Ji Abdullah Gul re…

Li gorî zaniyariyên gihiştiye navenda me, parêzvana mafê mirovan û endama Komela Mafê Mirovan li Turkiyê-IHD, Yuksel Mutlu hatiye girtin û li Bergamayê hatiye zîndanîkirin.

Sedema girtina wê bêhtir ji ber amadekirina raporekî bû. Mutluyê bi rêya raporê, buyera kûştina 47 kesan li aliyê Çiyayê Maziyê, ronî kiribû.

Wê, di dema amadekirina raporê de bi xizmên kûştiyan, waliyê Mêrdinê, komeleyên mafê mirovan, bi partiyên polîtîk û yên civakî li herêmê re qise kiribû, dîtina wan girtibû. Bi hevkariya dezgehên din raporek li ser qetilkirina gundê Zangirdê nivîsî bû. Di raporê de, pir eşkere hatibû nîşandan ku, parêzvanên gundan (koy korucusu) berpirsiyartiya xwe bi şêweyekî xirab û bêqanûnî bi cî dihênin.  

Piştî rapora dezgeha ”Platforma jinan ji bo Aştiyek Berdewam”, hêzên ewlakariya Turkiyê destpêkir ku zexta li ser wan zêde bike. Polîsan û hêzên ewlekariya Turkiyê bi rêya guhdarîkirina telefona Mutluyê, wê xistin bin tadeyiyê. Piştî ku Mutluyê girtin, sê rojan di hucreyê de hiştin, û paşê şandin zindana Bergamayê. Tiştên hatiye serê Mutluyê tev ji ber xebatên wê yên mafê mirovan in.

Mafê tevayên hemwelatiyan heye ku li ser pirsgirêkên civatê dîtinên xwe bihênin zimên û aliyên sergirtî eşkere bikin. Xebatên wisa bi giranî dikeve ser milê organîzasyonên mîna Platforma Jinan ji bo Aştiyek Berdewam û IHD ê, ku ew ji bo mafê mirovan xebatên bê westan dikin.

Bi rêya rawestandina xebat, rêlêgirtin, girtin û zêdekirina zêxta li ser xebatkarên mafê mirovan, û zîndanîkirina wan, mafê mirovan dikeve nav piyan, bendên wê tê binpêkirin.

Em daxwaz dikin ku, Yuksel Mutlu bê şert û merc bê berdan
 
Amineh Kakabaveh Parlementer, Partiya Çep, Swêdê
Hans Linde, Parlementer, Partiye Çep, Swêdê

Wergêr: EuroKurd Human Rights- EHR, Stockholm

F
E
E
D

B
A
C
K