Birêz Serok,
Bi bijartina cenabê we ya serokatiya Emerîka, li tevahiya cîhanê bayekî astî û demokrasiyê bizivî. Bêguman gelên ku dixwestin bi vî bayî henase bikin, aram û bi rûmetdarî bijîn hebûn. Yek ji van gelan jî Gelê Kurd bû û bi deh salan e ku ji bo azadiya xwe, pêsxistin û parastina kultura xwe, nasname û jiyaneke bi rûmet têkosînê dike. Têkosîna Gelê Kurd, ya azadî û jiyaneke bi rûmet, sedsal derbas kiriye. Pêwiste werê zanîn ku, Gelê Kurd hatiye inkar kirin, nasnameya wî, zimanê wî hatiye qedexe kirin û besek Kurd jî, li ser xaka bavûkalên xwe bê nasname dijîn.

Gelê Kurd, di destpêka sadsala bistan de, rastî komkujiyên mezin  hatin.  Bêguman destiniya civaka Kurd û cofraya Kurdistanê bû yek û di nava jiyaneke bê nasname û  înkarê de hate fetisandin. Ev siyaseta kujerî heya îro jî dewam dike. Çekên kimyewî jî di nav de, bi her cûre çek û kiryarên qirkirinên fizîkî re rû bi rû ma. Ev tunekirina cografîk û civakî, ne tenê di aliyê civakî de, di aliyê redkirin, bê nasnametî de, di bawerî kultur, ziman û edebiyatê de jî bi dijwarî  derkete holê. Di heman demê de, zarokên vî gelî,  ji perwerdehiya bi zimanê zimakî bêpar hatin histin. Pêwiste werê zanîn ku her  nirx û pîroziyên mirovahiyê li vî gelî hatiye qedexe kirin. Ev gelê ku berhemên dîrokî wekdestanên epîk ku bi yên Yewnanan re, bi romantîzma Ingilîzan re, bi feylesofiya gelê wek Emerîka û Frensa re pêsbaziyê bike afirandine. Mixabin ev gel bê ziman, bê edebiyat û bê perwerdehî hatiye histin.

Birêz Serok,
Cenabêjî bas dizane ku cîhan,  ne tenê nirxên meddî ne û ya mirovên ku “yek dikene, yê din digirî” ye. Cîhan ya mirovahiya ku bi hev re bikenê ye. Ev rastî herî bas ji aliyê gelê Emerîka ku îro, cenabê we temsîliya wê dikê  tê zanîn. Ji ber ku Ewmerîka serekî hundirîn û bûyereke drametîk ya spî û resikan jî derbas kiriye. Bi vê pêwanê, cenabê we, giringiya nasname, edebiyat û perwerdehiyabi zimanê zikmakî,  bastir ji her kesî dizane û fêm dike. Bêguman, afirgeriya berhem û nirxan, bi zimanê gelan, ji bo

Gelê Kurd, li Kurdistanê  û di nava mozaîka gelên li Mezopotamya de, di herka dîrokê de, di nava astiyê de, bi biratî û hevakriya dilsozî  jiya ye û ev rêbazên pîroz kirine bingeha jiyana xwe. Di vê çarçovê de, gelê Kurd di sedsala bîstûyekê de  û di nava sîstema cîhana global de; bêyî ku destîniya cografîk bike xeleka jiyanê, di nava sinorên dewletên têkildarî pirgsirêka Kurd de, bi misoger kirina Destura Bingehîn, di xwaze ku di nava malbata cîhanê de, bi nasnameya xwe  bi rûmetdarî bijî. 

Em nivîskar, rojnamevan û rewsenbîrên ku hatine sergom kirin û mafê jiyanê li welatê xwe nedîtine, me xwest ku bi vê namê rewsa xwe ragihînin cenabê we jî.  Me nivîskarên Kurd, xwest ku bi vê bang û awazê,  di sexsê cenabê we de, bang li vijdanê cîhanê teva jî bikin.

Birêz Serok,
Em kesên ku nav û sannameya wan li jêr in, nivîskar, rojnamevan û hunermendên Kurd, ji welatê xwe ku bûye destpêka mirovahiyê, mecburî revê bûne. Em dixwazin ku azadiya xwe di zimanê xwe de, di edebiyat û pêsxistina kultura xwe de li ser xaka xwe bijîn û zarokên gelê me jî di dibistanan de, pirtûkên me bixwînin.

Ev jî, bi astiyeke mayinde û çareseriyeke demokratk li Tirkiyê û Kurdistanê dikare mumkun bibe. Çareseriyeke wiha ya astîyane û demokratîk, ne tenê li Tirkiyê û Kurdistanê,  li Rojhilata Navîn  û tevahiya cîhanê, wê bibe sedema aramî û xwesiyekê. Bêguman ev çareseriya astiyane û demokratîk, wê ji bo  hêzên ku hêviyên xwe bi baweriyên radîkal ve girêdidin re jî bibe dîwar û mertalek. Gelê Kurd, li çar parçeyên Kurdistanê û di nava 4 dewletan de, çareseriya di nava tixuban de û di sîstemeke li ser wekheviya nasneme û hevkariya biratî û dostanê dixwaze. Di van daxwazên maqul de, guman tê de nîne ku,  pêsengiya cenabê ya çareseriya demokratîk, wê bîbe qonaxeke dîrokî.  Ji ber ku cenabê we, miratzadeyê astîxwaz û demokratîkbûna Lincolnan e. Ev jî binbarî û berpirisyariyeke ‘hawarîtiyê’ jî li ser milên cenabê we dike.

Birêz Serok,
Ji bo ku zarokên me, bi ziman zikamkaî perwerdehiyê bibînin, pirtûkên ku em bi zimanê zikmakî dinivîsin bixwînin û em jî, li ser cografya xwe, azad û bi nasnameya xwe bijîn; bi vê nameyê me xwest ku dengê nivîskar, hunermend û rewsenbîrên Kurd bigihînin cenabe we. Hêviya me jî ew e ku hun bi binbarî û berpirsiyariya mîratzadeya Lincolnan, dengê me bibihîzin,  daxwazên me li ber çavan bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî bikevin nava hewldanan.

Bi rêz û silavên dilgermî.

Medeni FERHO Journalist / Writer,  Dr. Bengi Haco,  analyst, Derwesh M. Ferho President Institu Kurd of Bruxel, Tariq Hemo Journalist, Dr. Xalid Isa Analyst – historiographer,  Nazîf Mayi Teacher /-writer,  Rojan Hazim, Writer, Hosheng Biroka Analyst – Writer, Faysal Dagli Journalist, Rukiye Ozmen Writer, Faruk Sakik Journalist, Diyar Bohti Journalist – writer, Jir Dilovan Writer, Newaf  Xelîl Poet, Mirhem Yigit, writer, Hosheng Ose Poet, Dana Celal Writer / Journalist, Fevzi Ozmen Writer / advisor, Aziz Ogur Journalist, Fergin Melik Aykoç Teacher / writer, Mehmed Drews Journalist, Kaksar Oramar Journalist, Semdîn  Craftsman, Ejder Sêxo Journalist, Feqir Ehmed Poet, Saman Nurî, journalist, Y. Serhad Bucak, Journalist,

Brussel:  11 / 01 / 2011

F
E
E
D

B
A
C
K