Di vê nivîsa xwe de ezê li ser têkosîna pirs û proseya paraztina zimanê Flamanî 1 binivîsim. Ji ber ku her mînakek di vî derbareyî de ji bo me Kurdan derseke girîng e.
Flamanî, Nederlandî (Hollandî) ye, dikeve nava koma zimanên Indo-Ewropî-Germanî. Di hemû cîhanê de ji aliyê kêm/zêde 23 milyon kes wek zimanê dayikê tê axaftin. Bi qasî nîvê temamiya Kurdan !
Li Nederland (Hollanda) yan Beljîka (herêma Flanderen) mîna zimanê fermî ye, li dervayê Ewropa, li Surîname, Antilên Nederlandî û Aruba jî tê axaftin. Li Afrîka Basûr, bi nêzîkbûneke gelekî mezin Afrîkî (Afrikaans) û li Frisland jî Frîsî (Fries) tê axatin ku pirr nêzîkê Nederlandî ne. Heta 1925an Afrîkî, Nederlandî dihate hesibandin. Frîsî, nêzîkê Nederlandî ye, lê ne zimanekî Nederfrankî2 ye.    
Li Beljîka zimanê Nederlandî ji aliyê 60 % ji aliyê civakê, Flaman, tê axaftin. Flaman bi xwe, ji zimanê xwe re di nava gel de Flamanî dibêjin.
Wek tê zanîn Beljîkî, kêm-zêde 10 milyon kes in.
Dema meriv li têkosîna zimanê Nederlandî binêre meriv bixwaze nexwaze navê Flor Grammens3 dibîne. Xwendina xwe bi zimanê Frensizî dike. Di wê demê de bi zimanê Nederlandî, zimanê dayikê yê Flor Grammens, perwerde nebû. Di dema 1mîn serrê cîhanê de li Sint Niklaas xwendina xwe temam dike û dibe dersdar. Di jiyana xwe ya bîreweriyê de giraniyeke mezin da pirsa zimanê dayikê, Nederlandî. Têkosîneke bêsînor mesand.

Cend agahdarî li ser peydabûna Beljîka!

Beljîka (1830)  li ser pirsa ziman ava bûye. Li herêma Flanderen, li gora zagona wê demê gerekbû ku rayedarên dewletê hesabê civaka Flaman bikira û xwe li wê pêvanê îdare kiribane. Lê ev biryar dihate binpêkirin û dibû sedema nerazîbûna civaka Flaman. Ïdara dewletê mafên vê civakê nedixwest binase. Îdareya dewletê dibû frensizî. Eger li hember vê yekê nerazîbûn dihate xuyakirin ew mina tewanbariya dijî dewletê dihate cezakirin. Di hin deman de Flaman ji sedema pirsa zimanê xwe tûsî gelek zehmetiyan dibûn.
Mînaka Coucke û Gothals hêjayî gotinê ye. Di sala 1860 de du Flaman, Coucke û Goethals, ji hatin tewanbarkirin, ceza stendin û hatin bidarvexistin bêyî ku her du meriv gotinekê ji Ferensizî têbighin. Pas re hate xuyakirin ku ew bê sûc bûn. 
Bûyerên weha bûne sedema ku Flaman mafê bikaranîna zimanê xwe bi xurtî xwestin. Zagona ziman mîna dozê danîn ber xwe. Tevgera Flamanî doza zimanê dayikê di nava civaka xwe de eniyeke xurt pêkanî. Daxwaz ew bû ku zimanê Nederlandî fermî bibe. Ev jî bû sedema ku di sala 1873, ango 50 sal pas avabûna Beljîka, yekemîn Wagona Ziman hate pejirandin. Ev jî ji ber ku merivekî bi navê Jozef Schoep, li bajarê Bruksel (Molenbeek), red kir ku bi Frensizî bûyina kurê xwe di sahredariyê de bi Frensizî bide nivîsîn. Dadgehê 50 Frank ceza dayê. Wî ew ceza jî red kir. Di dadgeha bilind de jî ew hate cezakirin. Civaka Flaman ev mînak ne qurpand. Doza jiyana bi zimanê xwe da pês xwe.
Di jiyana rojê de, li kolan û nava dîwarên malê de bi zimanê xwe diaxivîn. Jiyana sivik, bi Nederlandî dimesî lê di saziyên mîna dadgehan de ziman Frensizî hFlmor Grammensebû. Perwerde bi giranî bi zimanê Frensizî bû.
Di sala 1878 de 2mîn zagona ziman derket. Li ser esasê vê zagonê gerek e her merivê karmend du zimanê dewletê bizane. Frensizî û Nederlandî. Di sala 1883 de 3mîn û di sala 1898 de Zagona wekheviyê derket. Her du ziman bûne "wekhev". Lê Frensiziyan li hember Nederlandî tembelî dikir û daxwaza hînbûna wî zimanî li ba wan xuya nekir. Heta îro jî ew daxwaz nine. Ji bo vê sedemê jî civaka Flaman zor da ser dewletê û zagona ziman li herêman dan derxistin. Her ziman li herêma xwe dihate qebûlkirin. Ev yek jî bi azadiya ku her kes di bijartina bikaranîna ziman de serbest be. Ango jiyaneke duzimanî dest pê kir. Ev jî bi sertê ku zimanê herêmê sereke were pejirandin. 
Bi zora siyaseta Flamanan hate zelalkirin ku xelkê kîjan sahredarî bi kîjan zimanê diaxive. Ev yeka bû sedema gelek serr û nerazîbûna siyasetmedarên dewletê4. Lê civaka Flaman ji xwe nedanî û doza xwe bi qerar mesandin. Di zagonê de biryara ziman weha kete jiyanê: Car herêmên ziman hatin tespîtkirin. Nederlandî, Frensizî, Almanî û herêma duzimanî Bruksel, peytextê Beljîka. Li vira hêjayî gortinê ye ku Bruksel di nava herêma Flanderen de ye. Li derdorê Bruksel jî çend sahredarî hatin nîsandan ku mafê bijartina ziman ji aliyê kesan serbest e.
Li ser esasê zagona ziman, her kesê ku li herêmekê bijî dive zimanê wê herêmê bikarbîne5. Perwerde, îdara dewletê, ya sahredariyan, kar û xebat, bi kurtayî jiyan li wê herêmê bi zimanê wê herêmê ye. Kesê vê qebûl nekê mafê jiyanê jê re bi sînor dibe. Ev biryar jî di hember siyaseta Frensizî ya dewletê hate stendin û kete jiyanê. Mînakek bas e ku bi wî awayî jiyana civaka xwe ji asimilasyonê azad kirin.

Flor Grammens, têkoserê zimanê li ber hundabûnê

Flor Grammens, di xortaniya xwe de tevgera zimanê Nederlandî (Hollandî) ji xwe re kire esas. Bi Frensizî pirr bas zanîbû. Xwendina xwe bi Frensizî kiribû û gelek salan mamostetî kir. Lê Binpêkirina bikaranîna zimanê Nederlandî qebûl nekir. Nebikaranîna zimanê dayikê ji bo wî delaleta têkbirina ziman, ya civaka Flaman û netewiya wî bû. Eger zimanê wî yê dayikê ji nava jiyana xwendin û nivîsînê rabe, gelê wî jî hêdî hêdî, lê sed ji sedî, dikeve nava rûpelên dîrokê. Dihele, diçe. Ji bo wî ev jenosîdeke siyasî bû. Zilmeke nedihate qebûlkirin. Loma wî rêçikek bo xwe parast : Parastin û pêsdabirina zimanê dayikê; Nederlandî, yan jî Flamanî.

Di sala 1930 de, dest bi çalakiyên xwe kir. Bû sekretêrê rêxistina Taalgrens Wakker (Hisyariyq Sînorê Ziman). Rêxistina bi navê Kristen-Vlaamsche Taalgrens (Sînorê Ziman Kristen Flamanî) ava kir.  Gund bi gund, bajar bi bajar geriya û di nava civakê de axaftin dikir. Pas limêjên dêran dikete ber derî û li ser ziman diaxivî. Dijî bikaranîna Frensizî di nava Flanderen de propaganda dikir. Gelek caran hate gritin, kete zîndanan û ji aliyê dewletê bi tewanbariya dijminê dewletê ceza stend. Kovar wesand. Navê kovarê Taalgrenswacht (Nobedarê Sînorê Ziman) bû. Li ser pirsên ziman dinivîsî. Ev jî têra wî nekir. Di sala 1932 de dest bi çalakiyên din kir. Di nava rojê de karê xwe yê dersdariyê dikir, pas karê xwe jî di rahiste firçe û boyaxê û kolan bi kolan, gund bi gund, bajar bi bajar li Flanderen digeriya û navê kolanan, navê gundan, navê bajaran ku bi Frensizî hatibûn nivîsîn xera dikir û Flamaniya wan dinivîsî. Pas vê xebata wî ku bêrawestan û bê westandin mesand Parlementoya Beljîka mecbûr ma zagonekê derxe ku li herêma Frensizan nav bi Frensizî, li ya Flanderen bi Flamanî û li herêmên duzimanî jî bi du zimanan werin nivîsandin. Sal kete 1937. Xwendekarên zanîngehên Flaman jî dest pêkirin alîkariya vê têkosîna girîng bikin. Li bajarê Gent ku Zanîngeha Gent heye. Xwendekarên wê, navên bi Frensizî li ser kolanan, li ser dezgehan derxistin, parçe kirin, panêlên Frensizî skandin û yên bi zimanê xwe danîn iyên wan. Ev yek li her bajarê Flanderen belav bû6.
Di sala 1939 de ew weke serbixwe ji bo parlemento hate bijartin. Lê pas demeke kin serrê cîhanê yê duyemîn dest pê kir. Di sala 1950 de ew bi tewanbariya kolaborasyonê (xiyaneta hember dewleta Beljîka) hate girtin û ses sal di girtîgehê de ma. Ji sedema rewsa siyasî ya wê demê wî hew dikarî xebata parlementerî bike. Lê têkosîna xwe ya ziman mesand.
Ji wê demê û vir de Civaka Flaman li zimanê xwe bi awayekî gelekî serbilind xwedî der tê. Û xebata Flor Grammens jî pîroz dibîne. Ji bo vê yekê jî di sala 1971 de hate nîsan krin. Pas sêst saliya xwe û pas bidestxistina gelek mafên civaka Flaman dest ji xebatê kisand.

1 Ne Hollandî! Ji sedema ku Holland jî mîna Flanderen, navçeyek ji Nederland e. Ji hemû herêmên Nederlanda kevnare re Groot Nederland (Nederland a mezin) tê gotin. Herçend e cudahiyeke piçûk di navbera Flamanî û Nederlands de heye jî ev ziman bi awayekî fermî Nederlandî tê pejiranidn. Li Flanderen, Beljîka, zimanê Nederlandî di fermiyetê de Nederlands (Nederlandî), di nava gel de jî Vlaams (Flamanî) tê gotin. Bê goman, meriv dikare Holland jî û Flamanî jî bi kar bîne.
2 Neder-Frank; ji herêma Beieren hatiye afiranin. Zimanê Nederlandî Nederfrankî ye û pirr nêzî Almanî ye.
3 Flor Grammens, 13/04/1899-28/03/1985, mamoste, siyasetvan.
4  Li Sahredariyên mîna Voeren, Komen, Moeskroen, Kraainem, Meise, û hwd… heta nuka jî tevlîhevî heye. 
5  Bruksel û çend sahredariyên derdorê wê ne tê de. 

6 Di sala 1977 de ez hatim Beljîka û wê demê jî ev tevger di nava xwendekaran li Zanîngeha Katolîk ya Leuven berdewam bû. Çend salan berî hatina êin besa Frensizî ji zanîngeha Leuven dabûne sekinandin. Ew bes li Louvain La Neuve ji nuh ve hate avakirin. Heta bi pirtûkên di pirtîkxanê de yek bi yek li hev par kirin. Ji van sedeman heta niha hin ji hejmarên kovaran yan ansîklopediyan, yan jî cildên pirtûkan, li pirtûkxaneya Leuven in û hin jî li ya Louvain la Neuve in.

F
E
E
D

B
A
C
K