Ne serpêhatî, çîrok!… Ji ber ku, bi navê herêmî Dêr Emer, bi navê ola Suryanî Mor Gabriêl, sembolek e û ji aliyê her baweriyên herêmê ve pîroz tê dîtin. Ya herî giring ew e ku, bandor li her kesî kiriye. Yek Dêr Emer, ya din jî Hexê Bêsa!… Ev her du parêzgehên pîroz xwedî taybetmendiyên cûda ne. Li ser navê wan jî çîrokên cûda têne gotin. Lê mijara me Mor Gabrîêl-Dêr Emer e. Li ser navê Dêr Emerê çîrokek heye. Çîrok gelerî be jî, çêkiriye û berhemê misyonerên misilmantiyê ye. Lê xala herî giring ew e ku, ya Mor Gabriel cihûwarekî xwedî ZÊW- SÊHR e. Zêw, bi zimanê Suryanî “sêhr”, tevgerek civakî ye; têkiliya mirov û axê, mirov û xweza, mirov û astiyê, mirov û saristaniyê, mirov û aboriyê, mirov û kultûre, mirov û civakê destnîsan dike.
Mor Gabriel, Dêr Emer, ji aliyekî ve xwedî nirxekî mîstîk û ezmanî ye. Ev xisleta wê, taybetmendiyek cûda jî didiyê. Ev bawerî, qinyat û aliyekî sofîstîkiya derwêsî û îlahî diragire. Her çiqasî tê gotin ku, xwedî dîrokek 1600 salî ye jî, zêdetir e. Ji ber ku di hevoka pêsî ya dîroka Mor Gabriêl de tê gotin:, “Mor Gabrîêl, cihê agirperestan bû, Mor Smuel ji Qertmînê çû û kire dêr.” Di malpera Mor Gabriel de, dibêje “ji aliyê Mor Smuel ve (O. 409) an de hatiye damezrandin. Di navbera her du dîrokan de, sedsal hene, lê ya giring misyon û rola vî wargehê pîroz ya li herêmê ye.
Mor Gabriel li herêma Tur ul Abidîn, bi nave kurdî li Çiyayê Hevêriya ye û xwedî rol û misyonek civakî û olî ye. Lê ev rola civakî û olî, di her êrîsa dagirkerî û talangerî de bûye hedef. Di dema ku hêzên misilman ketin herêmê û heta îro, ji êrîsên dagirkerî, talangerî û desdirêjiyan xelas nebûye. Gelek axayên herêmê jî, li hemberî Mor Gabriel bextresî kirin û xwestin talan bikin. Pêwist e werê zanîn ku, kes û derdorên hêza talankirin û destdirêjiyên li Mor Gabriel, di xwe de dîtine, her dem alîgîr û hevalbendên dewletê ne.
Îro, direkt bûye hedefa dewlet û desthilatdariya AKPê. Biryara dawî ya dagirkirina daristan û zeviyên Mor Gabriel jî nîsaniya vê ye. Gundên ku, li dijî Mor Gabriêl doz vekirine, derewan dikin, ew zevî, daristan û çiya ne yê wan e û têkildarî dewletê hereket dikin.
Biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyê jî, îdeolojiya îttîhadiyan ya qirkirina gelê Suryanî ye. Biryar dide xuya kirin ku, di sexsê Mor Gabrîêl-Dêr Emerê de, qirkirin û talankirina gelê Suryanî berdewam dike. Di destpêka sedsala bîstûyekê de, li hemberî gelê Suryanî sucê mirovahiyê tê kirin. Sûrê îttîhadiyan yê li dijî gelê Suryanî, di sala 1915an de ji kalan hate kisandin û hîna ne ketiye ciyê xwe. Ev hismendî û îdeolojiya qedîm ya dewleta Tirk e.
Îdeolojiya fermî, di nava demê de wek siyaseta rantê pêsket û axayên herêmê, burokrasiya dewletê bûne parçeyek ji vê rûresiyê. Gelê Suryanî weke çavkaniya rant û talangeriyê hate dîtin. Ew gundiyên ku li dijî Mor Gabriêl doz vekirine jî, bi deh salan ji xêr û bereketa mal û mewdanê dêrê sûd girtin.
Gelê Suryanî xwedî dîrokek trajîk e û wek birîna mûmarî hîna jî berdewam dike. Di herka dîrokê de, bûyerên derketin pêsiya gelê Suryanî biqasî bûyerên Tewratê trajîk û drametîk in.
Mor Gabriel jî hîna pêvajoya salên 1915an dijî. Ne gundiyên Qertmînê, ne gundiyên Zinewlê, ne gundiyên Xirbih û Dawrîkê, ne jî axa, esraf û burokrasiya dewletê bi tenê, dewlet bi xwe jî, gelê Suryanî kiriye hedefa xwe. Dewleta ku berî niha banga vegerê li Suryaniyan dikir, îro berê xwe daye gelê Suryanî û di sexsê Mor Gabriêl de, qirkirina gelê Suryanî da destpêkirin. Êdî lîstikên qirêj û gemarî vekirî têne lîstin. Di dema dagirkeriya Kibrisê de jî, hate xwestin ku lîstikek bi vî rengî bikin pratîkê, lê xwedî xîret û rûmetdarên Kurd, rê li ber bûyeran girtin û mîna salên 1915an li Êstilê û Mala Osman dijberiya xwe nîsan dan. Îro xuya dike ku, Kurdên bi rûmet û xîret jî ber sibaqa dewletê û rûresên Kurdên Îttîhadî ketine, li herêmê bê bandor bûne, nikarin dengê xwe bilind bikin.
Divê werê zanîn ku, di pratîze kirina qirkirina modern de gunehkariya rêxistinên siyasî yên gelê Suryanî jî heye. Pêwist e berî her kesî ew rêxistinên siyasî xwe, têkiliyên xwe û siyaseta xwe di bin çavan re derbas bikin.
Dagirkeriya li dijî Mor Gabriêl, bi kanunên Tirkiyê hatiye pêkanîn û tê xwestin di qada navneteweyî de mesrû nîsan bidin. Lê bas tê zanîn ku kanunên Tirkiyê antî-demokratîk in û li dijî mafên mirovan e, nasnameya gelan red dikin. Kanunên wiha derî huquqê gerdûnî ne û mesrûtiyeta wan nîne. Eger huquqê dewletî, derbixin pês jî, mîna di mijara mal û mewdanê Rum, Ermeniyan de hate xuya kirin, zêdetir zor heye. Zor jî bi kanunan mesrû nabe. Biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyê antî-demokratîk e û dagirkeriya Mor Gabriêl mesrû nabe. Huquqê ku nasnameya gelan, hebûna gelan “mulga” bike, di huquqê gerdûnî de erê nabe. Ev kiryarek derî xweza, derî însanî û antî exlaqî ye. Huquqê derî xweza, derî insanî û antî-huquqî mesruiyeta xwe nîne. Lewma biryara Dadgeha Bilind ya Tirkiyê jî antî-huquqî ye, antî- însanî û antî exlaqî ye. Navê wê yê rastî, dagirkirina Mor Gabriel e û ji nû de dest pê kirina ferman-seyfoya gelê Suryanî ye.
———–
Wê dewam bike