Mîna sala bihurî ku Shahînê Bekirê Soreklî bi saya projeyeke wejeyî di navbera Het Beschrijf û Enstituya Kurdî ya Brukselê hatibû Bruksel, îsal jî nivîskarê ji Bashûrê Kurdistan, Îbrahîm Selman mêhvan e. Ew vê carê mêhvanê Het Beschrijf / Passa Porta ye.
Îbrahîm tev du nivîskarên din ewê mehekê li Bruksel bimîne û li ser romana xwe kar bike. Bê goman di vê demê de gerek e Îbrahîm Selman chend nivîsan jî li ser mayina xwe ji bo çapemeniya wejeyî ya Beljîka binivîse. Ev dikare çîrokek be, chend helbest bin, yan jî bîranînek li ser mayina xwe ya Bruksel be.
Ibrahim Selman (Bashûrê Kurdistan, °1952) di sala 1981 de mîna penaber hate Hollanda. Helbest, çîrok, roman û nivîsên ji bo tiyatro dinivîse. Rejîsoriya tiyatro û filman dike. Di hin fîlman de jî rol lîstiye. Pirtûka wî ya dawî bi zimanê Nederlandî ye (Hollandî) "Dapper hart gezocht". (2007). Ev pirtûk ji chend nivîs û hevpeyvînan pêk tê. Di dema xwe ya Bruksel de Îbrahîm Selman dixwaze romana xwe ya bi navê "Aline" biqedîne. Ev roman li ser jineke Beljîkî, heftê salî ye û li qeraxê deryayê li Spanya dijî. Jinik pirr zikresh e û ev zikreshiya wê dikare bibe pirsgirêkeke mezin.
Nivîskara Portugalî, Judite Jorge (Azoren, °1965) li Lissabon dijî, xebatkara radyo û televîzyona bii navê RTP ye. Gelek berhemên wê hatine xelatkirin.
Nivîsakarê ji Zimbabwê, Chenjerai Hove (°1956) sêyemîn nivîskar e ku di nava vê projeyê de ye. Ew li Shona dijî û bi Ingilîzî dinivîse.Nivîskarekî li welatê xwe bi nav û deng e. Di dema xwe de li dijî nîjadparêziya Ewropiyan li Zimbabwê têkoshîn kiriye. Niha jî dijî Rayedarên dewleta xwe, hikûmet û karbidestên din têkoshîneke xurt dide ji ber ku ew nikare qebûl bike ku demokrasî nîne, mafên merovan têne binpêkirin, gendelî heye û jiyan ji bo gel zehmet e. Diziya hikûmetê qebûl nake. Neheqî û gendelî nikare bipejirîne. Prensîba ronakbîriyê binpê nake.
Hikûmeta wî ew ji welêt derxist. Nuka li Norwêj dijî. Zie ook www.residentiesinvlaanderen.be

F
E
E
D

B
A
C
K