Di 16 Adara 1988 an de, bajarê Helebceyê bi destê hêzên destbixwîn/qatil yên Sadam Hisêynî hate bombebarankirin. Bi kêmasî 5000 kes hatin kûstin û 7000 kes brîndar kirin. Îro jî bandor û xetera wê êrîsa bi çekên kîmyewî didome. Em ê çi caran Helebceyê jibîr nekin.

Partiya Çep (Vänster Partiet) bikaranîna çekên tevkûjiyê bi tundî mehkûm dike.
Divê jiyana mirovan, ne erzan be û beyhude neçe! Divê mînakên weke Helebce, Derfur, Guernica û Dachauyê zêde nebin!

Lewma Partiya Çep bi organîzasyonên kurda, weke Kurdocide Watch-CHAK, Federasyona Komeleyên Kurdistanê (Kurdiska Riksförbundet) û Konseya Kurdî (Kurdiska Rådet) daxwaz dikin ku:

– Swêdê rola xwe bilîze ji bo ku 16 adarê bibe roja navnetewî ya li dijî çekên tevkûjiyê
– Rûnistvanên Helebceyê bêne rehabîlîtekirin û xesara pêk hatiye bê telafîkirin
– Welatên rojava mesûliyetê hilgirin ser milên xwe û bajarê Helebceyê ji nû ve ava bikin, û erdên jehrbûyî yên li bajêr û derûdora wê paqij bikin.

Partiya Çep hêvî dike ku tevayên partiyên di Meclîsa Swêdê de pistgiriyê bidin vê daxwaziyê û em bi hev re rola xwe bilîzin / bandorê bikin ku, Swêdê pirsê bîne rojeva Yekîtiya Milletan (UN) û li wir bide domandin. 16 Adar 2010

Bi silavên dostaniyê

Lars Ohly   Anki Ahlsten
Serokê Partiyê  Sekretera Partiyê

EuroKurd News – CHAK Bakur

F
E
E
D

B
A
C
K