Kurdistan û gelê kurd bi şexsiyet û canabê we gelek serbilind in. Şansê gelê kurd e ku şexsiyetek wek we, Serokatiya Kurdistanê bi rê va dibe û gelê kurd di bin mercên gelek dijwar de derbaz dike.
Ger îro beşek Kurdistan azad e û kurd desthilatdar in; ger Kurdistan ev çend sal in her diçe bi her awayî ber bi başiyê dimeşe, ev bi têkoşîna gelê kurd, bi mêrxasiya bi dehhezaran peşmergeyên qehreman, bi yekgirtiya partiyên me û bi xwîdan û keda we bû. Kurdistan bû cihê aramî, ewlekarî û awahiyê; Kurdistan bû cihê ji nû ve avakirina welatek ku bi sedan salan e hatibû wêran û talankirin.
Birêz Serokê Kurdistan,
Kek Mesud Barzanî,
Bi vê nameyê dixwazim bi çend xalan bala we bikşînim ser hinek bûyer û rûdanên dawî, ku raya giştî ya Kurdistan meşxûl û alaqedar dike.
Çend roj berê, di roja 4ê Gulanê xwendekar û rojnamevanekî kurd, Serdeşt Osman, hat revandin û paşê jî termê wî li Misûlê hat dîtin. We ev bûyer, ev kuştin mehkum û şermezar kir û pê re bi peşneyar û fermana we komisyonek lêkolînê dest bi kar kir. Ev bûyer, ev kuştin dilê gelê kurd bi tevayî êşand.
Pêwiste tedbîr bên girtin ku kuştinên wek ya Serdeşt Osman êdî ji rojeva kurdan bên rakirin. Ger rexne nebin, ger muxelefet neyê kirin, ger ronakbîr û rojnamevan çavdêriya desthilatdariyê nekin, neheqî û bêhuqîkî, dizî û talan civakan wek kurmê darê dirizînin û pêşveçûn û demokrasî pêk nayên.
Dawî û encama komisyona lêkolînê, tehqiqat û lêpirsina asayişa Kurdistan çi dibe bila bibe, hinek pirs, şik û goman ji her demî zêdetir ketin rojeva kurdan. Ev jî bêusûlî û îltîmas, rişwet û bertîlî, alîgirtin û suîstîmalî ne, ku ev çend sal in li her qehwexane, li her sohbet û li her malbatê bahsa wan tên kirin in.
Pêwiste di vî alî de gavên tehkîm bên avatin û pêşiya wan kiryarên qirêj bên girtin. Pêwiste şaşiyên ku gelên Efrika, Asya û Emerîka Latînî berî 50 salî kirine, li Kurdistanê dûbare nebin. Pêwiste rê li ber peydabûna olîgarşîyek hov û bê edeb û pêşiya dewlemêndên nû yên neditî, şûm û cilk bê girtin û cihê wan li Kurdistanê teng bibe.
Bona ku pêşiya kiryarên qirêj, çavbirçitiya hinek dewlemendên nû, talan kirina Kurdistan, pêydabûna oligarşiyek qûrre û hov bên girtin, pêwistî bi transparensî, şeffafî û zelalîyê heye. Gor û qebra mûtevazî ya Barzanîyê nemir, ku wek ya gundiyên sade ye, pêwiste bibe nîşana şeffafî û dilsoziyê bo hemû rayadarên karên dewletî, partî û dezgehên civakî û aborîyê.
Hûn wek Serokê Kurdistanê dikarin pêşiya wan bûyer û kiryarên ne pak bigrin. Hûn dikarin gaziya parlamena Kurdistan bikin, ku bîryar û yasayek derxe ku her parlamenter, her kesek berpisiyar, çi ya hukumet an jî ya partiyan, mal û milkê xwe deklere û eşkere bikin. Hûn dikarin hewl bidin ku karên hûkumet û partiyên siyasî ji hevûdu cûda bin.
Birêz Serokê Kurdistan,
Kek Mesud Barzanî,
rejîma Îranê ya hov berî çend rojan 4 Kurdên welatparêz darvekir. Ev kiryara hovana dilê gelê kurd êşand. Gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê bo protestokirina rejima Îranê ya xwînxar derket kolanan. Lê dengek ji dezgeh û berpirsiyarên welatê me yê azad derneket. Ser da jî Serokwezîr Berhem Salih sefirê Îranê ya Bexdayê li Hewlêrê qebûl kir û pesna Îranê da.
Niha dora bîst kurdên welatparêz di zindanên Îranê de rojên dardekirinê dipên. Ger ev bêdengiya Başûrê Kurdistan ûsa berdewam ke, dibe ku desthilatdarên Îranê ji vê bêdengiyê cesaret bigrin û wan jî îdam bikin.
Birêz Serokê Kurdistan,
Kek Mesud Barzanî,
Dîsa ev çend rojin ku ji aliyêkî rejîma Îranê, ji aliyê din leşgerên tirk bi îttîfakî dijî kurd û Kurdistan êrişî başûrê welatê me dikin. Bi tanq û topan, bi helîkopter û balafirên şer gund û wargehên Kurdistana Azad bombebaran dikin.
Hûn ji me baştir dizanin ku kurd ji neçartiyê xwe li sînorên ku rejîmên koledar danîne, didin û xwe davêjin aliyekî din ê welatê me. Îro kurdên Bakur û Rojhilat mêvanê we ne û bo armanca dawîn, bo rizgariya Kurdistan berxwedanek bê hempa dajon. Têkçûn û perçiqandina wan, têkçûn û perçiqandina başûrê welatê me ye jî.
Ger welatê me Kurdistan yek e, ger kurdên hemû perçeyên Kurdistan endamên yek netewî ne, bar û berpirsiyariya we jî girantir dibe û rolek mezin dikeve ser milên we.
Rê nedin ku ev kurdên welatparêz, ku li Îranê roja dardekirinê dipên, bên îdam kirin. Xwedî li xwişk û birayên xwe li her alî Kurdistanê derkevin û nehêlin ku sewîyen vê dinyayê li Bakurê welêt bên perçiqandin; bi hezaran zarokên ku salên wan hên 12 heya 18 in, di zindanên dewleta tirk de birizin. Dengê xwe li dijî operasyonên leşkerên Tirkiyê û Îranê bilind bikin û wek herdem gaziya dialog û çareseriya siyasî ya pirsa kurd bikin. Û tenê hûn dikarin hemahengiya tevgera hemû perçeyên Kurdistanê pêkbînin. Bona ku ev hemahengî pêk were, gaziya konferensek netewî ya Kurdistanê bikin.
Birêz Serokê Kurdistan,
Kek Mesud Barzanî,
Biborin! Dibe ku min dilê We êşandî be. Mebesta min ev bû ku wek welatparêzek sade û dilsoz bala we li ser çend bûyerên dawî ku her Kurdek mijûl û meşxûl dike, bikşînim.
Bi rêz û silavên herî dilsozane, her şad û bextewar bin!

F
E
E
D

B
A
C
K