Hawar Edbulrezaq (Hewlêr): Lêkolînerê siyasî li peymangeha (Washington Institute for near Eastern Policy) bo polîtîkayên Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê Dr. Michael Tayts, di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Basê ragihand ku pêşkeftinên aborî yên Herêma Kurdistanê bileztirin ji pêşkeftinên siyasî û got: ‘’Sîstema siyasî ya Herêma Kurdistanê dê di hundirê 4 heta 8 salan de bê guhertin.’‘
Bas: Wek çavdêrekî siyasî, hun pêşkeftinên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
Dr. Michael Tayts: Bi rastî pêşkeftinên aborî yên Herêma Kurdistanê bileztirin ji pêşkeftinên siyasî, ne tenê li Kurdistanê lê li hemû cîhanê bi vî awayî ye, ji aliyê pêşkeftinên aborî ve hinek jêrxan hene ku bi awayekî bilez tên avakirin, bi taybetî jêrxana veguhestin, gihandin, cade û jêrxanên asmanî. Herwiha pêşkeftineke bilez di nav bajarên Herêma Kurdistanê de heye, lê wek ku em li Dubai dibînin avakirina avahî û hotêlan ne bese, pêwîste di dema bê de Herêma Kurdistanê dest bi geşepêdana civakî bike, ji ber ku avakirina jêrxana aborî tenê ne bese bo avakirina dewletê, pêwîste derfetên kar peyda bike, herwiha divê Kurd heydar bin ku xwe li ser hinek karan mezin neke, hê gelek maye da Herêma Kurdistanê bigihe wê astê daku karkerên biyanî bîne, divê Kurd fêr bibin hemû karan bikin ji ber ku li Amerîka jî xelk hemûkarî dikin.
Bas: Hu pêşkeftinên siyasî yên li Herêma Kurdistanê çawa dibînin?
Michael Tayts: Ji aliyê siyasî ve hê Herêma Kurdistanê demokrasiyeke nazike, wat hê sîstemeke wê ya temam nîne. Ji ber ku hê 15 sal di ser şerê navxweyî re derbas nebûye, evna wê watayê dide ku aramî heye, herwiha guhertin jî ne gelek bilezin û pêwîste sîstema siyasî bê vekirin.
Bas: Hun behsa vekirina sîstema siyasî dikin, li gor we divê çi gav bên avêtin bo sîstema siyasî zêdetir bê vekirin?
Michael Tayts: Gava yekem divê her helbijartinek li Herêma Kurdistanê bê kirin, azad û wekhev be.
Bas: Yanî hun di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên Kurdistanê newekhev û azad in?
Michael Tayts: Di hemû hilbijartinan de gilehî û gazin derdikevin û dibe ku hinek gazin jî di cihê xwe de bin, hilbijartinên parêzgehan ku piştî demekê wê bên kirin, divê azad û yeksan bin, ji ber ku her demekê gazin û gilehî hebin dê alozî di nava çîn û tebeqeyên siyasî de derkevin.
Bas: Behsa wê yekê tê kirin ku ev sedsal dê sedsala Kurdan be ji ber ku guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin, bi baweriya we ragehandina dewleta Kurdî nêzîke yan hê gelek jê re maye?
Michael Tayts: Du awayên serxwebûnê li pêşiya Herêma Kurdistanê ne, yek ji wan ku dewltekê bi awayekî eşkere rabighîne, û ev yek dê tu wataya wê nebe, lê niha serkirdatiya Kurd serxwebûna rast dike ku ew jî di rêya serxwebûna aborî, ragehandina avakirina boriya petrolê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, şandina petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê, ev yekem gava ber bi serxwebûnê ve ye, herwiha girîngiya vê gave vedigere wê yekê ku Herêma Kurdistanê şêwazekî wê yê baştir ji navçeyên din ên Iraqê hebe.
Herwiha dibe ku Herêma Kurdistanê bibe nimûneyeke baş bo beşên din ên Iraqê û hemû Rojhilata Navîn, lewma divê Herêma Kurdistanê modeleke siyasî ya wekhev li navçeyê pêşkêş bike, niha ez dibînin ku nifşek nû ji serkirdeyan li Herêma Kurdistanê peyda dibin û ev nifiş bêhtir hez ji reform û çaksaziyê dike, û ji 4 heta 8 salên din dê sîstema Herêma Kurdistanê biguherin.
Bas: Gelek kes wiha dibînin ku ezmûna mezin li ber Herêma Kurdistanê çareserkirna nakokiyên navxweyî ye, hun jî wiha difikirin?
Michael Tayts: Bi baweriya min ezmûna herî mezin li pêşiya Herêma Kurdistanê pêşketina aborî ye, çênabe Kurd bi awayekî kar bikin û dahata petrol xwe vala xerc bikin, ev ne rêyeke başe bo avakirina Herêma Kurdistanê, baştirîn rê bo vê yekê jî avakirian sektoreke bihêz û taybet hebe ku gendelî tê de nebe û derfetên kar bo hemû derçûyên zanîngehê peyda bike. Ez bawer nakim ku nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê wiha mezin bin, Kurdistan dê rû bi rûyê 10 salên zehmet bibe, ku pêwîste pêşketina xwe ya rast di awrê aborî de nîşan bide, ev tê wê watayê ku divê kar bike bê çawa guhertinan di sîstemê siyasî de bike, divê siyaset ji desthilata dadwerî, asayiş û polîs cuda bibe, desthilata kevin, ku desthilata partiyan bû, û li Herêma Kurdistanê jî ev sîstem hebû û bi dirêjahiya dîroka Iraq û Sûriyê de jî her ev sîstem hebû. Xort xwe di vê sîstemê de nabînin û tu hêviyan jê nakin, lewma Goran tevgereke û ne partiyeke, ji ber ku ew dixwazin bi awayekî cuda ji partiyan xwe nîşan bidin.
Bas: Li Herêma Kurdistanê tê gotin ku herêm bûye du beş û ev yek ji encama hevrikiya Tirkiyê û Îrane li Herêma Kurdistanê, Tirkiye zêdetir desthilata wê liser Hewlêr û Duhok heye ku PDK desthildare û Îran jî bandora wê ya bêhtir li ser Silêmaniyê heye ku YNK û Gorran tê de desthilatdar in, tu çawa li vê pirsê dinêrê?
Michael Tayts: Ev yek raste, hê du îdare li Herêma Kurdistanê hene û ev her du îdare peywendiyên wan yên cuda ligel Tirkiye û Îran hene. Şikandina bandora van her du welatan gelek zehmete ji ber ku dîroka van bandoran heye.
Bas: Bi baweriya we tu rê li ber Kurdan nînin, ji ber ku Kurdistan bi xwe navçeyeke jêr deste û sînorê wê yê deryayî nîne, lewma neçar in têkiliyên wan ên nêzîk ligel Îran û Tirkiyê hebin?
Michael Tayts: Tiştekî normale ku têkiliyên bihêz ên Kurdan ligel welatên derdorê hebin, çênabe Kurd siyaseteke Amerîkî li himber Îranê cîbicîh bikin, divê siyaseta Kurdan a taybet hebe ligel wî welatî.
30.01.2014
http://www.basnews.com/ku/News/Details/-Nifs-n-n–d–s-stema-siyas–li-Kurdistan–biguherin-/11666

X
F
E
E
D

B
A
C
K