Roja pêncşemê êvarê, saet di navbera 19.00 – 20.00 de Enstituya Kurdî ya Brukselê bernameyeke agahdarî/munaqeşe li ser projeya bi navê Modela Rojava –  NETLAB-PROJECT  amade dike.

Ev projeya Enstituya Kurdî ya Brukselê, bi erêkirin û alîkariya Hikûmeta Flaman li Beljîka pêk tê. Armanc, bi awayekî berfereh Modela Rojava li nav Beljîka were nasandin, axaftin û munaqeşekirin.

NETLAB: “Hevkariya navbera çandên cuda û hemwelatiya çalak li herêmê”. Hedef, projeya li Rojava pêk hatiye û wek mînakê ye ji bo hemû Rojhilata Navîn, li Flander bidin nasîn û derfetên hevkariyeke di warê jiyaneke bi hevra, pirrreng, pirrdeng û hemwelatiya aktîf de peyda bikin.

Di bernamê de agahdariyeke kurt lê têr li ser hedef û rêçika projê te dayin. Konfederasyona Demokratîk ya Rojhilat/Bakurê Suriyê (Rojava) dikare çi tesîr û pêşengiyê bike ji bo jiyana pêkhev li herêmeke mîna Flander (li Beljîka).

 Zozan Alloush, nûnera Konfederasyona Demokratîk ya Rojhilat/Bakurê Suriyê (Rojava) li Beljîka beşdar dibe, agahdarî dide û bersiva pirsan dide.

 BI rêya lînka (https://www.kurdishinstitute.be/contacteer-ons/) beşdarî mimkin e. Di beşa  ‘Bericht’ de nivîsandina “Rojava 4-03” bes e. Nivîsandina maila xwe ji bîr nekin. Paş xwe nivîsînê lînaka beùdariyê ji we re tê şandin.

F
E
E
D

B
A
C
K