’ê li ber çavên gelê kurd – ne tenê li Bakur – sayik û sîrîn bikin.
Lê bibêje çawa rîp û sivîleyên dewleta tirk, niha di kesayetiya AKP’ê de, çawa roj bi roj ji gelê me re ronîtir dibin, ew qas jî hêvî û prognosên van aqilmendan jî pûç dibin. 
Di hilbijartinên 29’ê adarê de ji bilî slogana "yan serkeftin, yan serkeftin" pê ve nema ye.
Tevgera azadîxwaz, yek ji "qereqolên" ku di mejiyê min û xanim Yuksel Acer de hatibû avakirin, rakir. Ez bi xwe pir spasdarim û bêguman birêz Acer jî, dê bi rêvebirina kar û xebatên xwe ji saredariya Midyadê re kêfxwes û serbilind be.

 

F
E
E
D

B
A
C
K