Hevalên hêja, mêhvanên rêzdar,

Bi navê Enstituya Kurdî ya Brukselê, xêrhatina we dikim, rojeke bash hêviya min e.

Spasiyên min yên teybetî ji bo dostê gelê Kurd, parlementerê Flaman Marc Hendrickx hene ku ev derfeta îro bi saya wî pêk hatiye.

Her weha ji bo erêkirina beshdariyê, xêrhatin û spasiyên min ji bo senator Karl Vanlouwe, Profesor Dr. Dirk Rochtus, rojnamevan û nivîskar Ludo De Brabander hene. Her yek ji wan li ser pirsgirêkên Turkiyê, Kurdistan û welatên derdorê wê, xwedî bîr û bawerî ne.

Her weha spasiyên min yên teybetî ji bo parlementerê Kurd, rêzdar Esat Candan hene. Ji Kurdistan, ji bo vê konferansê hatiye. Ew di nava shertên giran, dijwar û xeter de bi hevalên xwe re di nava refên BDP de bê rawestan xebat dike. 

Û yê herî dawî ku li vira ez dixwazim xêrhatin û spasiyên xwe yên teybetî jê re bêjim, rojnamevan rêzdar Dogan Özgüden e. Pirraniya we tekoshîna wî di hember rejîmên dîktator de li Turkiyê, ku ji vî bajarî, ango ji Brukselê, ji dûriyê dike, nas dikin.

Weke ku hun jî dê bibihîzin, her yek ji van rêzdaran di mijara ku îro em li ser rawestin bi bîr û baweriya xwe, bi nêrînên xwe, xwedî ciyekî qedirbilind e. Ji bo vê yekê jî me ew vexwendî vira kirin. Bi baweriya min di vê bijartinê de me bash kiriye.

Hevalên hêja, dewleta li ser hîmê derû, xap û înkarê ava bûye, neteweperestî û zordarî, talan û kushtin, zîndan û êshkence, sherr û kîn jê kêm nebûye, di roja îro de dixwaze bikeve nava Yekîtiya Ewropa. Ev dewleta durû dixwaze xwe mîna dewleteke demokrat bide qebûlkirin û bibe endamê YE!

Ev dewlet ji roja ava bû ye heta roja îro, bi qasî misqalekê îhtîram ji mafên merovan re li tu qadan ne girtiye. Ji roja pêshin ve her kesê ku xwestiye mafên merovan biparêze, yan ketiye zîndanan, yan hatiye kushtin, yan jî hatiye hundakirin. 

Dewleta ku hûr û girê berpirsiyarên wê, bê îstîsna di mêjiyê xwe de Turkçî ne, di vê dema dawî de jî Îslamo/Turkçî, ji gelê Turk pê de îhtîramê ji tu gelê din re nakin. Kurd, Ermenî, Laz, Yewnanî, Rûm, Asûrî, û hwd… ji bo wan gerek e xwe bikin qurbanê Turkbûnê.

Ev dewlet tu carî di nava xwe de û bi cîranên xwe re bi durustî neketiye nava ashtiyekê. Ev dewlet ne ji bo hemwelatiyên xwe, ne ji bo cîhanê bi tevayî ti car durust nebûye.

Hevalên hêja, eger ev dewlet bixwaze bikeve nava YEdivê dawî li van derûyên xwe bîne.
Gerek wan xap û înkarê, neteweperestî û zordarî, talan û kushtin, zîndan û êshkence, sherr û kînê ji kok rake.

Gerek e ev dewlet îhtîramê ji mafên merovan re li hemû qadan bigre. Gerek e lêborînê ji wan kesên ku zordarî dîtine bixwaze. Ji deh hezaran zîndanî ku jiyana wan hate tarîkirin, malbatiyên kushtiyan û heta nuka hunda, lêborînê bixwaze û bi camêrtî li derd û kulên wan guhdarî bike.

Divê ev dewlet di zûtirîn dem de mêjiyê xwe yê Turkçî biterikîne. Dev ji siyaseta dema dawî ya Îslamo/Turkçî berde û bi îhtîram berê xwe bide gelên din. Gerek e, ev dewlet bibe ya her kes, ol û gelê li nava sînorê wê.

Divê ev dewlet di nava xwe de di ashtiyê de bijî. Turk mîna Turk, Kurd mîna Kurd, Ermenî mîna Ermenî, û gelên din bi nasnameya xwe di serbestiyê de, di nava demokrasiyeke gesh de bijîn.

Eger Ewropa jê dûr be û ji Ewropiyan nexwaze ders bistîne, Bashûrê Kurdistan di kêlekê de ye û dewleteke nûjen e. Bila li wira binêrê û wê rastiyê bi durustî bêje: çawa ol û gelên cuda di zagonê de û di nav kuçeyan de bi hevra dikarin bijîn. Bila rastiya Turkmenên li Hewlêr, yan jî Kerkûk û li dibistanên perwerda Turkmenî weke ku heye bêje.

Ji bo endametiya YE, divê ev dewlet di mêjiyê xwe de û bi cîranên xwe re di nav ashtiyê de bijî. Divê durust be. Divê dev ji dep û dolabên Osmanîtiyê berde û li hember cîranên xwe li xapan negerê. 

Ji bo rejîma xwe ya îro biparêze nabe bibe leshkerê dewletên bi hêz. Ji bo li dijî Kurdan statukoya xwe biparêze nabê amadekariya êrîsha Suriyê bike, nabe bi Îranê re durû bilîze, nabe ji îdelojiya îslamî hember Îsraîl gefan bixwe û nabe destdirêjiya nava Iraqê bike.

Ji bo ku rê li her cî û war di hember mafên Kurdan de bigre, naxwaze bi ti awayî Kurd gavekê pêsh de biavêjin, her dep û dolaban digerîne. Divê dev ji vê siyaseta qirêj biqere. Eger na, dikare rojek were ku Kurd bêjin ‘êdî bes e! û rêya me bi hevra heta vira.’

Ji bo Turkiye were guhertin û demokrasî cî bigre divê YE jî wezîfeya xwe bi cî bîne: Ev bû not sal ku kurd di bin siyaseteke asîmîlasyonê de dijîn. Heta niha zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî, jiyana bi Kurdî, qedexe ye! Gelo ojdanê rayedarên Ewropiya li ku ye ku vê rastiyê naxwazin bibînin?

Miletên din, olên din li Turkiyê, hemû di bin vê zor û zilmê de dijîn. Çima rayedarên Ewropa xwe kerr dikin!

Bi hezaran siyasetvan, rojnamevan, nivîskar, ronakbîr û zarok di zîndanan de ne, her roj meriv têne kushtin. Rayedarên Ewropa ku ji bo Bosna, ji bo Libya û Tunisê dikarin NATO bixin dewrê, Kurdan çi zerer dayiye wan ku nalîna milyonan meriv na bihîzin?

Her roj tank, top û balafirên sher yên Turkiyê, Kurdan bombebaran dikin, ne bes meriv, lê xweza jî tê qelandin, ew çek bi temamî yê YDA û YE ne! Dewleta Turk terorîzmê li ser serê Kurdan di welatê Kurdistan de dibarîne, lê YDA û YE Kurdan terorîst îlan dikin. Ojdan li ku ma?

Gotinên xwe yên dawî dixwazim li ser Beljîka bêjim: ev bû dehan car ku neteweperestên Turk êrîshê Kurdan dikin, saziyên Kurdan dane ber agir. Yek ji wan saziyan jî Enstituya Kurdî ya Brukselê ye ku di 1998 de shewitandin. Van êrîshan her dewam kir. Û berî du rojan, dîsa xwestin ku Enstituyê bishewitînin. Lê nebû. Qey shensê me hebû ku agir gurr nebû

Di ciyê ku hêzên ewlekariya Beljîka wan hêzên neteweperestên Turkan û hêzên li pey wan bigrin û bibin ber dadgehê, ew diavêjin ser saziyên Kurd û kesayetiyên Kurd dikin bin çavan. Tê bîra we? Sala 2010 pirraniya saziyên Kurdan, yek ji wan jî ROJ TV, bûne qurbanê van hêrîshan.

Ev çi ojdan e ku Turk çi ji wan dixwazin, Ewrpa jî, Beljîka jî di nav de, wê dikin?

Hêviyên Kurdan ji YE, bi teybetî ji Beljîka pir mezin hene! Bi milyonan Kurd daxwaza jiyaneke azad û bi rûmet e.

Rayedarên YE û bi teybetî yên Beljîka, dikarin hem bi Kurdan re, hem bi rayedarên Turkiyê re rûnin û biaxivin ku ev pirsgirêk bi durustî çareser bibe. Silav û rêz.

F
E
E
D

B
A
C
K