Balkêş e ku di sedsala bîstûyekê de û di cîhana global de, Rewşa li suriye her diçe xerabtir dibe. Her diçe şer dijwar dibe, xwîn zêde tê rijandin. Faşîzmeke ku bi nijadperestiya sedsala navîn werê bi navkirin pêşdikeve. 
Di pêvajoya ku wek bihara gelên Rojhilata Navîn tê binavkirin  û gelên herêmê li maf û jiyaneke bi rûmet, aştîxwaz û demokratîk dixwazin de, nejadperestiya Ereb, di çarçoveke reşbînî û tolhildanî de, di nava erebên Suriye de pêşdikeve û bilind dibe. Erebên  li Suriye, bi nijadperestiyeke dijwar nêzîkî Kurdan dibin û  eşkere Kurdan înkar dikin. Hebûna Kurdên li Rojavayê Başûrê Kurdistanê inkar dikin. Kurdên li Rojavayê Başûrê Kurdistanê wek ereb bi navdikin.
Bêguman dema ku vê zihniyetê derdixin pêş û iddîa nijadperestiya faşîzan diparêzin, zimanekî tehdîdkar  jî bikartînin.
Minaka heri dawî û darîçavan “Konferansa Opozisyona Suriye li Stembolê” ye. Di Konferansa ku dibin sîwana Desthilatdariya  dagirker û şovanîst AKPê de çêbû de, biryarên balkêş jî hatin standin. Yek ji van biryarên sosret ew e ku, navê Komara Suriye, weke Komara Ereb a Suriye hate bi karanîn e.
Mînaka Tirkiyê, ku Kurdistan, Anatolya, Lazistan, Kapadokya cografyayên gelên cûda ne, wek Komara Tirkiyê hate bi navkirin û di nava demê de, gelê Rum, Laz, Ermenî, Suryanî, Çerkez, Gurcu, Tereke teva qirkirin, asimile kirin û zihniyeta ’yek dewlet, yek netew, yek al, yek ziman’ derxiste pêş û îro, di Destura Bingehîn ya Tirkiyê de gotina ”Her kesê di nava sinorên  Tirkiyê de dijî, Tirk e.” Ev îdeolojiya bingeha  faşîzmê ye, dibin pêşengiya stratejîsyenên Tirk de derkete holê û navê qedîm yê Suriye, di rengê netewparêziya şovenîst de hate guhertin.
Di çapemeniya Ereban de jî, tê xuya kirin ku nijadperestiya şoven a li dijî gelê Kurd, li tevahiya cîhana Ereban bela dibe. Ev rewşeke metirsînî ye û pêwiste pêşî lê werê girtin.
Em weke Kongreya Neteweyî a Kurdistanê, dibin her cûre hoy û mercan de, berjewendiyên Kurd diparêzin  û rewşa nû ku li cîhana Ereb de derdikevê holê, hêdî hêdî bi gewde û can dibe, bi balkêşî dişopînin. Di vê çarçovê de, em bala saziyên Kurd, hêzên Kurd û rêxistinên Kurd teva dikişînin ser vê xala giring. Da ku li gorî vê rewşa metirsînî û pêla dijminatiya nijadperestiya şoven tedbîrên xwe bistîne. Bêguman tedbîra herî mezin pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ye. Pêwiste werê zanîn ku dewletên dagirkerên Kurdistanê û destekvanên wan, ne dostên Kurdan e û çarenûsa gelê Kurd jî yeke. Çarenûsa parçeyekî ji ya Kurdistanê tevahiya Kurdistanê alaqadar dike.
Pêwiste tevahiya Kurdan, tevahiya hêzên Kurdan, li hemberî vê opozisyona nijadperestiya şoven a Ereban tedbîrên xwe di aliyê siyasî, dîplomatîk û xwe-rexistiniya civakî û ekserî de desetnîşan bike.
Pêwiste li çar parçeyên Kurdistanê jî, gelê Kurd, hêzên Kurd werin cem hev û yekîtiya xwe sazkar bikin. Pirranî Kurdên li Rojavayê Başûrê Kurdistanê, mecbur in rojekê berî rojekê werin cem hev û yekîtiya xwe sazkar bikin, tebdîrên xwe bistînin û ji bo pêlên êrîşkerî yên nijadaperestiya şovenîst xwe biparêzin.
Dive werê zanîn ku metirsîniyek mezin heye û şerekî navxweyî, li pêşiya Suriye, lı pêşiya Libnan, Iraq û Urdunê heye. Mixabin ev şer, wê oli û mezhebi be, li aliyeki Elewi Durzi, Maroni, li aliyên din, Sunni û nîjadperesten Ereb.
Kurd,  li dijî vî şereê qirej e, lê ev nayê wateya ku ev agir gelê Kurd jî na şewitîne. Dive ku Kurd, ji niha de pêşî li agir bigire û dahatuya xwe bike bin ewlekairiyê.
Pêwiste her Kurd, sazî û dezgehên Kurd, hêzên Kurd vê rewşa nazik û  dîrokî ji nêzîk de bişopînin û tehlokê bibînin û bi hişyarî tevbigerin.
*Cîgirê serokê KNKê

F
E
E
D

B
A
C
K