Muharrem Erbey di dawiya 2009 an de hate girtin û paşê xistin zindana Amedê. Dewletê nîvê şevê girte ser mala wî, alavên malê xistin bin nigan, di bin hişkayiya hêzên ewlekariyê berê wî dane ofîsa wî ya awuqatiyê û paşê jî ofîsa mafê mirovan li Amedê. Dest danîne ser 12 kompîtorên dezgeha mafê mirovan, hejmarek mezin CD, DVD, pirtûk û dokumentên wan. Beşek ji axaftinên wî yên li parlamento û deverên fermî li Swêd, Beljîka, Ingilîztan û Genevê weke belgeyên sucê, ji aliyê dadgeh û dewletê ve li dijî wî hatin/têne bikaranîn.

Muharrem Erbey ji bo azadiya zarokên Kurda di zindanê de xebat kir. Axaftinên wî yên li welatên Yekîtiya Ewropayê de û Yekîtiya Milletan de li ser parastina mafê mirovan li Turkiyê, weke suc û lobiya dîplomasiya li dijî dewletê tê hesibandin. Lewma giring e ku, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Milletan, xeletiya Turkiyê nîşanî wan bidin û ji bo azadiya Erbey berpirsiyartiya xwe bi cî bihênin.

Ji daweya wî tê fêmkirin ku, tevayê xebatên ji bo mafê mirovan li Turkiyê û Kurdistanê weke suc tê hejmartin û ji dewletê re weke tehdît tê dîtin. Lewma pir giring e ku, dezgehên mafê mirovan ji bo azadiya wî xebatê bikin.

Armanca nameya me ew e ku, piştgiriya parêzvanê mafê mirovan Muharrem Erbey bê kirin û bi helwêstekî eşkere ji bo azadiya wî xebat bê kirin. Em weke dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK amade ne ku, li ser pirsê zaniyariyê bidine we û hevkariyê bi we re bikin.

Bi silavên ji dil

Kurdocide Watch-CHAK
Gabar Çiyan
Cîgirê Serokê Giştî

F
E
E
D

B
A
C
K