Di panêlê ku ji aliyê mamosta û nivîskar Hesen Huseyîn Denîz ve hat rêvebirin de, ji Instituya kurdî ya li Brukselê birêz Derwêş M. Ferho, ji instituya kurdî ya li Almanya birêz Fehmî Balayî, nivîskar û rojnamevan Medenî Ferho û ji Amedê Civaknas Arslan Ozdemîr tevlê bûn û di van mijaran de nêrînên xwe anîn ser ziman:
– Grîngiya ziman di mirovbûnê de;
– Peywendiya ziman û erdnigariyê;
– Sedema astengkirina zimanê kurdî ya ji aliyê dewleta tirk û dagirkerên Kurdistanê ve;
– Rêk û rêbazên xwedîderketina li zimanê kurdî;
– Hilandin, xwehilandin û vegera ji ser vê;
– Pêswazîkirin Medeni_Ferho_754142619.jpgû bersivdayîna Kampanya Zimanê Kurdî

 

Panêla ku divîbû ji serokatiya Instîtuya li welêt birêz Samî Tan jî tevlê bibaya, lê ji sedema wefata dayika xwe nikarîbû tevlê bibe, bi destpêkirina sersaxiya ji birêz Samî Tan re hat vekirin. Bi gengeseyên germ û pirsên dewlemend hat domandin.
Di encamê de besdarên panêlê ji bo serkeftina bikaranîna zimanê kurdî gihistin vê encamê:
– Kampanya ku TZPê daye destpêkirin divê ne demkin be, wekî stratejiyekê bêdawî were domandin;
– Divê her kurdek zimanê kurdî derbasî jiyana xwe bike. Êdî ji kenê me bigre heta giriye me, ji cil û bergên me bigir heta rabûn û rûnistina me tev bi kurdî be;
– Her kurdek divê mala xwe bike dibistaneke zimanê kurdî;
– Divê axaftin û ramandin hev temam bike û bi kurdî be;
– Divê her kes rojnameya Azadiya Welat bikire, bixwîne û bide xwendin.Derw__sh_M._Ferho_I_159882278.jpg
– Divê saredarî pratîka birêz Abdulah Demîrbas ji xwe re esas bigrin û ew jî bikaranîna bi pirzimaniyê bingeh bigrin;
– Divê pirtûkên kurdî zêdetir werin çapkirin û bi zimanekî hêsan bin;
– Malper divê raxistina xwe û nivîsarên xwe êdî bikin kurdî;
Hesen_Huseyin_Deniz_578938699.jpgRewsanbîr û nivîskarên kurdî divê bi kurdî binivîsînin û pêsengtiya di vî warî de bikin;
– Her malper, rojname, radyo û Tv dibê bibe dibistaneke zimanê kurdî;
– Divê kurd di her warî de li xwe, li nasnameya xwe, li zimanê xwe û li nirxên xwe xwedî derkevin;
– Divê pirtûkên bi wêne ji bo zarokan werin çêkirin û li ser TV jî bernameyên wiha werin pêskêskirin;
– Divê dayik û bav bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin;
– Divê her kurdek li hemberî her kurdekî ku bi kurdî naaxive êdî xwedîhelwest be!

F
E
E
D

B
A
C
K