Pirtûkên bijarte -9-

 

Xwendina pirtûkan ji min re ne hobî ye. Nexweşî ye. Ez evîndarê xwendina pirtûkan, ew jî hevalên tenêbûnê û xezîneyên manewî ne. Hejmarek pirtûkên hilbijarte hene ku li ber destê min in. Ez hemalê wan, ew jî derdê min dikşînin. Ez dixwazim di vê rêzenivîsê de, li ser wan pirtûkan kûr bibim.

  

Gabar Çiyan

 – Kanê zavayê we lo?– Kanê birazavayê we? – Ve ye zavayê me lo!– Vaye birazavayê me! – Kanê mêvanên we lo?– Kanê mazûbanê we? – Va ye mêvanên me lo!– Va ye mazûbanê me! Yek mûmik, du mûmik, sê mûmikÇar mûmik, çardeh mûmikSerê malê misqalek Bûk li zavê bimbarekKî nebêje bimbarekPêvede koremarekHa nîna, ha nîna, nînaHa nîna, heyran nîna!… 

Bi nîşan û dawetekê miradê du kesan bi hev dibe. Lê di bingeha xwe de, şahiyên wisa dibin navgîn ku gelek xort û keç hev bibînin. Ne tenê du kes dighêjin miradê xwe, lê belê her dawetek û şahiyek rê ji bo hevdîtin û dilketinên nû vedike.

 

Qonaxa nîşan û daweta dirêj e, têra xwe bi serêş e û çûna aborî gelek caran nigên mirovî dixe şikalek teng. Xwestina qîzê destpêka mirovantiyê ye.

 

Salixdana bûkê dema herî xweş e. Nirxê bûkê bi wesifdayinê tê bilindkirin. Wesifdayina bûkê bi peyvên bilind tê hunandin:

 Rûyê gilor û sor-sipî mîna pelekê berfa Sîpan û Xelatê. Bejna wê mîna şiva zirav. Porê dirêj xwe berdide heta ber qorikê. Kar xezal e. Çavên reş, lêvên sor, birên wê dibine tîr û lawê me dike birîndarê xwe… 

Qelen, beşek ji pirsgirêka zewacê li welatê me ye. Bêguman e li gelek deveran ji holê rabûye. Li hinek herêman kesên dewlemend bi rêya qelenên giran, bi qîzên ciwan re dizewicin. Pirs cihê niqaşê ye.

 

Şêranî, xemilandina bûkê, kombûna xizm û xwediyan li dora bûkê û şahiya tê kirin, demek taybetî ye. Yadîgariyên tên berhevkirin, ji mala nû re piştgirî ye.

 

Amadekariya roja dawetê kêliyên herî xweş û bi serêş in. Kirîna cihêz, xemilandina mala nû, vexwendina xelkê bo temaşekirina cihêz û serbilindiya mala bavê bûkê û zavê tenê dikare bibe mijara pirtûkekî.

Roja dawetê heyecana mala bavê bûk û zavê derdikeve pêş. Lê di rastiyê de kesên herî bi heyecan bûk û zave ne.

 

Amadekirina bûkê. Kirasê sipî bi ser bajna wê ya zirav de berdayî. Porê şehkirî û tiliyên bi hine û hîsên wê:

 Mirov li malekî mezin dibe. Di dema zaroktiyê de, şêrîna ber dilê bavê xwe ye. Çavxezala yadê ye. Paşê mezin dibe. Dibe keçek lihevhatî û bejinzirav. Dil dikeve xortekî… Niha dema wê hatiye ku mala bavê bi cî bihêle. Derketina ji malê ne hêsan e. Ji aliyekî hêstirên dayikê, ji aliyê din bavê stuxwar. Êdî şêrîna ber dilê bavê û xezala yadê diçe. Mal wê vala bimîne. Dêûbav demek dirêj dê bi çavan li hev binêrin, valahiya bûye nepejirînin, bi hev re bigirîn… 

Dema guhestinê hatiye. Bûk hêdî hêdî xwe amade dike. Destê wê ji mal nabe. Bi giranî derdikeve derê derî. Bo cara dawî li hundirê tê de mezin bûye dinêre. Xatir jê dixwaze:

 

Ji nivîna xwe, qûncika lîstikê, lîstikên zaroktiyê, metbex û cilşokê…

 

Li aliyê mala zavê, dengê dahol û zirnê bilind dibe. Li aliyekî kurkirina zavê, paşê dora lixwekirina kincên nû ye. Darika zavatiyê nehatiye jibîrkirin…

 

Nîşan û Dawet di jiyana mirov de demên herî bilind in. Her kêliyek dibe wêneyek û di mêjiyê mirova de cî digire. Mirov paşê bi dehan caran dihêne zimên, jin û mêr ji hev re, paşê ji der û dora xwe re dibêje, qal dike. Xatiratên bûk û zavatiyê nirxên xwe bilind in.

 

Pirtûka Nîşan û Dawetê ji aliyê Mamoste Amed Tîgrîs ve hatiye nivîsîn. Nivîskar Tîgrîs di vê xebata xwe de, ne tenê ji herêma xwe, lê belê ji gelek herêmên Kurdistanê nimuneyên cewaz dide. Pirtûk, ji çanda kurdan ya dewlemend nimuneyên balkêş pêşkêşî xwendevanan dike. Mamoste Tîgrîs li ser pirsê têra xwe kur bûye. Kûrbûn di xebata wî de eşkere xuyanî dike.

 

Ji hevdîtina keç û xortan dest bi nivîsînê dike. Lêkolîna wî dirêjî, bûkbazî, pirsa keçrevandinê, herêkirin, salixdana bûkê, şîranî, qelen, dawet û hinê dibe…

 

Pirtûk bi wêneyan hatiye dewlemendkirin. Di dawiya xebata Tîgrîs de ferhengokek biçûk hatiye bicîkirin. Di ferhengokê de peyvên dawetan hatine pêşkêşkirin.

 

Xebata Mamoste Tîgrîs ji 96 rûpelan pêk tê û bi kurdî ye.

 

Pirtûka Nîşan û Dawet ji aliyê weşanxaneya APEC ê li Swêdê di sala 1991 de hatiye çapkirin. Kesên bixwazin dikarin bi APEC ê re têkiliyê daynin: APEC, Box 3318, 163 03 Spanga-Sweden.

 

Mamosteyê Zimanê Kurdî û Nivîskar Amed Tîgrîs sedema hilbijartina tema Nîşan û Dawetan ji bo me wisa şirove kir:

 Di kultura her netewe an jî gelî de nîşan û dawet cî û roleke xwe yê girîng heye.  Ew bingehê tore û çandan gelan in. Di serdema me de  teknîk gelek bi pêşket û tixûbên kulturî çirand. Bi taybetî li welatê me gundîtî nema û xelk goçbarên bajaran bûn û dibin. Bi koçberbûna wan re çand jî koçber û serûbin bû. Bi taybetî wek gelê kurd ku tu dem û dezgeheke wî yê netewî tune, zimanê wî qedexe ye, nikare ziman û çanda xwe bi kar bîne, bi ser re jî asîmîlayoneke tûj û dijwar li ser e; bi hemû çand û edetên xwe ve tê helandin î mihandin. Bi taybetî jî nîşan û dawetên kurdî bi zanîn an jî bi nezanî êdî reng û naveroka xwe ya berê wenda kirine. Mirov êdî rastî nîşan û dawetên  40-50 sal berê kêm tê na jî qet nayê. Çandeke bi hezar salan di demeke kurt de wenda û ji bir û dibe. Hem dewlet vê yekê bizanebûn dike û dixwaze, hem jî kurd bi xwe, xwe otoqedexe û otoasîmîle dikin û wek ew nîşan û dewetên berê tişten kevn, paşvemayî bin, ji wan dûr dikevin, heta şerm dikin. ”Ev karê gundiyan e” dibêjin. Wek her aliyê jiyanê herweha nîşan û dawetên dagîrkerên welatê xwe kopî dikin. Êdî wek wan di salonan de bajarkî nîşan û dawet dikin. Belê kopiya nîşan û dawetên dagîrkerên tirk, ereb û farisan in. Tirk, ereb û faris jî ji ewropiyan kopî kirine û dikin û em jî ji wan dibînin, dibihîsin û kopiyan wan in. Yanî em kopiya duyemîn û sêyemîn in. Kopîya herî xerabe, genî û gendel. Li gor xwendin, zanîn, têgehiştin û baweriya min, divê em çanda xwe ya berê wenda nekin, lê bikolin, berhev bikin binivîsin, bi wên binexşînin, fîlmên wan bigrin. Xezineya kurdî di van berhemên folklorîk de vesartî ne. Ji aliyek ve hem dimre, dihele û ji aliyê din ve jî bi salan in ku dagîrkerên Kurdistanê bi girîngiya vê yekê baş dizanin û bi hesk û zerikan berhemên çanda kurdî didizin û navê xwe lê dikin. Pirî dizîn êdî stran ji mer e nehiştin. Loma ez girîngiyeke mezin didim xabatên komkirin û tomarkirina berhemên folklorîk. Divê em çanda kurdan hezar salan a dewlemend ji asîmîlasyona dijmin, ji sersarî û xwebiçûkdîtina kurdan û ji wendakirina dîrokê rizgar bikin. Min heta niha di vî warî de pirtûkên wek Nîşan û dawet, Gotinên Pêsiyan, Biwêjen kurdî, Hevwateyên kurdî, navên kurdî nivî û di dawî de jî Licê nivîsî. Biwej û hevwate hîn neqediya ne. Pirtûka hevwateyan em çend kes bi hev re made dikin.  Ez dixwazim di vê mijarê de nimûneyeke berbiçav bidim berî ku ez pirtûka Nîşan û dawetê binivîm bûyerek ku cawa bandoreke mezin li min kir. Di sala 1989an de ez bi grûbeke mamosteyên swêdî re çûn Maceristanê serdana dibistanan. Li wir em rojeke çûn bajarekî turîstik. Komeke şano li wê derê hebû û komê xwest lîstika xwe ji bo me pêşkêş bike. Evar bû û komê dest bi lîstika xwe kir. Lîstika wan ji nîşan û dawetên wan ên kevn beşek bû. Du malbat dilîstin. Yek malbata keçikê û ya din jî malbata lawik bû. Bi tenê ji mer e gotin navê lîstika me ”Keç xwestin û dawet e.” Me ji zimanên wan fêm nedikir, lê ji xwe ziman ne hewce bû, mirov fêm dikirin ka çi dibe. Keçîke xwestin bidin yekî, lê keçikê xwe avêt erdê û nedixwest. Piştre keçik ji nav wan revî  û hat nav me temaşevanan û di nav  me de deste min girt û ber bi hundir ve kişand, min nexwest rabim. Hemû hevalên min û temaşevan kenîn û gotin here ka çi dibe. Ez çûm  min birin hundir, mêr û jinek din jî li hundir bûn. Bi zimanê xwe bi min re peyivin min fêm nekir, bi jest û mîmikan , tişt tune , li vir raweste gotin. Em qederek li hundir man, yên din li der lîstika xwe domanin. Hinek kes ketin navê pere mer e dan û lihev hatin. Bûkê bi paş ve ji min stendin. Paşe bi destê min girtin anîn der. Carek din hemû hevalên min yên mamoste ji kenan zikopişto bûn. Ka min keçikê revandibû an jî wê ez revandibûm. Heta em hatin Stockholmê hevalên ên mamoste bi henek digotin wele ew qereç bûn, porê te jî wek wan reş bû û te ji xwe hesibandin û keçikê çav berda bû te.Me fêm kir ku  wan gundiyan nîşan û dawetên xwe yên kevn kirine şano û ji turîstan re dilîzin û pere kar dikin. Ji wê rojê şûn ve min xwest ez  nîşan û dawetên me kurdan jî berhev bikim û ku pêkan (mumkun) be jê senariyoyeke çêkim û Bila bibe şano an jî fîlma wê çêbikim. Min di sala 1991 de pirtûk bi navê ”Nîşan û dawet” nivisî, lê senaryoya wê amade nekir. Artîstê kurd Kemal Gurgu çend car ji min daxwaz û tîka kir ku ez senaryoya wê çêkim û ew bilîzin. Lê hezar mixabin min heta îro tu dem, hêz û kês  nedît ku senaryoya wê amade bikim. Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K