1-Tawisî Melek, melekeke?

 

– Erê! (Adem pêxember û zarokên Adem, hinek bernavkên neqenc pêvekirin û Tawisî Melek weke ku serekê hemû xirabiya ye dane xwanêkirin)

 

2- Ê base, ev nerastiyên ku li ser Tawisî Melek hatine gotin û ev bernavkên ku pê ve hatine vekirin, rastiyeke bi heqî  û wîjdanî ye?

 

-Li goriya dîtina min na, ev ne heqî û rastiyeke bi wîjdaniye. Bingehên van sedeman çi dibe bila bive, meriv nikare Tawisî Melek neheqbike. Ji ber ku Tawisî Melek cûdatî nekiriye nava milyaketan, neheqiya ku li hemberî êlêmêntê agir( yê ku dinya pê afiriye) hatiye kirin ne pejirandiye,  ji Adem ra secede nekiriye, ew timî li ser heqî û rastiyê ye.

 

 Eger ku zarokên Adem, heta roja îro ev rastiya Tawisî Melek berûvajî nekirina, wê  ev bandoriya dagirkirin û bindestîkirina li ser gelên blindest jî ewqas bela nebûna. 

 

Mijara sedemekî din jî, qedaxeya xwarina sêven di nav baxçê Bihûstê de ye. 

 

3- Wexta ku Xwedê, hemû tahm(nîmet)ên li dinya yê ji bo berjiwendiyên giyanberan pêskêskirine, ew ji bo çê tahmkirin(xwarin)a sêvê ji milyaketan re dike qedexe, çima Hawa û Adem rêzê li vê bîryara Xwedê nagirin û gunehê bênefsîtiya xwe  ji Tawisî Melek ra dikine bargiranî? Gelo hêza însanan di nav van mînakên ku hatine gotin de tûne ye?

 

-Pîroziya Tawisî Melek, di nav baweriyên gelên qedîm, yên gelekî beriya Cihutî, Xaçparêzî û Bisilmanetiyê de hatiye naskirin. Êzdiyên birayên me, yên ku vêga di nav erdnîgariya me de dijîn, ew hêjî ji meznayî û pîroziya Tawisî Melek bawerdikin.

 

Ji xwe ancax merivên ku  nirxên însanetiyê hildigirin, ew fêhmdikin, ev nerastiyên kirêt û peyvên neqenc ji bo  Tawisî Melek dûbaredibin û hêjî hima her roj li ber çavên van birayên me yên Êzdî têne gotin. Weha ev bawermendên gelê qedîm pê diêsen û birîndardibin. 

 

Bi dîtina min, ev neheqî, piçûkdîtin, kirêtkirin û birîndarkirina hestên van birayên me, sucekî mirovatiyê ye.

 

4- Ji ber çê zarokên Adem ev nerastiyên kirêt lihevanîn û belakirin?

 

-Yek ji gelek sedemên cûda jî ev e:  

 

Zarokên Adem pêsîn gotin ku, di nava jinê de xirabiyek heye û ev nerastî belakirin.  Ewan dixwast bi vê sasîtiyê, jinê bêparastin bihêlin û wê bixine bin bandora mêr. Dûre jî derew belakirin û gotin, sedemê ku di nava jinê de xirabî heye jî, Tawisî Melek e. Ewan xwast vê sasîtiya xwe bi jin û nifsên ku li pey wan werin ra jî bidine pejirandin. 

 

Dema meriv îro bala xwe berde ser vê îdaya van merivên ku dibêjin, bingeha vê xirabiya ku di nava mirovan de heye  Tawisî Melek e, piraniya wan ji welatên Îslamê ne. Gelo ev binpêkirina mafên jinê û tevaya mirovên di nav welatên Îslamê de û bi taybetî jî di nav  welatên Ereban de  rasthatî(tesadûfî)ne ?.

 

5- Adem, melekeke?

 

– Erê. (Zarokên Adem pêwîstdîtin ku ew di bihustê de bimîne û wî weke babçakê xwe dane xwanêkirin)

 

6- Elewî-Kurdên kumsor(kizilbas), di peyra jî hemû Kurdên ku bi zorê Bisilman bûne, yanî Êzdî, Ermenî, Sûryanî û hîn gelek gelên din, ev tev  xelqên Mezopotamiyê yên qedî min? Bingeha baweriya vaqas gelan ji çavkaniyeke ku di dinyayê de ya herî kevn, wekehevî,  însanî û demokratîk e hatine? 

 

– Erê!(Alema Ereb û Tirkên Bisilman ewqas gel weke mirovên bi dûv, qatîl, gunehkar, gawir û terorîst dane naskirin. Qismek ji van gelan bi darê zorê kirine Îslam û ew ji baweriyan ya  kevnar veqetandin.)

 

7- Gava ku Tirkan Rojhilatanavîn wêrankirin pê ve, ew bi koçberî hatine Anatoliyanavîn, Mezopotamiya, Afrîka Basûr û tevaya welatên li Balkanan hene bi darêzorê dagirkirin?.

 

-Erê! (Tevaya gelên dinyayê, ew weke Tirken Barbar naskirine…)

 

8-Tevî evqas neqenciyan jî, gava  ku meriv li goriya dîrok, zanîn û sosyolojiyê li van tespîtên li jorê binêre, kesekî karîbuye bi zanistî xirabiyê Tawisî Melek tespît bike? Em dikarin qet delîlekî pêskêsbikin?

 

-Na… lê, dibêjin Tawisî Melek sêv bi Adem û Hawa daye xwarin. Eger ku wisa be jî, di vira de tu zor û tehdît ne hatiye bikaranîn. Lê belê, dosaya ya sucê dîktatorî, qirkirin, dizî, zilimkarî û tecavûzkirin, zor û derewên zarokên Adem amadene.

 

9-Ev neheqiya piçûkirina Elewîtiyê û gotinên ku dibêjin Kurd bidûvên, terorîstin, mirovên ku lingên wan nagîjine ser erdê,  ne bê bingeh û derewên mezinin? Her weha, ev êrîsên hovana yên ku têne serê hemwelatiyên Êzdî,  ne dujminî û xeteriyeke kirête li ser tevaya mirovatî û baweriyan e ?

 

-Belê,

 lê mixabin ew dînên ku bûne alet(amûr)ê siyasetê û hinek olên bi nave dîn siyasetê dikin, ew li dijberî van baweriyên ku min li jorê dane xwanêkirin,  di bin semsî û hemeta fikrê azad de têne parastin. Û ev mihacirên ji Rojhilatanavîn  hatine, Balkanên asîmle buyî û  Tirkên dagirker gelên Ermenî, Sûryanî, Pontus, Kurd-Elevî û hwd. … qirkirine. 

 

Vêga hêjî madaliya symbola barbarî û hovîtiya wan di situyên wan de dalqandiye. Her wisa qetliyamên Ereban yên dibin navê „cihat“ û fetwan ku li Elewiyên Kizilbas(kumsor)- Kurdan kirine û buyerên  ku gelek kes bi zora devên sûran Bisilmankirine li berçavanin. Jixwe bingeha çavkaniya vî bernavkê  neqenciyê, yê ku ji bo Tawisî Melek hatiye gotin EREBIN û TIRKAN jî ew derewa ku Tawisî Melek serê hemû xirabiyê ye parastin û dane xwanêkirin….

 

EM BIZIVIRINE SER MESELEYA  BINGEHÎN

 

Tawisî Melek ji cewahir(êlêmênt)ekî weke xar(top)ekê girover, nava wî tijî gaz(hewa) û agir buye hatiye afirandin. Êlêmênta avê ji ber hewaya „gaza hîdrojen û oksîjena“ di nav agirê vê xarê debû ye peydabuye.

 

Dîsa germahiyeke mezin di nav  agirê vê xara êlêmênt de hebuye. Li goriya ku dijberiya germahiyê sermahî ye, wisa jî di esmanê(atmosfera) wan de hewa heye.

 

Her wisa di nav atmosfera gaz(hewa)ên li derdora dinya yê û di nav çavkaniyên vê xara cewahirê  girover de êlêmêntên gaza  azot, oksijen, karbondioksit  û yên mina ozon ê jî hene.

 

Wexta ku germahiya li derdora dervaya vî cewahirê weke xarekê girover de kêmdibe û di cimide, hingê ax(erd) jê diafire. Hemû giyanberên ku ji axê afirîne jî , di nav veguhastinên demî de hatine gihîstine vê hebûna xwe ya ku îro heye.

 

Vêca rastdibe ku, nijada av, ba(hew-qesa) û axê agir e. Tawisî Melek bi xwe jî agir e.

 

Sedem(sebeb)a ku  ol/dînên kevnar ji rojê û agir bawerdikirin jî ev e. Bi taybetî jî Elewî , Êzdî û hinek olên din , îro hêjî agir pîroz dibînin.

 

Em vegerin werine ser çavkaniyên bingehên neheqiyê:

 

a- Tawisî Melek agir e, qalibê Adem jî ji ber xweliya agirê ku temiriye hatiye afirandin. Adem ji ax/erdê peydabuye, de vêca kî meznaya Adem, di ser  ya Tawisî Melek de û ne rast daye xwanêkirin?

 

Bersiv: – Zarokên Adem, ev ne rastiya belakirin.

 

b- Kî ev ne rastiya ku Tirk birayê Kurdan yên mezin in, Kurd jî xizmetkar û birayê Tirkan yê piçukên belakirin? 

 

Delîlekî ku vê biratiyê bi zanistî û biyolojîk bide xwanêkirin  tûne ye. Ew kesên ku van îdayan diparêzin, ne derewên mezin dikin?

 

-Çewa van zarokên Adem, berê bi derewan  meznaya Adem, di ser  ya Tawisî Melek de dahne xwanêkirin,  bi zora xwe mafên gelek gelên bindest tûne kirine, îro hêjî wisa bi bernavk û peyvan derewan dikin.

 

Ev derewa ku dêjin, “gelên dinya yê bira ne“ jî eynî leystîke û  ew dixwazin weha gelên bindest li hemberî gelên serdest bêhêz bikin.

 

Di van rojên dawîn de, ew kesên ku moda herî dawî dixemilînin, pêskêsî bazarê dikin û dêjin, „Kurd û Tirk bira ne„ ev jî weke wan kesên ku li Tawisî Melek derewkirine, wisa li hemberî gelê Kurd sucekî mezin û derewan dikin.  Müslim Korkmaz – 2013(*2) „

 

Ez hêvîdarim ku ev werger û berhevkirina min jî bi dilê web e!

 

Kemal Tolan, Xemxwar û berhevkarê Kevnesopên Zargotina Êzdîtiyê

14.11.13

 

*Çavkanî:

1. http://kizilbas.biz/kizilbas-dergi-arsivi/finish/3-kizilbas-dergisi/18-k-z-lbas-dergisi-haziran-2013.html -Rûpel: 43

 

2. http://www.kizilbas.biz/attachments/article/150/2013-10%20Kizilbas%2031.pdf

Kovara Kizilbasan – rûpel 13 – hêjmar 31 – Cotmeh 2013.

 

3 – „TAWISÎ MELEK HAKKINDAKI YANLIS SÖYLENTILER VE EZILEN HALKLARIN BASINA GELENLER.“ -Mamoste Müslim Korkmaz: „di sala 1950 de û di nav malbateke Kurdên Kizilbas de li gundekî Dêrsimê hatiye dinya yê. Ewî xwandina xwe ya heta perwerdeya mamostetiyê li bajarê Dêrsim(Tunceli)ê xwandiye. Di sala 1973 de ji ber xebata xwe ya ji bo Kurdîtî û Komînîstiyê ketiye zindana Amedê. Pistî afuya hikumeta Ecevit ya sala 1974, weke mamoste sirgûnî bajarê Kütahya yê buye û di peyra hatiye li istanbulê karê mamostetiyê berdewamkiriye. Ewî li Istanbulê jî xebata xwe ya siyasî û ya di nava „TÖB-DER“ `ê de berdewamkiriye û di sala 1979 de mecbûr dibe ku were li Almaniya yê bive paneber. Ewî pistî demeke paneberîtiyê, karê mamostetiya xwe li cem berpirsyarên dewleta Almaniya jî  daye pejirandin û ew îro teqawîd buye.“ K.Tolan

 
F
E
E
D

B
A
C
K