Zimanê dayikê nasnameya merov di nava xwe de diparêze. Civaka zimanê xwe bi awayekî hunda dike dikeve nava xetereke têkçûnê. Civakên ku zimanekî din bi gemelemperî di jiyanê de bi kar tînin dibin esîrê nasnameyek din. Ji aliyekî din, parastina nasnamê di her şert û mercan de li ciyên ku zimanê dayikê rola xwe nelîze jî pirr girîng e. Di siyasetê de, di warê çandê de, orf û aded, muzîk û sitran, di folklorê de parastina nasnamê xwedî cihekî girîng e. Ev nayê wê wateyê ku meriv dibe nîjadparêz, yan jî dijberê her tiştê ne ji xwe. Berovajî, dostanî û nêzîkbûn bi îhtîrama hemû cudabûnan hê xurttir û kûrtir dibe.

Di sala 1977 de ez hatim Beljîka. Li bajarê Leuven, bi cî bûm. Li ser pêşniyara rehmetiyê Hemreş Reşo, mamosteyê hêja, min berê xwe dabû welatekî ku qet nas nedikir. Di wê demê de KSSE (Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Ewropa) hebû û bi hatina xwe re min tev deh xwendekarên Başurî xebata Kurdî meşand. Ji bo nasandina pirsgirêkên Kurdistanî û zor û zilma li ser gelê me, pêdiviya xebateke berfereh hebû. Ji bo wê jî peywendî bi rêxistin, kesayetî, partî û dezgehên cuda hebû. Tev hevalekî ji nava komelê me dest bi wî awayê xebatê kir. Bi saziyên demokrat yên civakên cuda re jî peywendi hêdî hêdî ava bûn. Lê bîreweriya herêmî û bi awayekî kerr û kor hizbayetî  li aliyekî, zikreşî û dilnexwaziya şexsî li aliyê din ya endamên me ev xebat seqet dikir. Dema min dît xebat her diçe dikeve çarçeweya hizb û herêmî de min biryar da li Kurdên din bigerim ku xebateke Kurdistanî bi rê ve bibin. Bi gelek zehmetiyan şeş kes peyda bûn. Her şeş jî xwedî sempatiyên cuda ji partiyên cuda re hebû. Me biryar stend ku em tûrikê partî û îdolojiya li devê derî deynin û xebateke neteweyî li dar bixin. Bi navê Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka “Têkoşer” ava bû. Lê dîsa her kes xwedî sempatiya partiya xwe bû.

Zimanê Kurdî di xebata me de serekî bû. Xebata Folklor û muzîkê hat meşandin. Peywendî bi awayekî pirr xurt bi dezgeh û keseyetiyên civakên din re bi awayekî xurt hatin avakirin. Bê goman bi saziyên “demokratîk” ji civaka Turkiyê re jî peywendî xurt bûn. Lê balkêş bû ku saziya me Kurdan li ba 99 % ji wan re her tim bi pirsgirêk bû. Wan di her fersendê de û li her cî daxwaza “bihevrabûnê dikir”. Ango, “çima komeleyeke Kurdî?” “Ev nabe cudaxwazî?” “Ev nabe xizmetkariya daxwazên emperyalîzmê ku welatê me parçe dike sedema mayina me ya bindest e.” Balkêş e, di bajarê Bruksel de 12-13 komelên cuda ji yên Turkiyê hebûn, cudabûn û xeter tê de nedihat dîtin, lê dema yek bi nave Kurdî hebû dibû cudaxwazî! Û dive were gotin ku pirraniya van serkêşên van komelen jî bi eslê xwe “Kurd” bûn. Digotin “em Turkiyelî ne!” Me jî digot “em jî Kurdistanî ne!” û rûyê wan tirş dibû. Lê xema me nebû. Me bi biryar xebata xwe domand.

Xebata Kurdistanî, di destpêkê de bio navê Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka “Têkoşer” û paşê jî bi nave Enstituya Kurdî ya Brukselê domand û hêjî berdewam e. Saziya me ji aliyê wezaretên Kultûrê, dezgehên akademîk, partiyên siyasî û dezgehên vî welatî fermi hatiye pejirandin û bi serbilindî xebata xwe ya Kurdistanî didomînin.

http://ronahi.net/ku/index.php/2018/07/30/parastina-nasnameya-kurdistani/

F
E
E
D

B
A
C
K