Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanvên di dinya yê de pir bi navûdengin, di nav lêkolînên xwe yên li ser  mirovatî, mîtologî(qewl, duha, beyt, sed û hed), ziman, civak, çande, xak, stêrk, efsane, destan, çîrok û akademînasînê de  li ser afirandina dinya yê rawestiya bin jî, tu kesî nikarîbuye-nikare vê kuraya ku di nav baweriya ilmê(zargotina) Êzdî(Ezdahî)tiyê de hatiye gotin û vêga hêjî tê gotin, „di kaînat û dinya yê de Xwedê yek heye. Gava Milyaketan li ber heyiya Xwedê, kaînat û dinya ji bona berjiwendiyên giyanderan xemilandine, ewan hingê pêwîstî bi alîkariya tu be?er anjî pêxemberan tûnebû ye. Xwedê û Milyaket vêga hêjî ne hewceyî alîkariya tu qazid anjî hêza giyanberên ku wan bi xwe ew afirandine. Xwedê û Milyaktan ba?î û neba?iya jiyana giyanberan(ne ya mirovan tenê) ji kiryarên wan ra hî?tine “ ?îrove bikin. Lewma ez jî dibêjim, xêr û ?erên mirovan di dilê mirovan de ye. Gava kî ji bo Xwedê be, Xwedê jî ji bo wî/wê ye !. EZDAHÎTÎ maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e!„*1.

Bêguman, mîna ku di nav zargotina Êzdahîtiyê de hêjî tê gotin, „haveynê dinya ji aliyê XWEDA ve hetiye meyandin û heta niha dû tûfan li ser kaînat-dinya yê çê bûne.“ Wisa gelek ji dîrokzane û lêkolînvanên hêja  jî, di nav lêkolînên xwe yên pir watedar de didine xwanê ku; “ sarîstaniya mirovatiyê ya berî û pi?tî tûfanê li serê çiyayên Kurdistanê dest pêkiriye. Erdnîgariya Kurdistanê dergû?a afirandina gelek ti?tên çandinî û mîtologiyên xwezayî  ye….*2“. Lewma ez jî li goriya zanîna xwe dibêjim -ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya  ye *3.

Ji xwe di dîroka hatî guhastin de jî tê xwanê kirin ku, dagirkerên welatê me, carnan jî bê hemdî xwe mecbûr bûne ku, di nav hinek dokûment û lêkolînên xwe de, mîna ku di zargotina bav-kalên me de hatî gotin  bibêjin, tevaya çiyayên li ser axa Mezopotamiya yê hene, “heta  2000 sal berî zayînê ciyê wergehên Hîtît, Gutiu(miroven cengawer), Gutyu, Gardu, Kardu, Kurdu, Halti(*4 bi xwe jî di rûpelê 45 de dibêje: -ev Êzdî bûne-, Haldi û hwd. Wekî dinê jî,“ di hinek dokumentên li ser dîroka Med, Fraiziyan û lêkolînênvanan li ser dîwarên hinek sikeft-zinarên li derdora Wanê dîtine de didine xwanêkirin ku tevaya serê çiyayên Kurdistanê ciyê kevnesopiya Mîtologiya Haldî(Xalti)ya ye.

Çewa tê zanîn, min jî di lêkolîna xwe ya bi navê Em Kurd tev mina seven ji dareke ne *5 de mîna gelek ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewsenbîr û rojnamevanên navdar zelal daye xwanêkirin ku gotina miletê Xaltî anjî „Kaldî“, „Xaldî“, „Xalidî“, „Haldî“, „Halidî“, „Alarodî“, „Khaldî-Xaldi“, „Xalid“ û whd., ji wexta dewleta Hurriyan tê.

Weke ku di nav hinek rûpelên dîroka derbasbuyî û zargotina me de tê xwanê kirin, gava mîtîngehker hatine Kurdistan bi sûrê zorê dagir kirine pêve, êdî ewan bi alîkariya hinek olperest- begên Kurdên paswerû û sêwirdarên Ewrûpayiyan, tovê bêtifaqî û neyartiyê jî berdane nava civaka Kurdî ya herî qedîm.  Lê, XWEDA ?ada ye ku, piraniya bav-kalên me ÊZDIYAN di her wextî û di her cîhî de, li himberî zilm û xezeba  mîr, beg, axa û artê?ên dagirkeran li ber xwe dan e, ew teslîmî wan olperestên fanatîk, bêbext, nijadberestên xwînxwar û hovane nebûne. Lewma divê em SARISTANIYA KU ÊZDIYAN LI SER ERDNÎGARIYA KURDISTANÊ DESTPÊKIRYE NASBIKIN Û BIPARÊZIN!  (û*6)

Hinga dagirkeran Kurdîstan bi peymana Qesra Sêrîn (di sala 1639de) cara yekemîn perçekirine, hingê jî bav-kalên me Êzdiyan gelekî li dijî vê perçekirina Kurdistanê derketine. Lê, bav-kalên me Êzdiyan, êdî ji ber talankirin, ser û êrî?ên dagirkerên Kurdistanê nikaribûne azadiya xwe biparêzin. Ew mecbûr bûne di nav welatê xwe de, mîna meyî vêga cîh û warên xwe timî li goriya rew?a desthilatdarî, aborî,  astengî, sar û germiya xweza(hewa)ya herêma ku lê  jiyan dikirin bi guhêzin.

Min di nivisînên xwe yên ku hatine belakirin de jî gelek caran gotiye „ Piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdistanê li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê nivîsandine anjî gotine qet bi kêr nayên. Agehdarî û zanîna me kurdan li ser dîroka kurdayetiyê û rewsa civakan êzdiyan pir lewazin *7. Ez li virê dîsa lavan ji ilimdar, alîm û dîrokzanên me Kurdan dikim û dibêjim, îro ji her rojê pêwîstir tê xwastin ku hûn jî bi yekîtî, ilmî, zanistî û bêtirs ji me welatperwerên Kurd ra bibêjin, ka maka bawerî û dîroka me Kurdan ji Ezdahîtî, “Gutî”, “Sumerî”, “Arî”, “Oryantalîstên Îranî”, “Hînt-Awrûpî”, “Kardu-Karukî”, “Urartî”, “Medî” anjî ji “Ereban” li kurê û kengî destpêdike?

Li goriya agehdarî û zanînên ku min ji nav zargotina me Êzdiyan û ji nav hinek çavkaniyan berhevkirine, hinga ku Êzdîxan ji Êzdiyan dagirtî bû û sînor ne ketibûne nava Kurdistanê, hingê Êzdî di nava Mezopotamiyayê û bi taybetî jî di nava Kurdîstanê de bi serhevûdin ve, bi hêsanî çûne û hatine. Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanên di dinya yê de pir bi navûdengin, bi gelek zahmetî û balkê?î  bahsa hebûn, afirandin, belabûn, asîmlebûn, ji dîn derxistin û olguhastina kes, êl, e?îr, mîrgehên bav-kalên me  EZDAHIYAN kiribin jî*8,  îro zêdeyî  XWEDA pêve, tu kes ji me hew dikare bi tam temamî bibêje, ka bav-kalên “Kurdên resen”ji xeynî serên çiyayên Mezopotamiya û Asya yê pêve, bi kûdera dinayê ve heribî ne?

Hêvîdarim, Êzdî(Ezdahî) ji min sas fahm nekin û ez timî dibêjim, em bêyî pêwendiyên bi rizgarîxwazên Kurdî re, em nikarin li dîasporayê bi serê xwe tenê, nasname û dîroka mafên civaka Êzdahîtiyê çareser bikin.

02.05.12

* Çavkanî:

1- http://pukmedia.co/kurdi/gotar/157-derbar%C3%AA-ezdah%C3%AEt%C3%AE-y%C3%AA-de-l%C3%AAkon%C3%AEna-kemal-tolan
2- Andrew Colins, Meleklerin küllerinden
3- http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
4- Süleyman Sabri Pasa, Van Tarihi ve Kürt Türkleri Hakkinda Incelemer, 1928,
5- http://yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[pointer]=106&tx_ttnews[tt_news]=208&tx_ttnews[backPid]=22&cHash=dbca0e3ee85d1a38b631b1c79e651f0a
6- http://www.gelawej.net/pdf/Saristaniya-ku-Ezdiyan-destpekirye-biparezin-2–Kemal-Tolan.pdf
7- http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=11512
8- Kemal Tolan, Giringiya dîrok û sûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê#II

F
E
E
D

B
A
C
K