Niha li bazara Enqerê dîsa îhale ya ‘operasyona Qendîl’ê’ vebûye. Gefên dijî PKK’ê û (bi awayeke sergirtî dijî hezên Basûrê Kurdistan’ê jî) êdî yek ji daxuyanî û nûçeyên rojane yên hemû cûre medya û rayadarên tirk e. Lesker an jî siyasetmedar, çi desthilatdar, çi mûxalefet, yê ku beyanî zû siyardibe û rojnamevanekî an jî kamerayekî bibîne destpêdike: Ji bo em terorê bidawî bikin divê em têkevîn Qendîl’ê!
Siyasetmedar, lesker, stratej, her cûre serekên civakî ewqas gotinên giran dikin ku herî kêm ji bo ku ji bin vî barî derkevin, divê operasyonekî pêk bînin! Dîplomasî, sîyaset, leskerî û sektorên din yên Tirkiye’yê di vê meselê de hevdengin! Operasyona dervayê sînor bûye dermanê hemû derdê tirkan. Li gor wan ger ku Amerîka rê, Barzanî derfet û Iran û Iraq jî alîkarî bide wê artês di nava çend rojan de hemû PKK’ê ji hole rake!
Di vê navberê de jî ji sînor 200-400 kîlometre dûr, li Dêrsim, Hatay, Amed, Çewlik û li gelek deverên din yên Kurdistan’ê gêrîlla diavêjin ser meqerên leskerî. AKP beriya Qendîl’ê, bi hêrs berê xwe daye siyasetmedarên sivîl yên kurd û di bin navê tawanbariya KCK’yê de hilbijartiyên kurdan rêz bi rêz disîne girtîgehê! Niha dest bi girtina tirkên ku silav didin kurdan jî kirine û Erdogan bi avayeke eskere ji herkesî re mealen wiha dibêje; Ya li alîyê me, ya li aliyê wan!

Sedemên operasyonê
Gelo sedemê girêdana hêviya rayedarên tirk bi ‘operasyona Qendîl’ê’ tê çi wateyî? Bi rastî jî hedefa wan ruxandina baregehên PKK’ê ne? An jî armancên wan yên vesartî hene?
Rayedarên dewleta tirk agirbesta ses salan ya PKK’ê wek ’’bêtesîrkirina terorê’’ sîrove kirin. Pistî destpêka êrisên PKK’ê jî nikarin sikestina xwe ya leskerî rawe bikin. Rejima Enqere’yê pistî hilbijartinan û pevçûnên dawîn, di pirsgirêka Kurdistan’ê de serdestiya psîkolojîk ji dest da. Erisên gerîlla yên li Farqîn, Semzînan û Çelê, li Bakûrê Kurdistan’ê gesbûna serhildanan, eskerebûna hevdîtinên navbera dewlet û PKK’ê û çend amilên din siyeke giran ya kurdan danî ser serkeftina AKP’yê. Amilekî ku berê dewleta tirk dayê Basûrê Kurdistan’ê xerabûna vê dengeya psîkolojîk e.
Rayedarên tirk dizanin ku pistî vekisîna hêzên Amerîka ji Iraq’ê wê bandor û pozîsyona PKK’ê li heremê xurttir û zexmtir bibe. Li Kurdistana Sûriye’yê bandora mezin ya PKK li ser gelê heremê pistî ruxana rejimê wê ji bo PKK’ê derfetên mezintir peyda bibe. Mimkûne ku li vî besê Kurdistan’ê ‘dewleteke PKK’ê’ derkeve holê. Yek ji armanca lezgîn ya dewleta tirk bi operasyona Qendîl’ê ew e ku li Sûriye’yê înîsiyatîfa siyasî di destê xwe de bigre û nehêlê ku PKK tedaxulê heremê bike.
Ji ber vê yekê jî dixwaze rêvebiriya PKK’ê bi bomberdimanê hawayî felcî bike… Ji bo ku ber li vê kabûsa xwe bigrin rayedarên tirk di nava kelecanekî de ne û wek fîlê ku ketiye nav sûkê tevdigerin. 
Erdogan’ê ku bû sahidê sêdarekirina Saddam û niha jî li heja Sam’ê temase dike û terqîna ji bo rihê melleyên Tehran’ê guhdar dike, ji ber korbûna siyasî di xesbkirina mafên netewî yên kurdan de israr dike.

Hesabê Enqerê û sûka Qendîl‘ê!
Gelo wê di operasyonekî dervayê sînor de çi were serê rejim û artêsa Tirk? Wê li Qendîl’ê çi bidest bixin? Wê çi di ser de bidin? Rîsk û encamên mûhtemel ya operasyoneke artêsa tirk ya pêserojê wiha ye;
Artês û hikûmetê bendewariyên raya gistî ya ji operasyonê gelek gurr kirin. Ger ku ji operasyonê encamek negrin û zirarên mezin bibînin, li Tirkiye’yê careke din kes nikare bahsa operasyoneke bi vî cûreyî bike. Ger ku rejima tirk di vê operasyonê de bisernekeve, êdî careke din nikare ji Amerîka an jî ji Iraq’ê doza ’ji holê rakirina bargehên PKK’ê’ bike.
Operasyonên artêsa Iran’ê ya havîna borî ji bo artêsa tirk wek testekî bibandor bû û generalên tirk ji encamên tevgera Îran’ê gelek dilsikestî bûn. Ewçend bi alîkariya wan be jî meleyên Îran’ê bi hêzên mezin jî li hember gerîllayan serkeftinek bidest nexistin û gelek darbeyên mezin xwarin. Di encam de operasyona Îran’ê ji neçarî bi peymana rawestina ser bidawî bû.
Artêsa tirk tecrubeyên 24 operasyonên ku beriya niha li Basûrê Kurdistan’ê pêk aniye têra xwe danequrtandiye. Ev operasyon wê ji yên beriya niha cuda be. Hevkarên operasyonê nînin û armancên leskerî û siyasî yên operasyonê ne zelal in. Li gel hebûna balafirên Heron jî di vê operasyonê de saloxdarî wê zahmet be. Ji ber vê yekê mumkûn e ku wendayiyê artêsê zêdebin. Ev yek rîskeke mezin e. Ger artêsa tirk di demeke kin de darbeyên mezin bixwe wê morala leskeran biskê. Li aliyê din dîmenên leskerên operasyona 2008’an ku bi awayeke perîsan vegeriyabûn hîn jî li dîwarên fermandariya tirk daleqandiye!
Di êrisa dawîn ya Çelê de ku gerîllayên HPG’ê di carekî de 18 hedefan bi ruxandin, di artêsê de bêhêwiyekî peyda kir. Pistî vê bûyerê wan bi çekên kîmyewî xwestin serefa xwe ji erdê hilînin, û 35 serwanên HPG’ê bi gazên jahrî kustin û bi napalmê cesedên wan sotandin. Herçend li derodara sînor çûnûhatin jî derbasî alî din nebûn. Generalên tirk ku li hember gerîlla encamên serkeftî nagirin, ji raya gistî re dibêjin; ’Suriye û Iran sîleh didin PKK’ê!’ Heman generalan dû-sê sal berê jî digotin ‘‘Amerîka çek dide PKK’ê!‘‘ General bi vî awayî duxwazin nîsanbidin ku li pist PKK’ê Iran û Suriye heye û lewma ew bi PKK’ê nikarin.
Artêsa tirk di ser de ji operasyonên Basûrê Kurdistan’ê sûdeke mezin vernegirtiye. Lewma pistî operasyona yekem ya sala 1983’an careke din heman mijar di sala 2011’an de di rojevê de ye. 
Generalên tirk di giftûgoyên operasyonê de carna behsa avakirina heremeke tampon jî dikin. Wate; 10 ta 20 kîlometre kûr û ji çemê Xabûrê heta sînorê Iran’ê dagirkirina xaka Kurdistan’ê ye. Ev herem ji berriyên Basûrê Kurdistan’ê destpêdike. Li aliyê din di herema tampon ya ku tê pîlankirin de bêtesîrkirina gerillayan gelek zahmet e. Hingê Tirkiye (wek rewsa Israîl’ê ya li Lubnan’ê) li Iraq’ê wê bikeve rewsa hêzeke dagirker û di siyaseta derve de pirsgirêkên mayinde dirûst dike. Herema tampon (ku besek dagirkirî ji Basûrê Kurdistan’ê be) û Bakûrê Kurdistan’ê bibe yek û ji bo gerîllayên PKK’ê bibe kûrahiyeke stratejîk.
Operasyon ji çarçowa mahdûd derkeve û kurdên Basûr jî bike hedef wê bazirganiya bi Basûrê Kurdistan’ê û Iraq’ê re bidawî bibe û deriyên sînor bên girtin. Tirkiye careke din salên dirêj nikare têkevê bazara heremê. Ev yek jî wê zirareke gelek mezin bide Tirkiye’yê. Sektorên tûrîzm û derfirotinê jî wê zirarên mezin bibînin. Milîtanên PKK’ê wê li dijî hedefên tûrîstîk û aborî çalakiyên bombeyî pêk bînin.
Bandora operasyoneke mûhtemel ya li ser aboriya Tirkiye’yê nehatiye hesabkirin. Tevgera leskerî wê li ser borsa û sermaye ya biyanî tesîrên negatîf bike. Ger ku operasyon dirêj bike an jî mayinde be, ev zirar wê mezintir bibe. Bi vî awayî birçiyên ku di kolanên Tirkiye’yê de dirûsmên ‘’Ordu Qandîl’e/Artês berbi Qendîl’ê ve’’ davêjin jî ji vê yekê acis bibin û di nav Tirkiye’yê de zemîna pistgiriya raya gistî nemîne. Ji xwe ji niha ve fatûreya bombebarana ser Kurdistan’ê wek ‘zam’ ji gelê Tirkiye’yê tê stendin.
Ger ku qendîla artêsê li çiyayê Qendîl’ê bitefe aqûbeta biraderên AKP’yê wê çawabe ew jî xwedê zane! Ger ku Tayyip Erdogan binî ziwa bifilite bi îhtîmaleke mezin wê jiyana xwe ya mayî li çewlika Pensilvania’yê bidomîne!

Helwesta Hikûmeta Kurdistan’ê
Serokê Herema Kurdistan’ê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Tirkiye’yê ya hefteya borî bi awayeke zelal daxuyand ku ew li dijî PKK’ê tevlî hewldanên leskerî nabin, û metodên leskerî jî di meseleya çareseriyê de hîç encamekî nade. Barzanî herçend ji tirkan re got; ‘’Saddam jî nikarî çiyayê Qendîl’ê bi alayên leskerî û gazên kîmyewî bidestbixe’’ jî Erdogan ji van gotinan wê peyama zirav ya ku wî bi Saddambûnê disibîne fahkir, nekir em nizanin!
Artêsa tirk derbasî xaka Basûr bibe, wê nexwaze zû bi zû ji wir derkeve. Yekîneyên tirk wê li ser Hewler’ê di derbarê têkiliya bi kurdên Suriye’yê û pirsgirêka Kerkûk’ê de bibe zextekî mezin. Koalîsyona Hewlêr’ê ku di dagireke wiha de bêdeng bimîne an jî bi AKP’ê re hevkarî bike, wê li hember mûxalefeta Tevgera Goran têkbiçe.
Barzanî bi helwesta xwe diyar kir ku ew niyet û taktîkên tirkan bas nasdikin. Lewma xwe nêzî hîç opsiyonekî Enqere’yê nakir, û dosyaya talîmatên wan yên sor li wan vergerand. Bi vî awayî di dema serdanê de bê edebiya rayedarên tirk yên dervayê rêbazên dîplomasiyê jî li wan îade kir.
Li aliyê din ger ku operasyona artêsa tirk ya ser Qendîl’ê ‘’demkirt, mahdûd û tiyatral be’’ û zirar negîje sivîlan mumkûn e ku hêzên hikûmeta Kurdistan’ê bi artêsa tirk re nekevin pevçûnê, li ser sînor serîdeke zirav valabikin û tedaxulê ser nekin.
Lê ger armanca operasyonê dagirkirina heremê be, wê hezaran Pêsmerge li dij artêsa tirk pozîsyon bigre. Ji bo artêsa tirk qebîliyeta ser ya Pêsmerge nehatiye testkirin. Dagir, sihêtî, birêvbirin û temînkirina lojîstîkê ji bo serîdekî 450 kîlometre dirêj û xwedî sêniyeke mezin û di bin lûleyên tifingên dijmin de belkî li ser kaxizên generalên tirk hêsan e. Lê tecrûbeya artêsa Amerîka ya Iraq’ê xwedî rûyeke res e!
Ger ku hêzên hikûmeta Kurdistan’ê li dij artêsa tirk bisekinin wê rews ber bi serekî gistî ve biguhure. Di encama ev tevgera leskerî de wê erdnîgara herdû perçeyên Kurdistan’ê û hêzên netewî/civakî yên kurd bibin yek.
Artêsa tirk têkêve Qendîl’ê jî we nikaribe li wir bisekine û nikaribe bi hêsanî derkeve jî. Pevçûnên navbera gerîlla (pêsmerge) û artêsa tirk wê li ser hemû alema kurdayetiyê bandorekî mezin bike. Welatparêziya kurdan wê gestir bibe û dagira tirkan wê di nav kurdên cîhanê de bibe sedemê daxwaza dewleteke serbixwe. AKP wê çend koloburatorên kurd yên destê xwe jî wendabike.

Bandora operasyonê li ser PKK’ê
Rayedarên PKK’ê ji bo operasyoneke mûhtemel amadebûna xwe tînin ziman. Ew jî zanin ku serekî wiha mimkûne bibe ‘serê dawîn’! Hemû hesabên PKK’ê li ser vê yekê ye! Nêzî sê mehane rojane bi dehan balafir û topavêjên tirk çiyayên Kurdistan’ê dane ber bombardimanê. Pistî destpêka bombardimana hewayî ku di meha tîrmehê de destpêkir li Basûrê Kurdistan’ê bargehên sabît yên PKK’ê nemane. Hêzên gerîlla seyar in û cîhê wan ne diyar e. Ji ber vê yekê çavderên leskerî ne li bendê ne ku artês encameke erênî yê leskerî bidest bixe.
Operasyon dirêj bike, bê guman wê gêrilla jî xesar bibîne, lê serekî wiha ji bo hêzên gêrîlla ku di bin barana bombeyên hawayî de pasîf mane wê bibe motîwasyonek nû. Ger PKK di operasyona bejayî de biserkefe, we xurttir bibe û gelek xortên din tevlî artêsa gêrîlla bibin. Herwiha PKK bi saya operasyonê wê ji gelek pirsgirêkên navxweyî jî xelas bibe.
Ger operasyon bizivire dagirkirinê wê li Tirkiye’yê jî di encam de di navbera tirk û kurdan de serê navxweyî derkeve. PKK jî wê bersîva lînckirina nîjadperestan bide û kolanên Tirkiye’yê jî bibe qada qatlîaman û têkiliyên tirk û kurdan de xesarên giran peyda bibin. PKK wê wek bersîva operasyonê li Bakûrê Kurdistan’ê serhildanên girseyî, li bajarên Tirkiye’yê jî êrisên bombeyî lidarbixe. Herwiha li navêndên Ewropa kurdên dîasporayê wê rabin ser piya û têkilya kurd û tirkan li Ewropa jî wê têkeve germola sîddetê. Di encam de PKK wê dirûsma serxwebûnê bilêv bike.

Helwesta cîhanê
Li gor ezmûnên berê diyar e ku Amerîka ji bilî operasyoneke ‘demkirt û mahdûd’ firsend nade rejima tirk. Ger artêsa tirk ji çarçowa operasyona demkirt û mahdûd derbasbike, wê bi Amerîka re pirsgirêkên mezîn bijî. Amerîka pêsdeçûna artêsa tirk bi awayekî leskerî û aktîf berbend neke jî, wê sîleh, teknolojî û îstîxbaratê ji tirkan qut bike. Li aliyê din wê dîplomasiya amerîkî li dijî rejima tirk mekanîzmayên navdewletî bixebitîne û Tirkiye li cîhanê wek dagirker bê îlankirin. Ji bo dagira tirk bidawî bike, wê li Tirkiye’yê operasyonên aborî û aloziya siyasî bên kirin. Ev yek jî wê dawî li hevkariya stratejîk ya tirk û amerîkiyan bîne. Wek hin gumanên kurdan Amerîka vê carê nikare xiyanetê bi kurdên Basûr re bike. Ger niyetek wan ya wiha hebe, wê ev yek bibe dawiya siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn. Kes bawer nake ku Amerîka ji bo pistgiriya milîtarîzma tirk hatibe heremê.
Herwiha hikûmeta AKP’ê niha ji dostaniya lobiyên cihû yên Amerîka bêpar e. Dijmintiya Erdogan û AKP’ê ya beramber Israîl’ê wan ji vê himaya cihûyan mehrûm kiriye û di çavê cihûyên cîhanê de êdî ew dij-Israîl û dij-semît’in!
Mekanîzmayên siyasî ya Yekitiya Ewropa û dewletên yekitiyê jî bi awayeke eskere dijberiya xwe ya operasyoneke mûhtemel eskere kirine. Operasyon dirêj bike wê Tirkiye ji hedefa xwe yê Yekitiya Ewropa hîn jî dûrtir bikeve.
Siyasetmedarên rastgir yên wek Nicolas Sarkozy yê Serokomarê Fransa û Angela Merkel a Sansolye ya Almanya, ji bo dewleta tirk ji ber deriyê Ewropa vegerînîn li benda xeletiyeke wiha ne. Dûrketina ji Ewropa’yê wê berê Tirkiye’yê careke din bide Rojhilata Navîn.
Dîmenê siyasî yê Tirkiye’yê ji hêdî hêdî wek dîktatoriyekî tê rû dide. Di demeke ku Kaddafî tê kustin, Mubarek derdikeve ber dadgehê ye û Esad li ser sêla sor e, kes bi sempatî li dîktatorekî nû temase nake.

Helwesta ereban
Di demeke ku dewleta tirk ji siyaseta ‘’sifir problem’’ hat rewsa ‘’herder problem’’ di hewldanên navnetewî de niha bê mutefîk maye. Bi taybetî li Rojhilat û Derya Spî; Suriye, Iran, Irak, Israîl, Lubnan, Qibris, Ermenistan ji hikûmeta AKP’ê acisin û hemû jî bi hêviya guherîna vê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê Enqere di operasyoneke wiha de ji heremê nikare gopalekî temîn bike.
Artêsa tirk di dema operasyoneke muhtemel de di xaka Basûrê Kurdistan’ê de herçiqas pêsde here wê di dengêyên Iraq’ê de dostên xwe ji dest bide. Di serî de erebên Sîa wê li dijî Tirkiye’yê bisekinin. Têkçûna têkiliyên Tirkiye û Îran’ê yê ji ber sedemê mertala Îsraîl’ê (ya li dijî Iran’ê li Meletiyê tê damezirandin), nahêle ku Sîayên Iraq’ê li dij kurdan bi Tirkiyê re hevkarî bikin. Rejima Bexda’yê ku di bin tesîra Iran’ê de ye pistgirî nade operasyoneke wiha. Ger operasyon bi armanca dagira hin deverên Kurdistan’ê (xaka Iraq’ê) bajo wê dewleta navendî ya Iraq’ê li gor helwesta kurdan û ya amerîkiyan li dijî Tirkiye’yê rabe. Ger dewleta Iraq’ê li dijî Tirkiye’yê dernekeve û alîkariya kurdan neke wê têkilya wan bi kurdan re qutbibe.
Di encam de gotinên Mark Parris (balyozê USA’yê li Enqere, 1997-2000) tên bira mirov: Dema ku operasyoneke derveyê sînor tê kirin, encamên nehesabkirî jî dertên holê.

EuroKurd News – http://eurokurdnews.blogspot.com/

 

F
E
E
D

B
A
C
K