Orhan Mîroglu jî nifşê min e. Malbata wî destîniya malbata min û wî jî destîniya min jiya. Kalikên min û kalikê Orhan Mîroglu, di zindana Mêrdînê de, êş û azar parvekirin. Osmaniyan serê kurê kalikê Orhan Mîroglu jêkirin û di zindana Mêrdînê de şanî dan û gotin; “tu vî mirovî nas dike?” Kalikê wî, ji hêrsa keribî û fetisî.
Hîna nalêna kalikê min û kalikê Orhan Mîroglu, ji nawîsên zindana Mrêdînê ya zerzemînî tê. Ev têkiliya ku bi şûrê Osmanî û Komara Tirkiyê hatiye bi xwînkirinê ye. Îcar, ev dîroka çend nifş û çend temenên di nava sedsalaekî de hatine tunekirin e.
Ev dîstîniya hevpar, ji dema Mîrê Ezîzan û “şihneti”ya herêmê dest pê dike.
Orham Mîroglu jî, mîna min, di qeraxê derya destîniya malbata xwe de li ber windabûnê bû, lê Tevgera Azadiya Kurd nifşê wî jî xelas kir.
Îro Orhan Mîroglu, wek entelekuelekî Kurd û xwedî gotina bi weqî û mîzên tê hejmartin. Ev destîniya bi weqî û mîzên, piştî namzêdiya wî ya DTPê li Mêrsînê bêhtirîn giran bû.
Vê zihniyet û îdeolojiya ku nifşê bavûkalên me “bê mîrate”, “sêwî” hiştin, di 20 Êlûna 1992an de, li Amedê, xwestin ku destiniya bavûkalên wî, bikin xelat û radestî Orhan Mîroglu bikin.
Orhan Mîroglu, di pirtûka DIJWAR de wiha dibêje: “… Orhan Mîroglu, di vê şeva reştarî de, dema Musa Anter hate kuştin, ligel wî bû, fişek li ser wî jî vala kirin. Kujer ji bo ku ji mirina wî misoger bike, bi ser de tewiya, duyemîn car atêş kir. “karê xwe” xelas kiribû. Lê Orhan, ji vê şevê xwe sax xelas kir. Orhan Mîroglu, bi delîlên di bedena xwe de, bû ronahiyeke wê şeva reştarî; deftera kuştiyên ku mafê gorekê, kefenekî û kêlekê nedane wan vekir. (…) Niha dipirse, kê ew kuştin? Êdî dema pirsînê ye, li kû hatin veşartin û dema radestkirina wan û gorekê ye…’
Ev zihniyet û îdeolojiya kujer, hîna li kerkidanê xwe sûwar e. Lewma ez hinekî ber bi paş ve çûm û min xwest bêjim: “Beyî zanîn, têgihiştin û ketina dîroka hişmendiyê, dîroka civakî nayê nivîsandin.” Orhan Mîroglu jî di nivîsa xwe ya dawî de, ev şaşî kiriye
Orhan Mîroglu baş dizane ku Kurdbûn, bi tehlokeyan dagirtî ye. Pêr, doh û îro jî wilo ye. Min mînakên bavûkalan da û her dem dibêjim ku ‘engizisyona faşîzma dewletê þiyar e’. Û Komara Tirkiyê, ji bo gelê Kurd tenê têba, xewnên giran û mirin anî. Ev nexşeya ku komarê radestî gelê Kurd kiriye ye. Zihniyet û îdeolojiya Îttîhad û Terakî, doh li hemberî bavûkalên me; îro jî li hemberî min û Orhan Mîroglu şûrê xwe dihejîne.
Îro, serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, vê zihniyet û îdeolojiya kujer temsîl dike û “bihaqqin” bikar tîne. Tayyip Erdogan, dema ku li Kutahya digot, “CHPe û serokê CHPe Ismet Inonu, li Dêrsimê qirkirin kir” û serokê CHPê kurdê spî û dewşirme, Kemal Kiliçdaroglu gunehkar dikir; helikopterên Kobra û Skorsky, Dêrsimê bombarduman dikirin û xweza Kurdistanê, mirovên Kurdistanê dikuştin.
Komar, bê çawa pêr û doh nebû kilîde bahişta azadiyan, îro jî, dibin serokwezîrtiya Tayyip Erdogan de nebûye kilîda behiştê.
Li hemberî zihniyet û îdeolojya kujer; destîniya min, destîniya Orhan Mîroglu û destîniya cografya Kurdistanê bûne yek. Ev destînî jî di tara bêjingê de bû. Lê Tevgera Azadi, ji pengava Eruh û Şemzînanê û vir de, ev destînî guhert. Îro, wek dengeyekê, wek mertalekî, wek hêza parastinê û qonaxeke îradî derxistiye holê. Hêza gerila, li hemberî wê zihniyet û îdeolojiya kujer, ku bi hêza artêþa 1 milyon esker, 110 hezar caþ, 700 polîs, 100 hezar çete, kontra û MÎT, hebûn û erêniya nasnameya Kurd e û guhertina destîniya min û Orhan Mîroglu ye.
Her çiqasî koma parlamenterên Kurd, saziyên sifîl û kulturî hatibin avakirin jî; eger hêza gerila nebe, rojek û danek, ji bo guhertina destîniya min, Orhan Mîroglu û gelê Kurd bes e. Artêşa Tirk, wê ‘şoqên kujerî yên demjiyanên berê’ bi ser serê me de bibizivîne. Ne gelek, rojûdanekê; mîna Axreşka Mêrdînê, Newala Kûr û mîna Eleqemşê…
Orhan Mîroglu, wê hingî nikaribe bipirse “kê ew kuştin, li kû hatin veşartin û wê nikaribe gorekê radestî wan pakrewanan bike.”
Ji ber ku Orhan Mîrolgu di nivîsa xwe ya dawî de, (eger min şaş fêm kiribe) yek alî ji PKKe dixwaze ku çekan deynê û dibêje: Mafê me heye ku em bendebin ku PKK vê gavê biavêje. Agirbesta heya cejnê, nabê dermanê vî derdê mezin.”
Gelo ev gotinên Orhan Mîroglu, çiqasî dikarin bibin pirsên dîrokî? Nexasim di dmeke ku KCKe “bêçalekîtî” ji raya giştî re deklere kiriye û desthilatdariya AKPê û dewlet, ‘diyaloga kerran’ dilîzin û ‘konsera lalan’ diqîrin.
Orhan Mîroglu, Konfederalîzma Hevêrka baş nas dike. Malbata wî, di vê Konfederasyonê de stûnek bû. Min di nivîsa xwe ya berî vê de got: Komara Tirkiyê ji Konfederalîzma Hevêrka paşverûtir e. Ji ber ku, di Konfederalîzma Hevka de “aîdiyat” hebû. Suryanî, Êzdî, Mihelmî û hwd, bi “aîdiyat”ên xwe dihatin temsîl kirin.
Lê di Komara Tirkiya ku di her axaftinê de demokrasî diqîrin, behsa huquq dikin, “aîdiyat”a kê heye? Lewam ez guman nakim û naxwazim guman jî bikim ku, Kekê Orhan Mîroglu, ev gotin ji dil gotibin. Ji ber ku “delîlên di bedena wî de” van gotinan qebûl nakin. Ji ber ku delîlên di benda gelê Kurd de, nabin mertal. Dîrok, kerr e, ne jî lal e. Ew mînajkên min gotin, wek Dêrsim, Newala Kûr, Eleqemşê, sêdarên Amedê, tecrîd û hwd. Delîlên bi qîrên û awaz in.
Eger Haraketa Azadiya Kurd nebe, gerilayên Kurd, yanî hêza eskerî nebe; wê zihniyet û îdeolojiya Komara Tirkiyê, dibin pêşengiya Tayyip Erdogan de, gelo wê çiqasî Kurdan bi ‘aîdiyat’a wan qebûl bike?
Li welatekî ku “dîroka dewletê” hebe, gelo “aîdiyat” çêdibe, maf û azadî wê ne di tara bêjingê de be?
———————-
1- 20 Êlûn 1992, roja kuştina Kekê Musa Anter e û Orhan Mîroglu jî pêre bû û bigiranî hate birîndar kirin. Hîna jî, ji movikên pişta xwe merezoyî ye.