Bavê hêja,
Va bûn dora 36 salan me hev nedîtiye. Cara dawîn me hev li Bêrûtê dît û 3 salan li dû hevdîtina me te dest ji cîhana me berda û koçe jiyana ku dibêjin “ebedî” ye kir. Hêvîdar im li wir zimanê ez ji te re pê dinivîsînime ne qedexe be û tu bikaribî bi hêsanî va nameya min bixwênî.
Nuha ku zaroyên min bi xwe hene, ez pê dihesim bavbûn çi ye û dilê min bi min û te dişewite, dişewite ji ber ku em weqa ji hev nêzik û di heman demê de weqa ji hev dûr bûn. Em li ber dilên hev û din nerxbilind bûn, lê em têr bi hev re nepeyivîn; em bav û kur bûn, lê me hev û din ji nêzik ve nedinasî. Fersendên wenda bûnî car din bi dest nakevin, bavo. Mirov nikare salan vegerîne! Dizanî? Zarotî di min de hîn zindî ye. Her ku te û diya xwe bi bîr dihînim, yan derbarê we de diaxifim, girî ji nav hestên min bi rê dikeve. Carine, dema di kombûnekê de beşdar bim û behsa we dihêt kirin hêstir peyvên ku dixwazin bihên der di nav xwe de dinimînin û ez şermezar dibim, ta wê radeyê ku min soz daye xwe nema li pêş xelkê li ser we bipeyivim. Nifşê we zarotî di me de kujtibû, loma gellek ji me li dû derbasbûna salan, dema qonaxa zarotiyê bi bîr dihînin wê bizavê dikin ku nuha bi salên zarotiya têk çûyî şa bibin, lê dema bav û dayan bi bîr dihînin digirîn; digirîn ji ber ku girî di dema zarotiyê de şerm bû. (…)
Li qalikê pirtûkê di pêvekê de binêre (PDF)