Têkosina li welêt tê jiyîn û ês û azarên wê bi awayekî çîrokî, lê ne çîrokîyeke rasterast û ziwa, bi çîrokiyeke bi tama xewn û xeyalan aniye ser zimên. Dema mirov çîrokên `Riristika Morîkan` dixwine, mirov diçe nava cîhaneke xemgîniyê ku li wê cîhanê hestedar dibe, zana dibe, hisyar dibe û ya herî girîng bi xwendina pirtûkê re hest û xeyalên mirov jî firehtir dibin. Di ber xwendinê re mirov ji xwe re wiha dibêje ” Errekê xeyalên vê nivîskarê çiqasî jî fireh in”

Dîsa cih bi cih dilê mirov ji ber êsa rastiyan tê givastin. Ristika morîkan rastî rasterast negotiye lê di wan xeyalan de mirov rastiya hatiye ser zimên ji ya ku rasteqînî tê vegotin dijwartir têdigihêje û dibîne. Bêguman ji bo têgihistina naveroka pirtûkê divê mirov ji cîhana tê de xwe qut bikê û bi Ristika Morîkan re biçe welatê vegotina bi zimanê hest û xeyalan xewn û xemlan.
Fatma Savci bi vê ceribandina xwe ya çîrokan rêyeke nûjen li pêsberî xwe, pêsberî xwendekaran û nivîskaran vedike; dide diyarkirin ku helbestvanek dikare çirokên helbestî bihûne û binexsîne ser rûpelan…
Bi hêviya berdewamiya gelek berhemên din…
HESEN HUSEYÎN DENÎZ

F
E
E
D

B
A
C
K