Ev marsek Osmaniyên kevn e. Mehteranên wan bi vê marsê du gav ber bi pês û gavek ber bi pas dimesiyan. Ber ku du gav ber bi pês û gavek pasve dimesiyan, tim gavek mesafe digirtin û ber bi menzila xwe ve dimesiyan.
Lê Osmanîyên nû, Erdogan, Gül, Atalay û Davutoglu, ku dibên em di sopa Osmaniyan de dimesin, em Osmaniyên nû ya dem û esra xwe ne, ev marsa mehteran ya Osmaniyan jî, wek gelek tistên din, pîç kirin.
Osmaniyên nû jî bi marsa mehteran dimesin. Lê di navbera her du verziyonan de ferqek gelek mezin heye. Osmaniyên eslîn du gav pês û gavek jî pas ve dimesiyan, îstiqameta wan ber her bi pes bû. Yên texlit, du gav pasve û gavek jî ber bi pês dimesin û ser da jî îddîa dikin ku ev gelek zû û bi lez pesva derin. Lê di encamê de derdikeve holê û tê xûyakirin ku ev her carê gavek pasda çûyine.
Yanê dema ku îddîa dikin ber bi Ewropayê dimesin, nezîkî Trakya û Balkanan nabin, her diçe ber bi Asya û Rojhilata Navîn dibin.
Di mesela kurd de jî eynî ûsa ye. Par, sala 2009an de Serokkomarê tirkan Gül got „di mesela kurd de wê gelek tistên bas çebin.“ Erdogan û Atalay gotin „emê pirsa kurd çareser bikin û bona vê jî dosyaya kurd vedikin.” Lê, ber ku bi qeideyên marsa mehteran, ku pîç kirine diçin, bi her gavê ji mesela kurd dûrdikevin, bi metod û pergalên kevnare ya Kemalistan dixazin mesafe bigrin. Lê ev dem bûhûrîn, ev dem çûn, wek ya Osmaniyan, wek ya marsên „lehengî û qehremaniyên“ tirkan.
Gotinek heye. Dibê ku “bo gundê ku xûya ye, qilawûz ne hewce ye.” Kurd vî gundî gelek bas nasdikin. Lê dîsa jî sansek dan rûnistvanên vî gundî. Agirbes îlankirin, servanên xwe kisandin serê çiyan, serda jî delegasnoyek ji servan û mexdûrên ser pêk hatibû bona xatirê asitî û çareseriye sandin Tirkiyê.
Lê me hemû carek din dît ku bi qewlê roma res gûman nabe. Bi hezaran siyasetmedar, saredar, aktivist û çalakvanên saziyên sîvîl û legal hatin girtin. Partiya wan DTP hat girtin û dor hat qasidên asitiyê. Bi dehan servanên azadiyê cane xwe wenda kirin. Zarok û ciwan hatin kustin. Tabeleyên kurdî yên gund û bajaran niha tên rakirin û zimanê kurdî dîsa terfiya dereceya “zimanê nayê famkirin” bû.
Di çiqin û konsepta Erdogan û Atalay de bo çareseriya pirsa kurd tistek derneket. Ne zimanê kurdî azad bû, ne navên gund û bajarên kurdan yên orjinal hatin sûndadayîn. Hemû soz û peymanên wan pûç derketin.
Niha, salek sûnda dîsa eynî lîstik dûbare dibe. Dîsa bi sozên bê ser û binî dixwazin salek din qezenç bikin û di hilbijartina parlametoya nû de serkevin.
PKK bo xatirê çareseriyek asitiyane heya hilbijartinan carek din agirbes îlankir.
Em hemû jî dizanin ku dema dewleta tirk dikeve tengasiyê, wek roviyan sozên ûsa dide û hinek gavên sivik û riyalî davêje.
Soz dan Sêx Said, lê li ser soza xwe neman û wî dardekirin. Bona hevditîn û mûzakere gaziya Seyîd Riza kirin û pasê wî jî dardakirin. Qesîd û êlçi sandin Qoçgirî û Êhsan Nûrî, soz dan wan, lê li ser soza xwe neman. Kurd wan rastiyan bi dehan car bi tecrûbe û ezmûneya xwe dizanin.
Gotinek heye û gelek jî, di cih de ye: “Kurd, gel û mîlletek bê awokat û parêzer e.”
Rast e. Parezer û abokatên me di qada navnetewî de nîn in. Gelek caran em hatin xepandin. Her dewlet, an jî hêzek mezin bo meslahatên xwe bi me re lêyistine.
Di pêvajoya ev du salên dawî de hinek navên hêzên biyanî derbaz dibin. Di pist perdeyên tarî de navê Amerika derdikeve pês. Dibe ku Amerika di vê pêvajojê de, prosesê de hewl dide ku pirsa kurd êdî çareser bibe. Dibe ku hukumeta basûrê Kurdistan rolek girtibe ser milên xwe. Dibe ku hinek aliyên dewleta tirk dixwazin pirsgirek bi riya asitîyê çareser bibe.
Lê heya ku ev hêz û alî di pist perdeyên tarî de bidin û bistînin, tim sikek me hebe û pêwîste em baweriya xwe bi soz û daxûyaniyên bê ser û binî ya dewleta tirk neyênin. Pêwîste em daxwaza eskerekirina plan û bernameyên wan her û her bilind bikin û gavên kontrolkirî bavêjin.
Tenê teminat û garantiyek me heye. Ev jî, em bi xwe ne; hêz û qiweta me ye, xebat û têkosina gelê me û lehengên Kurdistanê ne.
Kurd gelek caran gavên yek alî avêtin û her car jî bersiv ji aliyê din nehat. Dema ku kurd gavek davêjin, pêwîste dewlata tirk sed gavan bawêje, ber ku yên ku welatê me dagirkirine û me di tariyê de histine ev e; ber ku yên ku kustin û qetliaman pêkanine ev e, ne em in.
Kurd ji wan tistek zêde naxwaze. Kurd dixwazin di bexçeya xwe de bê tirs û hov bijîn û bo kulîlkên Kurdistan, bo zarokên xwe dûweroj û dahatûyek azad û bextewar bihêlin.
Ger ev suç be, însan û însanetî bi tewayî suçdar in!

F
E
E
D

B
A
C
K