Di sala 1977 de hatime Beljîka. Di nava yekîtiya xwendevanên Kurd de me Newroza yekemîn li bajarê Leuven,  Newroza duyemîn li Brukselê ji aliyê Yekîtiya Karker û Xwendevanên Kurd ‘Têkosher’ û salên pash re ji nuh ve û hê coshtir Newroz li Beljîka tê pîrozkirin. Lê bi cidahiyeke mezin û naverokeke din ev pîrozbahî dibe.

Li seranserê Kurdistan Newroz ji demên berê ve tê pîrozkirin. Cejneke gelêrî ye û sembola berxwedana jiyana azad e. Di nava her awayê zor û dijwariyê de gelê Kurd rê peyda kiriye û Newroz pîroz kiriye. Herçend e li gelek aliyan qedexeya pîrozkirinê hebû jî bi dizî, li malên xwe, li gundên xwe, li zeviyên xwe civakê ev cejna dîrokî pîroz kiriye. Meriv dibîne ku di pêvajoya sedsalê de ev cejn hêdî hêdî bûbû bûyereke kultûrî, civakî û folklorî. Karektera siyasî jê hunda bûbû. Lê dîsa sembola berxwedanê pê re dimîne.
Li Rojhilat, Bashûr û Rojava û li Bakurê Kurdistan Newroz her sal hatiye pîrozkirin. Xelkê di heftiya vê cejnê de xwe dixemiland, shahî û seyran li dar dixist. Ev bi sere xwe jî nîshana bîranîn û jiyandina karaktêra Newrozê bû. Û niha jî li Rojhilat û Bashûr ev awayê pîrozkirinê didome.
Ji sala 1992 Kurd li Bashûr xwe xwe îdare dikin. Lê awayê pîrozkirinê nehatiye guhertin. ‘Newroz e, pîroz e, cejna sala taze ye”.

Lê pîrozkirina Newrozê, bi taybetî li Bakur û li Rojavayê Kurdistan kete nava çarçeweyeke din. Tevgera azadîxwaza Kurdî ji salên heshtêyî û pash ve ev cejna dîrokî dîsa li eslê xwe vegerand û ji qalibê tenha “sersalê”, seyran û dîlanan derxist. Ew dîsa di nava civaka Kurdî de xiste sembola berxwedan û pîrozkirina jiyaneke nuh, azad û serbilind. Dîsa aliyê siyasî kete nava naveroka wê.

Dema meriv li pîrozkirina Newroza îsal dinêre ev tê ber çavên me: Li hin cî hê di çarçewa “sersal”, seyran û dîlanan de were pîrozkirin jî, hêdî hêdî ew reng diguhere. Li tevahiya Kurdistan, Newroz dikeve nava çarçeweya pîrozkirina jiyana azad. Rast e, ne li Rojhilat, ne li Rojava û ne jî li Bakurê Kurdistan hê gelê me azad e. Tenha li Bashûrê Kurdistan beshek ji Kurdistan di nava azadiyê de dijî. Li wira hê jî xeterên mezin hene. Lê rûhê gel êdî azad dibe. Ya herî girîng jî ew e ku ew rûh azad be.

Hêja ye ku meriv dubare bike. Pîrozkirina Newroza îsal weha nîshanî me dike. Gelê Kurd hêdî hêdî wan zincîrên li ser wî û li welatê wî pêçayî diqetîne. Di demên bihûrî de Newroz weke nîshana berxwedanê pîroz dikir. Îro wekerûh û  jiyana azad pîroz dike. Ev jî bi saya bîst û pênc salan ya tevgera azadîxwaza Kurdî li Bakurê Kurdistan e. Vê tevgerê ew dîwarên ku rûh û mêjiyê Kurdan tê de zîndan kiribûn tert û bela kir. Dibe ku ne bi temamî be jî, lê êdî Kurd her roja diçe hê zêdetir bi rûh û hishê xwe di azadiyê de dijîn.

Newroz, bi qalibê xwe yî nûjen, li Kurdan û hemû gelên derdorê,ku gelek dijwarî, zor û zilm dîtine, di nava jiyaneke azad, wekhev û serbilind de, pîroz be!
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1294&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K