20ê gulana (Mai) 2010ê – Di şibata (February) 2010ê de li Ebdilfetah Nûrî Dihêr (1953, zewicî ye, şeş zarok), berpirsê inîtsyatîva kurdî »Yêkîtiya Niştimanî ya Azad«, derketina ji Sûriyê hat qedexekirin. Li gor agahiyên wî ew li dergehê sînor ê Qamişlo/Nisêbînê hatiye agahdarkirin, ku ew nikare derkeve derveyî welêt. Herweha jê re hatiye gotin ku serî li Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê bide. Tevî ku wî çend caran – cara dawî di 10ê gulana (Mai) 2010ê de – serî li wê dabû, wî ne civanek distend, ne jî agahiyên li ser sedema qedexekirina derveyî welêt bi dest dixistin.
Belgeyeke nû: Qanûna 41ê
16ê gulana (Mai) 2010ê – Di 10ê îlona (September) 2008ê de serokê Sûriyê mersûmê 49ê derxist. Vî mersûmî qanûna 41ê ya di 26ê cotmeha (October) 2004ê de guhert, ku milkiyet, kirêkirin û firotina xakên li herêmên sînor tenzîm dike. KurdWatch qanûna 41ê û herweha wergereke baştir a mersûmê 49ê diweşîne. Tenê dema mirov herdu belgeyan bide ber hev, eşkere dibe bê pirsgirêkên taybetî di mersûmê 49ê de li kû ne. Di demeke nêzîk de emê agahiyên berfireh li ser encamên mersûmê 49ê di malpela KurdWatchê de biweşînin.
Şam: Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê çar sal cezaya zindanê li Kurdekî dibire
15ê gulana (Mai) 2010ê – Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê li Şamê di 4ê gulana (Mai) 2010ê de li gor bendê 278ê yê qanûna tawanan çar sal cezaya zindanê li Hafiz Micwel Şindî (1975, zewicî ye) birîn. Şindî di 1ê hizêrana (June) 2008ê de li Hisiçayê hatibû girtin. Ji ber ku parêzerê wî tunebû, sedemên girtin û dadkirina wî ne naskirî ne. Herweha li cem malbata wî, ku ta niha nekarî xwe bigihîne Şindî, ti agahiyên li ser vê yekê peyda nabin. Ji ber vê yekê ne diyar e bê girêdanek di navbera girtina wî çalakiyên gengaz li Sûriyê yan jî mayina wî ya li Qubirisê de, ku Şindî ta havîna 2007ê li wir kar dikir, heye yan na.
Qamişlo: Li dijî çalakvanekî PYDê li gor bendê 288ê doz hatiye vekirin
13ê gulana (Mai) 2010ê – Bi biryara Dadwerê Leşkerî li Qamişloyê Siûd Ebdilqadir Ibrahîm (1975, zewicî ye) di 5ê nîsana (April) 2010ê de serbest hat berdan. Li dijî wî li gor bendê 288ê yê qanûna tawanan doz hatiye vekirin. Endamên Dezgeha Ewlekariya Siyasî di 4ê çiriya paşîna (November) 2009ê Ibrahîm, ku çalakvanê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ye, li Qamişloyê girtibû. Piştî neh rojan di hicreya bitenê de li cem Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Hisiçayê ew hat veguhestin zindana navendî ya bajêr. Di dema girtina di hicreya bitenê de Ibrahîm rastî lêdanên di rû de û herweha yên bi boriyeke avê li ser lingan dihat.
Şam: Şagirtekî bakaloryayê li cem Ewlekariya Dewletê girtî ye
9ê gulana (Mai) 2010ê – Reşo Ebas Ibrahîm (1990) li cem Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Şamê girtî ye. Şagirtê bakaloryayê û alîgirê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 29ê adara (March) 2010ê de ji aliyê endamên Dezgeha Ewlekariya Dewletê ve li ciyê karê wî di dikaneke bêrîkfonan de li Qamişloyê hatibû girtin û dest hatibû dayin ser kompûterekê. Hayê malbata Reşo Ebas Ibrahîm ji kurê wê tuneye.
Şam: Enwer Naso ji zindanê derket – Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa û Meerûf Mele Ehmed di zindanê de dimînin
8ê gulana (Mai) 2010ê – Di 22ê nîsana (April) 2010ê de endamê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê (Yekîtî), Enwer Naso, ji zindanê serbest hat berdan. Naso di 26ê çileya pêşîna (December) 2009ê de ligel Hesen Salih, Meerûf Mele Ehmed û Mihemed Mistefa, ku hersî endamên polîtbîroya Yekîtî ne, di nivîsgeha Mûdîrê Navçeyê yê Qamişloyê ji aliyê endamên çekdar ên Dezgeha Ewlekariya Siyasî ve hatibû girtin û veguhestin Hisiçayê. Ew li wê derê deh rojan di zindanê de man, ku neh ji wan di hicreya bitenê de bûn. Di vê demê de wan tenê carekê di rojê de xwarin distend, di çend rojan de qet xwarin nedigiha wan. Di zindana li Hisiçayê de Enwer Naso hatibû işkencekirin. Dema ku pirs jê dihatin kirin, ew rastî lêdana di rû de dihat û piştre jî lingên wî rastî lêdanên bi boriyeke avê dihatin. Herçar girtî hatin mecbûrkirin ku bi şêweyekî nivîskî eşkere bikin bê ma ew ji bo mafê çarenivîsê ji bo Kurdan in û çima.
Di 4ê çileya paşîna (January) 2010ê de Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin veguhestin zindana el Fayhaayê ya Dezgeha Ewlekariya Siyasî li Şamê. Meeruf Mele Ehmed und Enwer Naso bi hevre di hicreyekê de bûn, ku dora pênc metreçarqorzî mezin bû. Hicre sar û şil bû, lê berevajî hicreyên li Hisiçayê destavxaneyek tê de hebû. Ehmed û Naso ji ber bi êşên di warê sîngê de ketibûn, ku xwe avêtin guhan û bûn sedema pirsgirêkên hevsengiyê û herweha dilxelandinê. Mihemed Mistefa ligel sê girtiyên nenas di hicreyeke din de bû. Hesen Salih di destpêkê de di odeya pijîşkê zindanê de bû, lê di 10ê nîsana (April) 2010ê de hat xistin hicreya Mihemed Mistefa. Ji derveyî zindanê tenê cil digihan girtiyan, ku malbatên wan ji wan re anîbûn. Lê ji ber gerîna ji bo tiştên qedexe ew cil ewqasî dihatin qetandin, ku mirov nema dikarî wan bi kar bîne. Li girtiyan dihat qedexekirin ku cilên xwe bidirûn. Di dema pêşî de girtî dikarî di rojê de pênc deqeyan derkevin hewşa zindanê, lê piştre wan dikarî her du hefteyan carekê derkevin. Çûna cem pijîşkê zindanê di hefteyê de du caran pêk dihat. Girtî gelek caran bi destên di kelepçeyan de rastî pirsên lêkolînê dihatin, pirê caran çavên wan jî girtî bûn. Hemû dozên ji bo veguhestina zindaneke normal nedihatin pejirandin.
Di 19ê nîsana (April) 2010ê de Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa, Meerûf Mele Ehmed û Enwer Naso hatin veguhestin Dadgeha Bilind a Ewlekariya Dewletê. Dadwer li beşekê ji axavtinên di protokolên lêkolînê nerî. Piştî vê rûniştinê Enwer Naso di 22ê nîsanê (April) de serbest hat berdan bêyî ku li dijî wî doz bê vekirin. Wî gotibû ku ew çalakvanek siyasî, hunermend û helbestvan û herweha alîgirik Partiya Yekîtî ye. Hesen Ibrahîm Salih, Mihemed Ehmed Mistefa û Meerûf Mele Ehmed hîn jî di zindanê de ne.
Ji ber lêdanan û mercên xerab di zindanê de Naso ta îro diêşe, di guhê wî yê çepê de deng peyda dibin û gurcikên wî diêşin. Herweha ew ji ber şikandina diranekî wî rastî kêşeyên axavtinê tê.
Heleb: Pîr Rustem dikare azad li bendî dadkirina xwe bimîne
5ê gulana (Mai) 2010ê – Siyasetvan û nivîskar Ehmed Mihemed Mistefa, ku bi navê Pîr Rustem hatiye naskirin, di 27ê nîsana (April) 2010ê de ji zindana navendî li Helebê serbest hat berdan. Li dijî wî li gor bendên 267, 288 û 307ê yên qanûna tawanan li cem Dadwerê Leşkerî li Helebê doz hatiye vekirin.
Şam: Li Viyan Ebdilhekîm Beşar derketina ji welêt hat qedexekitin
5ê gulana (Mai) 2010ê – Bêyî destûra Firaa Filestîn, ku beşek ji Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye, Viyan Ebdilhekîm Beşar nema dikare ji Sûriyê derkeve. Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ev yek di 29ê nîsana (April) 2010ê de ji keça sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî) Dr. Ebdilhekîm Beşar re got. Herweha jê re hatiye gotin ku piştî ku ew xwendina xwe ya li zanîngehê biqedîne, ewê nikaribe di dezgehên dewletê de bixebite. Jê re hatiye gotin ku sedema vê yekê xebata siyasî ya bavê wê ye, ku wê hîn bêtir ziyanê bigihîne wê û malbata wê. Herweha Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê jê re gotiye ku ew dikare bavê wê »winda bikin«, lê ew vê yekê nakin, çimkî ji vê yekê re dem ne munasib e û ew naxwazin wî bikin qehremanek.
Hisiça: Dezgeha Muxaberatên Leşkerî tehqîqê bi keça sekretêrê el Partî re dike
29ê nîsana (April) 2010ê – Viyan Ebdilhekîm Beşar (1988), keça Dr. Ebdilhekîm Beşar, sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (el Partî), di 25ê nîsana (April) 2010ê de çûbû Hisiçayê da ku paseporta xwe dirêj bike. Li wir jê re hat gotin ku divê ew serî li Firaa Filestîn bixe, ku girêdayî Dezgeha Muxaberatên Leşkerî li Şamê ye. Di 27ê nîsana (April) 2010ê de li wir çar seetan pirs ji Viyan Ebdilhekîm Beşar hatin kirin. Herweha jê hat xwestin ku di 28ê nîsana (April) 2010ê de dîsa serî li wê dezgehê bide. Ta niha paseporta wê nehatiye dirêjkirin. Li bavê wê hatiye qedexekirin ku ji Sûriyê derkeve.
www.kurdwatch.org – Nûçename – 21ê gulana 2010ê
http://www.kurdwatch.org/pel?cid=142