Em bi Nivîskar Eslîxan Yildirim re, li ser berhema wê ya nû û xebatên wê axifîn. Wê qala berhema xwe ya nû û planên xwe yên pêşerojê kir. Spas. 

– Ji kerema xwe re, xwe ji xwendevanên me re bide nasîn, Eslîxan Yildirim kî ye?Heke wek danasîna klasîk bê xwestin ez li Nisêbinê çêbûme. Piştî xwendina 8 salan, ez derbasî dibistana Nenehatûnê ya li Erziromê bûm. Min, li wir ”Lîseya Mamostehiyê ya Keçikan û Enstîtuya Perwerdeyê” xwend. Xwendina 5 salan li Erziromê di jiyana min de demeke pir girîng e. Min, piştî xwendinê, li Nisêbîn 20 salan mamostetî kir. Sê zarokên min hene. Ev deh sal in li ser dîrok û çandê, lêkolînan dikim. Heya niha ev berhemên min hatine çapkirin: 

* ‘Tarihin Taniği Nusaybin’ (Nisêbîna Şahida Dîrokê) – 2001

* ‘Kaniyek ji Mezopotamyayê Nisêbîn’ – Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê- 2005

* Herdemciwanê (Çîrokên Gelêrî) -Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê – 2009

* 5 Çîrokên Zarokan (Pîrê û Dîk, Gayê Cot, Herdemciwanê, Pîrê û Rovî, Rovî û Şêr) -Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê – 2009

*Kurdistan û Sînor-I- Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê – 2009 

Eger hinekî ber bi taybetmendiyan de herim, bi kinayî ez karim bêjim ku, di jiyana min de li hemberî gelek astengiyan, min, bi bêhna fireh, bi derziyê bîr kolane. Xebatên min yên lêkolînî jî bi zehmetiyên wisa hatine amadekirin. Weke ku em hemû zanin, rewşa ku em têdene rewşeke ku mirov dimihîne û mirov tune dike ye. Ji bo ku mirov li ser linga bimîne, yan jî tiştekî biafirîne, divê mirov gelekî bixebite. Dema ez dikevim vê mijarê her tim gotina nivîskarê nemir Mehmed Uzun tê bîra min. Digot, “Yên xelkê saetekê bixebitin, divê em deh saetan bixebitin heya em karibin biserkevin.” Belê, mifteya biserketinê ev e.  

– Sedemên hilbijartina mijarek wisa taybetî “Kurdistan û Sînor” çi bûn?

-Wek ku tê zanîn, pirsgirêka kurdan ya herî mezin sînorê ku di nav wan de derbas dibin e. Em hemû gelek caran dibêjin, welatê me bûye çar perçe. Lê ji ber ku perwerdeya me ya giştî ne di destê me de ye, bi pirayî em mijarê berfireh nizanin. Heya berî bi deh salan, yanî heya ku min dest bi lêkolînê nekir, min kûrahiya mijarê ewqasî nizanîbû, digel ku min jiyana xwe li navçeyek li ber sînor didomand. Piraniya jiyana min li Nisêbînê derbas bûye. Bajarê Nisêbînê li ser sînor e. Lêkolîna min a ewil li ser Nisêbînê bû. Dema min dest bi xebatê kir, min dît ku gelek pirsgirêk bi vê mijarê ve girêdayî ne. Wê demê binîka vê mijarê hate avêtin. 

– Ji me re qala dema amadekirina wê, hilbijartin û peydekirina çavkaniyan, pirsgirêkên derketin pêşiya we bikin…Pêşî min bi berhevkirina serpêhatiyên li ser sînor dest pê kir. Wek, jihevqetandina xwediyan û hesretên wan, hevdîtinên wan yên li ber têlan. Wek, kesên ku dema qaçax dikirin çi bi serê wan de dihat, dema mayîn diteqiyan û birîndarî çêdibû çi dikirin û hwd… Di ber re, min lêkolîna dîroka sînorên ku di nav Kurdistan de re derbas dibin, kir. Gelek mijarên di hundirê vê mijarê de, ez kişandim ber bi xwe ve û xebat dageriya du cildan. 

Di çavkaniyan de ziman gelekî girîng e. Heke ingilîzî û erebiyan min hebe jî, têra ku ez ji çavkaniyên bi wan zimanan sûdê verbigirim nedikir. Helbûkî bi wan zimanan, bi osmanî û bi frensî di vê mijarê de gelek çavkaniyên giring hene. Ji ber ku dema Kurdistan bû çar perçe van dewletan rola sereke dilîst. Bi vî haweyî ez mam bi çavkaniyê kurdî û tirkî tenê. Wek ku tê zanîn berhemên kurdî pir hindik in. Hin çavkaniyên tirkî jî bi çi hawî hatine nivîsandin li ber çavan e. Hin wergerên berhemên biyanî yên hêja jî hene helbet… Loma hewce dikir ez çavkaniyê ku hene tevan û gelekî bi baldarî bixwînim. Zêdî sed û bist kitêbî min bi vî haweyî xwend, li hinekan ji wan dubare vegeriyam. Bi sedan car ji înternetê di derheqê mijarê de rûpel daxistin. Min ji Kutupxaneya Kurdî ya Stokholmê bigirin, hetanî Kutupxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê sûd wergirt. Yanî min hewil da ku çi imkanên hene bikar bînim.

 

Cilda pêşî, pala xwe dide gelek çavkaniyên dîrokî, lê di cilda duduwan de serpêhatiyên şahidên zindî cihekî girîng digre. Di vî warî de jî pirsgirêk hebûn. Ji ber rewşa ku heye min eşkere nikarîbû di derheqê vê mijarê de li gelek derên ber sînoran bigerim û lêkolînê bikim. Loma danheva serpêhatiyan jî bisînor bûn. Li gel hemû zehmetiyan ez hêvî dikim ku min bingeha mijarê îfade kiribe. Ji xwe  ez vê xebatê wek destpêkekê dibînim. Ez hêvî dikim di vê derbarê de xebatên hîn berfirehtir bên kirin.  

– Pirtûka we ya yekê çi deman hemêz dike? Plana we ji bo beşa duwem (2) û naveroka wê çi ye?Dema ez behsa xebatê dikim ez behsa herdu beşan dikim, yanî herdu xebat di hundirê hev de ne û piranî li ser sedsala 20 an tê sekinandin. Min herdu qedandibûn, lê xebata li ser ziman gelek dem girt û heya niha tenê beşek hat çapkirin. Ev pirtuka yekem wek destpêka mijarê ye, tê de tenê dîroka sînorên di hundirê Kurdistana bê sînor de heye. Yani di nav dewletan de kengi ev sînor hatin qebûlkirin. Esas giraniya mijarê di beşa duduyan de ye. Ev beş di bin sernivîsa ‘Sînoran Bi Xwe Re Çi Anîn’ de li ser van mijaran tê sekinandin: 

¤ Dê û Weled Ji Hev Hatin Qutkirin

¤ Di Welêt De Her Tim Şer Heye

¤ Asîmilasyon, Sirgûn û Koçberî

¤ Pevrebûna Dewletan A Li Hemberî Kurdan û Êrîşên Ji Sînor û Wê De

¤ Mayîn û Qaçax

¤ Hemû Der Bûn Herêmên Sînoran

¤ Bandorên Sînor û Bûyerên Wê Yê Li Ser Psîkolojîyê 

– Çima bi kurdî?

Belê, wek ku tê zanîn hebûna miletekî bi zimanê wê ve girêdayî ye. Dema ziman winda bibe, gelek tişt winda dibin. Îro rewşa ku zimanê me tê de ye rewşek bi xeter e. Ez difikirim ku axilbe divê mirov di vî alî de hesas be. Bê çilo lêkolînkirina dîroka me ya xwe bi xwe muhîm e, nivîsandina berhemên me yên bi kurdî jî bi min ewqasî giring e. Ji loma, ez bixwe di vî warî de ne gelekî xurt bûm jî, ji serî ve min biryar dabû ku xebat bi kurdî be. Serpêhatî tevde bi kurdî bûn, lê aliyê dîrokê ji ber ku çavkanî bi pirayî tirkî bûn min bi tirkî amade kirin. Dûra bi alîkariya hin hevalan wergera wan hate kirin. Ji xwe ji ber pirsgirêka zimên weşan bi derengî ket. Îro tu saziyên me yên berfireh ku alîkariyê bi pêşxistina zimên re dike, yên di vî warî de xebatên zanistî dike, tune ye. Ev jî dike ku di zimên de di bikaranîna gotinê serdemê de zehmetî derkevin. Li gel van hemûyan xebat bi kurdî hat amadekirin.   

– Ji me re hinekî qala xebatên xwe yên pêşerojê bikin…

Di serî de xebata “ Kurdistan û Sînor -2-” divê ez biqedînim. Niha ez li ser zimanê wê dixebitim. Piştî belavkirina “ Kurdistan û Sînor-1- û -2-” bi kurdî, min divê heman xebat bi tirkî jî bêne weşandin. Ez bixwe dê vê xebatê bikim.

Giraniya lêkolînên min li ser çand û dîroka Kurdistanê ne. Niha wek ku meyla min ketiye ser romanekê. Ji bo wê hinek amadekariyên min jî hene. Lê ji ber ku ez zanim wê demeke dirêj bigire, ez nizanim bê wê di vê navê re dê nivîs min bi ku de bikşîne. Ji ber ku carna serî ji mirov distîne û ew dibe sedem ku mirov bi dû xwe de dibezîne. Bi rastî niha dilxwaziyek min a din jî heye. Ew jî amadekirina ansîklopediya bi kurdî ye. Ji xwe xebatek wisan divê ku di rêberiya saziyekê û gelek kesên pispor bê kirin. Min hinekî hewil da ku tevgerek bê destpêkirin, lê mixabin xuyaye derfet têra wê nakin. Ku hewildanek wilo hebe ez ê bi dilxweşî tevlê bibim. Ji aliyê din ve, hewil didim rêze kitêbên ku ji bo me kurdan muhîm in werdigerînin kurdî. Ev jî derî nivîskariya min, tenê bi organîzekirinê wê bê meşandin. Heke ez karibim tera van bikim ez ê dilxweş bim… Spas.

 

EuroKurd News – eurokurd.net

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K