Di dawiya serê duwê de, sucê Naziyan bi navê xwe yê rastî hate nasîn: ”Jenosîd”.
Neteweyên Yekgirtî-NY di 1948 an de ”Peymana Rêlêgirtin û Cezekirina Jenosîdê” îmze kir û di çileya 1951 î de fermî bû. Li gorî peymanê, divê welatên alîgirê peymanê, di dema astî anjî serde, rê li ber xetera jenosîdê bigirin û sucdaran ceze bikin.

Jenosîd, sucek plankirî ji bo tevkûjiya besek anjî tevayê komekî etnîkî, netewî anjî olî ye.

Dema mirov li ser naveroka peymanê kur dibe dikare pir eskere bibîne û bêje ku, bombeyên jehrî û kîmyewî ji aliyê Saddam Hisêyn ve li dijî Kurda, ji adara 1987 an pê ve, bi sikilkî sîstematî bikar dihanî, Jenosîd bû. Her çiqasî wê demê ji ber qelsiya dokumentan pirs weke jenosîd nedihate dîtin jî, îro Emerîka jî bi çavê jenosîdê nêzî pirsê dibe û dinirxîne.

Di dema zelalkirina buyerên li Ruwanda û Bosniyen kêmasiyên dokumentan mîna ”argument” hatibû nîsandan. Emerîka, di serê navxweyî li Ruwandayê de, pistî bûyerên mezintir pêk hatin jî, li ser pirsa bikaranîna peyva ”jenosîd”ê dudilî bû û bi germî nêzî binavkirinek wisa nedibû.
Ev helwêst, giringiya ”binavkirina Jenosîdê” di wext û zemanê xwe de, derdixîne holê.

Serdana min ya Kurdistanê, cara yekem di 2008 an de pêk hat. Min, pistî serdanê ji Hikumeta Holandayê re pêsniyaz kir ku, ”Enfalê” weke ”tevkûjiya nijadî”, anku ”jenosîd” qebûl bike. Lê mixabine ku, berisivek neyênî hate dayîn. Lê ez ê, bi siyasetvanê Ewropî re li ser pirsê kar bikim da ku ”Enfal” weke jenosîd bê pejirandin.

Di dawiya sala derbabûyî de ez li bajarê Helebceyê bûm. Min, bi kesên ji jenosîda Helebceyê rizgar bûbûn re qise kir. Pistî ku 23 sal di ser bûyerê re derbas bûye, pir eskere xuyanî dikir ku pêwîstiya xelkê bi tedawî û dermankirina brînê heye. Bajarê Helebceyê pêwîstiya xwe aboriyek xurt heye ku, dezgehên xizmeta civakî dikin xurt bibin, rêyên nû bêne çêkirin û bajar bê avakirin. Divê raya Gistî ya Navnetewî alîkariya xwe pêskêsî bajêr bike.
Di eslê xwe de, pêwîstiya tevayê Iraqê bi alîkariyê û pêsketinê heye. Min, bang li Hikumeta Holandayê kir ku mîna Elmanyayê,  ji bo alîkariya hemwelatiyan, ji bo seyahet û pêsxistina tîcaretê, balyozxaneyekî (konsul) li Kurdistanê veke. Mixabin e ku, krîza heye, Holandayê mecbûr dike ku mesrefên dewletê kêmtir bike, lewma banga min nehate pejirandin. Lê ez ê li Holandayê, ji bo alîkariya xelkê û pêsxistina bazarê li Kurdistan û Iraqê, têkiliyê bi dezgehên civakî û tîcarî re deynim û rê nîsanî wan bikim.
Pistî ser avakirina welatekî têra xwe dijwar û bi mesref e, lê aliyên xwe erênê jî hene û rewsên wisa dikare rêya kar ji bo sîrkatan veke.

Min, berî bi salekî, di roja bîranîna sehîdên Helebceyê de axaftinek li bajêr li ber bînahiya OPCW ê kir, û sozek da xelkê ku deverekî ji bo Kurda li Holandayê ji bo bîranîna Enfal û Helebceyê vekim. Hêviya min ew e ku, bi rêya ”Weqfa Halabja Monument” ê em karîbin xizmeta xelkê bikin.

Di dema Saddam Hisêyn ê hov de, xelkê pir ês kisand û zilmî dît û îro jî hejartiya malbatên qûrban dane, didome. Raya Gistî ya Navnetewî Saddam Hisêyn ji ser textê wî daxist. Niha jî dema wê ye ku, em dest bidine hev û deverên xirap bûne bi hev re ava bikin. (Wergêra ji Ingilîzî: Gabar Çiyan).

EuroKurd News- http://eurokurdnews.blogspot.com/

F
E
E
D

B
A
C
K