Ez li goriya zanîna xwe dibêjim, dema meriv bala xwe bide gelek lêkolîn, nêrîn û dîtinên nivîskar û dîroknasên Tirkan, meriv dibîne ku ew jî kevnarî û meznaya nijada xwe dişibînine ya Împaratoriya Roma û efsaneya „Romulus û Remus“, herdû birayên cêwî yên ku ji aliyê dilegurekê ve hatine xwedîkirin û dûre bajarê Rom ê damezirandine.
Her weha nijadperestên Tirkan(nebiyên Oxizan) jî di efsaneya Ergenekonê de didine xwanê ku, di wextekî de hinga siltanekî dewleta Çîn ê, qefleyek Tirk tevî zarokên wan birine li serê çiyayê Mongolanistanê qetilkirine, hingê zarokekî Tirkan ji ber qirkirinê dimîne. Dûre dêlegurek(gura mê) tê vî kurikî dibe, di nav şikefta xwe de dimijîne û kurik mezin dike. Piştre hinga ku kurik mezin dibe, ew bi dêlegurê ra dizewice û zarokên wan zêdedibin. Încar li gor baweriya nijadperestên Tirkan, gelê Tirk ji wî kesê bi navê „TuKiu“ û dêlegurê zêde bûne. Lewma ye, ew zarokên dêleguran heta vêga hêjî gelek navên ku bi peyva gur xilazdibin li êl, eşîr, beg û zarokên xwe dikin.
Mînak: Gurhan, Gurcî, Gurlular, Gurbet, Gurani(Turani), Gur-i Emir Timurtaş(Timurlenk), Gurman(Türkmen), Gurkan, Gurban, Ogur, Uygur, Ongur, Gurmanc û hwd.
Dîsa tenê Xwedê pê dizane û di dîrokê de jî baş xwanê dibe ku, hinga ew zarokên guran ji Asyaya navîn(Mongolanistan)ê hatine derbasî nav Anatolyayê bûne, bê ka ewan hingê çiqas bav-kalên me qerkirine, bi darê zorê ji hevûdinê qetandine, mal-welatê civak, ol û netewên di nav Mezopotamya yê de hebûn û mîna me Êzdiyan bihemda xwe bac, qemçûr û alîkarî ne didane desthilatdarên Îslam-Osmaniyê dagerkirine, ew mecbûrî koça kirine û birine li herêmên cûde yên ku ji mal, êl û êşîrên wan gelekî dûr de ji bona berjivendiyên xwe bi darê zorê bi cîh û asîmlekirine.
Ez baş bawerim, ji ber wê hovîtî û zilma zarokên guran(yên ku bi navê Roma reş hatinnaskirin)e ku pêşiyên me timî û heta îro hêjî piraniya Êzdiyên temen(emr)ê wan mezine, di nav zargotina xwe de dibêjine zarokên xwe razên, rawestin, wisa mekin, bi tenê neçin û hwd. wê GURÊMANCO(kesên ku bi şiklê xwe mîna însanan ne, lê bi kiryar û zorbariya xwe jî mîna lawir-gurên harin) bêne we.
Dîsa Kurdên ku temenê wan mezine ew baş dizanin, çi gava ku qemçûrçî(kesên ku baca mal distandin) û qolçî(kesên ku baca êşiyayên ji titûnê distand) dihatin, nêzî nav gund û malan dibûn, hingê merivan li hevûdinê dikirine gazî û digoten, wa GUR hat. Her weha gava pêşiyên me Êzdiyan hinek kesên ku nasnedikirin anjî mirovên ku ew jê ditirsiyan didîtin, hingê dîsa li hevûdinê dikirine gazî û digoten, wa hinek GURMANC(yanî kesên li pey Guran man e-pêşiyên wan Gur bûn, ne ji dînê me anjî zordar) tên.
Bêguman, hîna gelek wateyên peyva GUR (mînak: Agirê gur, bayê gur, ava gur û hwd.ê) hene û ez nikarim hemûkan di virde şîrovebikim. Lê bi dîtina min, bingeha vê peyva Gur ji zargotin û zimanê pêşiyên me Ezdahiyan yên ku di beriya Sumeriyan de jî „bi Xwedê ra bi kurdî peyivîne“, hatiye.
Vêca hêvîdarim ku hemû mal, komel, ilîmdar, rewşenbîr, zane, dezgeh û înstîtutên Kurd-Ezdahî jî bikaribin sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku ketine nava ziman, civak û olên Kurdî ji me ra zelal bikin û nehêlin ev zargotina me Ezdahiyan ya ku serekaniya çande û nasnama Kurdiye bêye helandin.