Bruksel, 18/11/2026

Binçavkirin û girtina siyasetmedarên Kurd ku di qada siyasî de, di çarçeweya zagonî de xebata xwe dikin, raste rast terora dewletê ye. Ne durustbûna rayedarên vê dewletê di mijara Kurd û Kurdistan de ye.

Weha xuya ye ku ev dewlet wek her dem li dep û dolaban digere û dev ji vê siyaseta xwe ya qirêj bernade.

Zexta siyasî, înkara nasnameya Kurdî, ziman, çand û dîroka Kurdistan bûye hîmê siyaseta vê dewletê û ew heta niha jî ne di wê bîrê de ye ku xwe biguhere.

Ne siyestmedarên Kurd, ne jî gel bi giştî xwestine vê dewletê “parçe“ bikin. Her tim alîgirê aştiyê, jiyanek bi hevra, azad û demokratîk xewna vî milletî bû ye. Ev jî maf û daxwazên bingehîn in. Mafên rewa ne.

Ev bûyerên dawî, wan axaftinên ku tên kirin “ewê pirsgirêka Kurd çareser bibe” dike bin şikên mezin.

Divê Kurd, bi hemû sazî û kesayetiyan xwe ve, li her cî û di her demê de vê siyaseta ne durust, dijî Kurd û her tiştê bi Kurdan ve girêdayî, qebûl nekin. Ev bi salan e siyasetmedarên me di girtîgehan de ne. Îro ew berpirsiyarên siyasî ku rêxistina Hevbendî birin û avêtin zîndanê. Sibe dora kê ye ne xuya ye. Heta ev nedurustbûn bidome ewê rewşa me jî weha bimîne. Bo vê yekê jî hemû Kurd, demokrat û azadîxwaz divê milê bidin hev û vê sîstema derewkar, xapînok û bêhnpêketî berteref bikin.

Hemû siyasetedarên Hevbendî ku hatine girtin yên me ne û em girtin û terora li ser wan şermezar dikin.

Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K